Trump diaxive û petrol erzan dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump berê xwe da serjêrekê.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, îro bihayê petrola brent zêdetirî 7 dolaran daket û bermîleke wê ji 114 dolaran hat 107 dolaran.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 3 dolaran daket û ji 105 dolaran hat 102 dolaran.
Trump berê gotibû heke Îran Hurmizê veneke ew dê binesaziya enerjî, kareba û petrolê ya Îranê wêran bike.
Li gorî Wall Street Journalê jî Trump ji alîkarên xwe re gotiye:
"Heke Tengava Hurmizê jî bi piranî girtî bimîne, ez tercîh dikim dawî li şerê Îranê bînim û operasyona vekirina Hurmizê ji bo paşê bihêlim."
Van daxuyaniyên nû yên Trump yekser bandor li bazaran kir û petrol erzan bû.
Bihayê petrola brent û ya sivik a Teksasê di vê mehê de nêzîkî ji sedî 50î zêde bûye.