Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot û benzîn gelekî biha bûn û lîtreya mazotê bi ser 90 lîreyî ket.
Zêdebûna aloziya di navbera Amerîka û Îranê de û her wiha êrişên Ukraynayê yên li ser rafîneriyên petrolê yên li Rûsyayê, bûn sedema dilgiraniyên li ser dabînkirina petrolê.
Piştî bilindbûna bihayê petrolê ya ji ber rîskên jeopolîtîk, li Tirkiyeyê bihayê lîtreya mazot û benzînê hat zêdekirin.
Zamên nû: Mazot 7,72 lîre û benzîn 2,48 lîre
Lîtreya mazotê 7,72 lîreyan û lîtreya benzînê jî 2,48 lîreyan biha bû.
Bihayên nû ji nîvê şevê û pê ve li stasyonên sotemeniyê hatin sepandin.
Mazotê 90 lîre derbas kir
Piştî zama dawî, bihayê lîtreya mazotê li Bakurê Kurdistanê 91 lîre (1,88 dolar) derbas kir.
Bihayê lîtreya mazotê li Stenbolê nêzîkî 90 lîreyî bû û li Enqere û Îzmîrê jî 90 lîre derbas kir.
Bihayên niha
Amed
Benzîn: 79,28 lîre
Mazot: 91,49 lîre
Wan
Benzîn: 79,40 lîre
Mazot: 91,54 lîre
Êlih
Benzîn: 79,28 lîre
Mazot: 91,48 lîre
Mêrdîn
Benzîn: 79,29 lîre
Mazot: 91,49 lîre
Colemêrg
Benzîn: 79,42 lîre
Mazot: 91,62 lîre
Stenbol (Aliyê Ewropayê)
Benzîn: 76,92 lîre
Mazot: 88,88 lîre
Stenbol (Aliyê Anadoluyê)
Benzîn: 76,77 lîre
Mazot: 88,76 lîre
Enqere
Benzîn: 77,87 lîre
Mazot: 90,00 lîre
Îzmîr
Benzîn: 78,15 lîre
Mazot: 90,27 lîre


.webp&w=3840&q=75)
