Bazara îsal ne bi dilê elokfiroşan e
Hewlêr (Rûdaw) - Elokfiroşên li Stenbolê dibêjin ku îsal elok zêde ne lê mişterî kêm in û bazar ne germ e.
Elok li hemû cîhanê wekî xwarina kevneşopî ya sersalê tê dîtin û her sal herî zêde di heyamên sersalê de li bazar û marketan tên firotin.
Li bajarê Stenbolê jî kesên ku dixwazin di şeva sersalê de bi malbatên xwe re goştê elokan bixwin, berê xwe didin bazarên elokfiroşan lê firoşkar ji rewşê ne razî ne.
Li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê li taxa Halkaliyê nêzîkî mehekê ye bazara elokan hatiye vegirtin.
Îsal li bazara elokfiroşan a Stenbolê bihayê elokekî di navbera 2 hezar û 500 heta 3 hezar û 500 lîreyan de diguhere.
Lê elokfiroş ji bazara îsal ne memnûn in û dibêjin; “Îsal elok zêde ne lê mixabin mişterî kêm in û bazar ne germ e.”
Zeynel Abidin Kaçan, elokfiroşekî ji bajarê Îdirê ye.
Ew 32 sal in li bajarê Tekîrdagê elokan xwedî dike û nêzîkî serê salê wan dibe Stenbolê û difroşe.
"Ji ber rewşa aboriyê mişterî nînin"
Elokfiroşê Îdirî Zeynel Abidin Kaçan ji Rûdawê re behsa rewşa bazarê kir û got:
“Ez elokên xwe li derdora Edîrne û Tekîrdagê xwedî dikim. Heywanên min candar in.
Li gorî sala par, îsal firotina me xirab e. Mişterî tune ye. Ji ber rewşa aboriyê kes peyda nabe.
Elokên ku me anîne, di destê me de mane. Em şaş mane, em nizanin çi bikin. Em neçar in li benda xelkê bimînin.”
Bihayê elokan
Îsal li bazara elokfiroşan a Stenbolê bihayê elokan wiha ye:
Elokên 5-6 kîloyî: Derdora 2 hezar û 500 lîreyan e.
Elokên 7-8 kîloyî: Di navbera 3 hezar û 3 hezar û 500 lîreyan de ne.
Bikirê elokan Muhlis Traş got, “Ez ji bo ku eloka sersalê bistînim hatim bazarê. Bihayê elokan baş e, erzan e.
Min elokeke bi 2 hezar û 200 lîreyî stand. Em dê şeva sersalê li malêî bixwin.”
Bikir Kiraz Aktaş jî diyar kir ku ew dê 3 elokan bikire û got, “Xwedê bike nesîb ez dê eloka sersalê bistînim.
Ez li gel birincê çêdikim û dikelînim. Em dê bi malbatî bixwin. Xwarin dê têra 20 kesan bike.”
Zêdetirî 2 hezar elokan li bazarê ne
Li wê bazarê 5 konên mezin hatine danîn û zêdetirî 2 hezar elok ji bo firotinê li benda mişteriyan in.
Elokên ku li vir tên firotin piranî 7-8 mehî ne û yên herî mezin jî yek salî ne.
Her wiha welatiyên ku elokan dikirin, dikarin li heman bazarê bi heqdesteke bi qasî 200 lîreyî, elokên xwe bidin serjêkirin, rûçikandin û paqijkirin jî.
Li gelek welatên cîhanê, bi taybetî jî li Amerîkayê xwarina elokan wekî kevneşopiyeke sersalê û rojên taybet berbelav e.
Li Tirkiyeyê jî piştî salên 1950yan, di şevên sersalê de çanda xwarina elokan cihê xwe girtiye.