Onsa zêr 4600 dolar derbas kir û lê dîsa daket

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro ji ber geşbîniya bazirganan a ji bo bidawîhatina şerê Îranê bilind bû.

Bihayê onsa zêr îro 4600 dolar jî derbas kir lê paşê dîsa daket û ons niha bi nêzîkî 4560 dolaran tê kirîn û firotin.

Îro bihayê dolarê Amerîkî ber bi daketinê ve çû û ev jî bû sedema bilindbûna bihayê zêr.

Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Tastyliveyê Ilya Spivak li ser mijarê got:

"Daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku diyar kir dixwaze dawî li şerê Îranê bîne piştgirî ji bihayê zêr re çêkiriye."

Trump çi gotiye?

Li gorî Wall Street Journalê, Trump ji alîkarên xwe re gotiye:

"Heke Tengava Hurmizê jî bi piranî girtî bimîne, ez tercîh dikim dawî li şerê Îranê bînim û operasyona vekirina Hurmizê ji bo paşê bihêlim."

Bihayê zer di vê mehê de ji sedî 13 daketibû ku ev daketina herî mezin a bihayê zêr a ji sala 2008an ve ye.