Alparslan Bayraktar: Ji petrola Gabarê her sal 2 milyar dolar dikeve kasaya me

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar da zanîn ku ji hilberîna petrolê ya li Çiyayê Gabarê her sal 2 milyar dolar dikeve kasaya Tirkiyeyê û bi zêdebûna hilberînê re dê ev rêje zêdetir jî bibe.

Bayraktar ku ji bo bernameyên li bajêr bi Trenê Bilez ji Enqereya paytexta Tirkiyeyê çû Eskişehirê, di Civîna Şêwirmendiyê ya Bajêr a AK Partiyê de axivî. 

Alparslan Bayraktar da zanîn ku li Gabarê ku navê wê demekê bi teror, xwîn û rondikan dihat rojevê rojê 80 hezar bermîl petrol tê hilberîn û got:

"Ji wê derê (Çiyayê Gabarê) her sal 2 milyar dolar dikeve kasaya me. Înşalah bi zêdebûna hilberînê re dê hê zêdetir bibe.

Li gel ku bihayê wê yê aborî mezin e, êdî bi saya vê projeyê re me li Şirnex û Gabarê, kar ji 3 hezar û 200 kesan re peyda kiriye."

Wezîrê Tirkiyeyê Bayraktar amaje pê kir ku bi vê projeyê re êdi di çavên zarok, ciwan û jinên herêmê de hêvî heye û behsa pêvajoya çareseriyê jî kir.

Xebata li ser serxwebûna enerjiyê

Alparslan Bayraktar bal kişand ser xebatên li ser serxwebûna enerjiyê û wiha domand:

"Di 22 salên dawî de, pereyê ku me wek fatûreya enerjiyê daye hawirdeyê 1 trîlyon dolar e. Çîroka me ya serxwebûna di warê enerjiyê de, di rastiyê de mijareke wekhev a çîroka me ya serxwebûna di warê aboriyê de ye."

Bayraktar diyar kir ku ew bi hemû xebatên xwe yên li ser enerjiyê, fatûreyên elektrîk û gaza xwezayî yên welatiyan bi awayekî berfireh destek dikin.

Wî got ku niha rêjeya piştevaniyê di fatûreyên elektrîkê û gaza xwezayî de ji sedî 50î zêdetir e.