Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Îranê ragihand, bi qasî 250 hezar milyar tûmen (nêzîkî 83 milyar dolar) deyindarê sazî û navendên hundir e. Wezîrê Pîşesaziya Îranê jî eşkere kir, rêjeya geşekirina aboriya Îranê di bin sifrê de ye.
Ev çend sal in ji ber dorpêçên aborî yên li ser Îranê ku ji ber bernameya etomî ya Tehranê li ser wî welatî hatine sepandin, aboriya wî welatî ne tenê geşe nekiriye lê paş jî ketiye.
Wezîrê Aboriya Îranê Elî Teyîbniya ragihand, hikûmet gellekî deyindar e lê bi qasî ku ew dizane 250 hezar milyar tûmen deyin li ser milê hikûmetê heye.
Elî Teyîbniya da zanîn, derdora 40 hezar milyar tûmen deyinê peymankaran li ser hikûmetê ye, nêzîkî 67 hezar milyar tûmen yê bankên îranî û 70 hezar milyar tûmen jî deyinê fona malnişîniyê ye.
Li gorî wezîrê aboriya Îranê, heta niha bi awayekî hûr nayê zanîn ka hikûmetê çiqasî deyindar e.
Teyîbniya rexne li siyaseta aborî ya serokomarê berê Mehmûd Ehmedînejad kir û got, heta niha jî hinek hizir dikin ku komkirina diraf tiştekî baş e lê wisa nîne çimkî me gellek caran dîtiye ku çapkirina zêde ya diraf ti sûdeke wê tine. Eger me jî ew siyaset bida pêşiya xwe niha dolar bibû 100 hezar tûmen.
Wezîrê Pîşesaziya Îranê Mihemed Riza Nêimetzade jî eşkere kir, rêjeya geşekirina aboriya Îranê di dema Ehmedînejad de 12 pile di bin sifrê de bûye lê niha gihîştiye 2.2 pile di bin sifrê de.
Nêimetzade da zanîn ku dema Hesen Rûhanî nû bibû serokomar rêjeya geşekirinê ji 5.8 pile di bin sifrê de daket 6 pile di bin sifrê de lê paşê ev rêje gihîşt 2.2 pile di bin sifrê de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse