Wezîrê Petrola Îranê: Emê xeta boriya petrolê bikêşin Kerkûkê

Viyena (Rûdaw) – Wezîrê Petrolê yê Îranê Bîjen Namdar Zengene ragihand, ku ewê “boriya petrolê ya Kerkûk – Qesra Şîrîn bikêşin” û got: “Em hinardekirina petrola Kerkûkê, li gel Hikûmeta Iraqê gotûbêj dikin.”

 

Li Viyenayê di civîna OPECê de Wezîrê Petrolê yê Îranê Bîjen Namdar Zengene li ser petrola Kerkûkê û firotina wê bi rêya Îranê ve, ji Rûdawê re diyar kir: “Li ser petrola Kerkûkê, me rêkevtineke gelek baş li gel kompaniya SOMOyê pêk anî. Di qonaxa yekem de biryar wisa ye ku bi rêya tankeran petrolê radestî me bikin. Ji 15 hezar bermîl ve dest pê dike, heta 60 hezar bermîlan. Lê belê biryara herî giring ku pêwîst e di vê mijarê de were lihevkirin, kişandina boriya petrolê ji Kerkûkê ber bi Îranê ve ye.”

 

Bîjen Namdar Zengene herwiha destnîşan kir: “Hefteya dahatû emê li gel birayên me yên ji SOMOyê li Îranê civînek bikin. Bi îzna Xwedê, dê rêkevtinek were îmzekirin bi rêjeya sînordar. Lê eger em bikarin, ji bo mijara kişandina boriya petrolê emê rêkevtinek bikin. Emê poriya petrolê ji Kerkûkê ber bi Qesra Şîrîn, yan jî xwartir bikêşin.”

 

Wezîrê Petrolê yê Îranê red kir ku li gel Herêma Kurdistanê rêkevtinek kiribe û got: “Rêkevtina me li gel hikûmeta navendî ya Iraqê ye.”


(Î.A)