Zêr ber bi lûtkeyê ve diçe, petrol jî dadikeve

Hewlêr (Rûdaw) - Di dawiya hefteyê de, ji ber lawazbûna dolar û nakokiyên Trump ên li gel Banka Navendî ya Amerîkayê zêr geş bû.

Li aliyê din, petrol ji ber fikarên li ser zêdebûna hilberînê û kêmbûna daxwazê, bihayê xwe kêm kir.

Di dawiya hefteyê de bazarên cîhanî bi tevgerên cuda hatin girtin.

Zêr bi rêjeyeke berçav bilind bû û meha herî baş a pênc mehên dawî tomar kir. Berevajî vê, petrol ji ber fikarên li ser zêdebûna hilberînê û kêmbûna daxwazê daket.

Zêr nêzîkî 3,450 dolarî bû

Bihayê her onseke zêr roja înê di dema girtina bazaran de bi rêjeya ji sedî 1 bilind bû û gihişt 3,448 dolaran.

Bi vê yekê re, zêr tenê di vê mehê de bi rêjeya ji sedî 4.7 bihayê xwe zêde kir û meha herî baş ji nîsana îsal ve derbas kir.

Di girêbestên paşerojê de jî her onsek zêr bi 3,516 dolaran hat firotin.

Sedema sereke ya vê bilindbûnê, daketina bihayê dolarê Amerîkî ye ku tenê di vê mehê de ji sedî 2.2 bihayê xwe winda kiriye.

Berpirsê High Ridge Futuresê David Meger got, "Tê payîn ku Banka Navendî ya Amerîkayê îsal herî kêm du caran rêjeya faîzê kêm bike û ev yek sedema sereke ya li pişt bilindbûna bihayê zêr e."

Her wiha nakokiya di navbera Serok Donald Trump û Banka Navendî ya Amerîkayê de jî bûye sedem ku daxwaza li ser zêr wekî stargeheke ewle zêde bibe.

Petrol ji ber kêmbûna daxwazê daket

Berevajî zêr, bihayê petrolê roja înê daket. Sedemên sereke kêmbûna daxwazê piştî bidawîhatina demsala havînê û fikarên li ser zêdebûna hilberîna ji aliyê OPEC+ ve ne.

Bihayê her bermîleke petrola Brentê 50 sentan daket û bi 68 dolar û 12 sentan hat firotin. Bihayê petrola sivik a Teksasê jî 59 sentan daket û bi 64 dolar û 1 sent hat firotin.

Analîst Tamas Varga got, "Çavê bazirganan li civîna hefteya bê ya OPEC+ ye.

Tê payîn ku welatên endam ji bo zêdekirina para xwe ya li bazarê, hilberînê zêde bikin û kêm bala xwe bidin ser bilindkirina buhayê."

Şêwirmendê aboriyê Andrew Lipow jî got, "Di demekê de ku daxwaz lawaz dibe, hilberîner plan dikin ku hilberînê zêde bikin."

Her wiha, li gorî Lipow, bazirgan bawer dikin ku sepandina gumrikên nû ji aliyê Trump ve dê daxwaza li ser petrolê kêm bike.