Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov ragihand ku hê nakokiya di navbera welatê wî û Amerîka de, li ser pirsa Ukrayna, berdewame.
Duh, 30.03.2014, Wezîrê Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîka Jon Kerry li paytexta Fransa, Parîsê, civiyan.
Piştî bidawî hatina civînê, Sergey Lavrov ragihand ku hê nakokî di navbera Mosko û Washingtonê de li ser pirsa Ukrayna berdewame û hêvî xwest ku ew bigihn “Çareseriyek dîplomasî” ji krîza Ukraynayê re.
Herwiha Lavrov tekez li ser girîngiya federalisimê di çareserkirina krîza Ukraynayê de kir.
ji aliyê xwe Wezîrê Derve yê Amerîka Jon Kerry daxwaz ji Rûsyayê kir ku hêzên xwe ji ser sînorê Ukraynayê vekişîne.
Herwiha Jon Kerry tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste Ukrayna di her danûstandinekê de, li ser diyarkirina çarenvîsa wê, amade be.
Kêrî got jî: “Em razî nabin ku em di vê riyê de bimeşin eger desthilata rewa ya Ukraynayê li ser masê ne amade be, û ev yek zelale ku ti biryar derbarê Ukrayna bêy beşdariya Ukraynayê nayê standin.”
Herwiha di dawiya civîna xwe ligel Wezîrê Derve yê Rûsiyayê, Wezîrê Derve yê Amerîka diyar kir ku her pêşkeftinek di çareserkirina krîza Ukraynayê de girêdayê “Vekişana hêza mezin a Rûsya li ser sînorê Ukrayna ye.”



