Bihayê zêr heta bi nêzîkî 3900 dolarî daket
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber civîna lûtkeyê ya serokên Amerîka û Çînê û axaftinên Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê bihayê her onsa zêr nêzîkî 50 dolarî daket.
Îro bihayê her onsa zêr hinekî bilind bû û gihişt 3952 dolaran.
Beriya wê, serê sibê zêr daketibû asta 3920 dolarî jî.
Doh nîvro bihayê onseke zêr 4022 dolar bû.
Daketina bihayê zêr piştî wê yekê hat ku doh bi şev Banka Navendî ya Amerîkayê rêjeya faîzê ji sedî 0,25 kêm kir.
Niha rêje di navbera ji sedî 3,75 û 4 de ye.
Ev cara duyemîn e ku Amerîka rêjeya faîzê ji sedî 0,25 kêm dike.
Berî biryarê û axaftinên Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell onseke zêr bi nêzîkî 4 hezar dolaran bû.
Di rewşên asayî de, kêmkirina rêjeya faîzê bihayê zêr bilind dike û yê dolar dadixe lê daxuyaniyên Jerome Powell sedema sereke ya daketina bihayê zêr bûn.
Powell ragihand ku derbarê kêmkirina rêjeya faîzê di nav endamên komîteya siyaseta diravî ya bankê de nêrînên gelekî cuda hebûn.
Wî her wiha got ku ji bo kêmkirina rêjeya faîzê di civîna meha 12an de ti biryara pêşwext nehatiye dayîn.
Peter Grantê analîstê bazaran ê saziya Zaner Metalsê got:
"Zêr bertekeke mentiqî li hemberî axaftinên Powell nîşan da. Ev yek ji bo zêr neyînî û ji bo dolar erênî ye."
Îhtimala rêkeftina Amerîka û Çînê ya derbarê pirsgirêkên wan ên bazirganiyê sedemeke din a sereke ya daketina bihayê zêr e.
Îro Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping li Koreya Başûr civiyan.
Donald Trump beriya civînê ragihandibû, "Gumana min nîne ku dê civîneke me ya baş hebe.
Ew (Xi Jinping) mizakerevanekî gelekî baş e û dibe ku em rêkeftinekê bikin. Em baş ji hev fêm dikin."