Dahata geştyariyê ya Tirkiyeyê zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên geştyariyê yên 3 mehên sêyem ên salê eşkere kirin.

Li gorî amaran dahata geştyariyê di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de li gorî heman dema sala borî ji sedî 3,9 zêde bûye û gihîştiye 24 milyar û 257 milyon û 815 hezar dolarî.

Hat diyarkirin ku dahata ji geştyaran 24 milyar û 46 milyon û 779 hezar dolar e û dahata ji rêwiyên ku derbas bûne jî 211 milyon û 37 hezar dolar bûye.

Her wiha ji sedî 16,1ê dahata geştyariyê ji welatiyên ku li derveyî Tirkiyeyê niştecih in hatiye bidestxistin.