Zîv doh 12 dolaran daket û îro 1,5 dolaran bilind bû

Hewlêr - Piştî daketina zêde ya doh, îro li bazarên cîhanê bihayê zîv nêzîkî ji sedî 2yan, an ku 1,5 dolaran bilind bû û gihîşt 74,50 dolaran. Kîloya wî jî bi 2 hezar û 395 dolaran e.

Doh, bihayê onsekê ji nêzîkî 83 dolaran daketibû bin 71 dolaran.

Pêleke tund a firotina zîv, bû sedema sereke ya daketina bihayê wî.

Ev yek piştî wê yekê hat ku Borsaya Chicagoyê şertên asta herî nizm a sermayeyê ya ji bo dan û standinên paşerojê yên zîv ji 22 hezar dolaran derxist 25 hezar dolaran.

Biryara borsayê doh derket û rasterast ket warê bicihkirinê.

Her wiha hat ragihandin ku biryar ji bo wê yekê bûye da ku piştrast bibin bazirgan xwedî pereyê pêwîst in ji bo dan û standinan û ji bêaramiya bihayan parastî bin.

Beriya biryarê, onsek zîv gihîştibû 82,92 dolaran ku ev di dîrokê de asta herî bilind a bihayê wî bû.

Pispor  dibêjin, kêmiya pereyê amade li bazaran ji ber bêhnvedanên serê salê, bûye sedema wê yekê ku guherînên di bihayan de bi lez û bi awayekî berbiçav derkevin holê.

Amaje bi wê yekê jî dikin ku daketina bihayan ne ji ber guherîna “daxwaz û pêşkêşkirinê” bûye lê tenê sererastkirina dan û standinên bazirganan bûye.

Ev tê wê wateyê ku tevî daketina mezin a doh û bêaramiya di asta kurt de, zîv li ser asta cîhanî xwedî piştgiriyeke xurt e, çimkî daxwazeke zêde ya pîşesaziyê li ser heye.

Her wiha pêşbîniya berdewamiya kêmkirina rêjeya faîzê û bêaramiya siyasî û darayî tê kirin.