Zêr salê bi rekorekê digire: Ji sedî 66 biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja dawî ya bazarê ya 2025an de, bihayê onsa zêr gihişt 4 hezar û 345 dolaran.

Îro berê sibehê zêr asta 4 hezar û 370 dolarî jî tomar kir.

Zêr di dawiya îsal de ne aram bû; doh nêzîkî 80 dolarî bilind bû û gihişt 4 hezar û 402 dolaran, lê piştre qezencên xwe ji dest dan.

Di peymanên paşerojê de jî onsa zêr bi 4 hezar û 359 dolaran e.

Rekora 46 salan

Tevî nearamiya van rojên dawî, zêr îsal heta niha nêzîkî ji sedî 66 bilind bûye.

ji 1979an û vir ve ev bilindbûna herî mezin a salane ya bihayê zêr e.

Nezelaliya di çarenivîsa peymana aştiyê ya navbera Rûsya û Ukraynayê, serhildana aloziyan li Rojhilata Navîn û rageşiya navbera Amerîka û Venezuelayê, wiha kiriye ku veberhêner zêr wekî "stargeheke ewle" hilbijêrin.

Banka Navendî ya Amerîkayê îşareta kêmkirina faîzê da

Li Amerîkayê jî belavbûna naveroka protokola civîna kanûna pêşîn a Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) nîşan da, eger enflasyon daketinê bidomîne, piraniya berpirsên bankê piştgiriyê didin kêmkirina rêjeya faîzê di mehên pêş de.

Her wiha berdewamiya kirîna zêr ji aliyê bankên navendî yên cîhanê ve û zêdebûna para zêr di sindoqên veberhênanê de, bûn piştgiriyeke bihêz ji bo bihayan.