OPECê ji bo 2026an nexşerêya xwe eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerên Hevpeymaniya OPEC Plusê li hev kir ku di çaryeka yekem a sala 2026an de hilberîna petrolê neguherin û wekî xwe bihêlin.
Li gorî biryarê, kêmkirina rojane ya 1,6 milyon bermîl petrolê berdewam dike û para hilberîna rojane ya Îraqê di vê heyamê de dê 4,2 milyon bermîl be.
Ev biryara OPEC+ê di civîna ku îro hat lidarxistin de hat dayîn.
Li gorî biryarê, kêmkirina hilberîna petrolê ya ku rojane 1,6 milyon bermîl e û li ser welatên endam hatiye dabeşkirin, dê wekî xwe bimîne.
Di hevpeymaniyê de 23 welat hene lê 8 welatên endam biryarderên sereke ne.
Ew welat jî ev in: Rûsya, Îraq, Îmarat, Kuweyt, Qazaxistan, Cezayîr, Uman û Erebistana Siûdî.
Para Îraq û Erebistana Siûdî
Li gorî biryara nû, hilberîna rojane ya petrola Îraqê ji bo mehên Kanûna Paşîn, Sibat û Adara 2026an digihîje 4 milyon û 237 hezar bermîlan.
Para herî zêde ya hilberîna rojane ya petrolê ya Erebistana Siûdî ye ku 10 milyon û 103 hezar bermîl e.
Hevpeymaniya OPEC+ê biryar da, eger pêdiviya bazara petrolê hebe, ew dê wê petrola ku hatiye kêmkirin vegerînin bazarê.
Armanca kêmkirina dilxwazî ya hilberîna petrolê ji aliyê welatên endamên OPEC+ê ve, rêlibergirtina bêîstîqrariya bihayê petrolê ya li bazarê bû, lewra her ku petrol zêdetir bê hilberandin û hinartin, bihayê wê kêm dibe.
Niha bermîla petrola brent bi nêzîkî 62 dolaran û petrola sivik a Teksasê jî bi 58,55 dolaran tê firotin.