Îna Reş bereket anî Wanê, pêla geştyaran heye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi hatina geştyarên Îranî re liv û tevgereke zêde ya aborî heye.

Di çarçoveya betlaneya "Îna Reş" (Black Friday) de di nava 3 rojan de 150 hezar geştyar çûn bajêr.

Geştyarên ku ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe daye Wanê; bazar, bar û kafeyên bajêr dagirtin.

Hatina geştyaran bû sedema kêfxweşiya esnaf û karsazan û rêjeya tijîbûna otelan gihişt ji sedî 100î.

“Mirovên gelekî mêvanperwer hene”

Geştyara Îranî Şemîmgast Nehimzadeyê kêfxweşiya xwe anî zimên û got:

“Kafe, xwarin û nêrgele xweş in. Ez ji her tiştî hez dikim. Mirovên gelekî mêvanperwer hene. Ez salê çend caran têm.”

“Em ji bo Îna Reş hatin”

Geştyareke din jî diyar kir ku ew bi komeke jinan re hatine û got:

“Em ji bo Îna Reş hatin. Em li vê derê beşdarî perwerdeyekê bûn. Ji Îranê em 60 jin hatin.”

“Eger ew nebin nabe

Xwediyê otelê Devran Kutaz bal kişand ser girîngiya geştyarên Îranî û got:

“Li Îranê betlaneya Îna Reş heye û ji ber wê hatine Wanê. Ez wiha bibêjim, eger ew nebin nabe.

Gelekî ferq kiriye, zivistanan gelekî kêm dibin. Lê di 3 rojên dawî de otela me ji sedî 100 tijî bûye.”

Li gorî amarên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê, ji 1ê Kanûna Paşîn a 2025an heta 31ê Çiriya Pêşîn a 2025an milyonek û 456 hezar û 319 kes bi rêya Deriyê Sînorî yê Heretêlê (Razî) ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê derbasî Wanê bûne.