Hewlêr (Rûdaw) - Îsal welatên Ewropayê rûbirûyî pêleke germahiyê bûn ku meha Hezîranê bandoreke kujende li pey xwe hişt. Heta niha li seranserî parzemînê 20 hezar kes mirin.
Birêvebiriya Tenduristiyê ya Belçîkayê ragihand ku ji sedî 39ê mirinên meha borî ji ber germahiyê bûne.
Berdevka Tenduristiyê ya Belçîkayê Annelies Wynantê got:
"27ê Hezîranê 572 mirin hatin tomarkirin.
Ev hejmareke gelekî mezin e û piştî pêla Koronayê me tiştekî wiha nû dît."
Tenduristiya wî welatî eşkere kir ku pêla germahiyê li Belçîkayê li gorî salên borî hezar û 222 mirin zêdetir tomar kirine.
Fransa di rêza yekem a mirinan de ye û zêdetirî 2 hezar kesan bûne qurbanî.
Pişt re Spanya û Almanya tên ku li her du welatan jî nêzîkî 2 hezar kesan mirin.
Tenê li Holendayê zêdetirî 480 kesî û li Brîtanyayê jî zêdetirî 25 kesan ji ber germahiyê mirin.
Li ser pileyên germahiyê, heta niha li Fransayê pileya herî bilind 44,3 pile hat tomarkirin.
Li Almanyayê 41,7 pile û li Brîtanya û welatên din ên Ewropayê jî 36,7 pile hat tomarkirin.
Çima Ewropî li hemberî germahiyê bêhêz in?
Piraniya qurbaniyan kesên mezin in ku di ser 75 salî re ne.
Ev jî ji ber wê yekê ye ku li welatên Ewropayê rêjeya kesên pîr û kal zêde ye.
Ji ber ku pileyên germahiyê li van welatan her tim nizm bûn, di nav malan de sîstema hênikkirinê nîne loma dema germahî tê, nikarin kontrol bikin.
Ji aliyê mîmariyê ve avahî û malên wan bi awayekî hatine çêkirin ku germahiyê di hundir de dihêlin, çimkî ew her tim di nav hewayeke sar de bûn.
Ji ber ku germahiya zêde di dîrokê de li bakur û navenda Ewropayê kêmpeyda bûye, xelk ji aliyê çandî ve hîn nebûye û nikare li ber xwe bide.
Gelek pêlên germahiyê yên li Ewropayê bi bilindbûna rêjeya şînahiyê re hevdem in, bi taybetî li bajarên beravê deryayê yan jî yên nêzîkî çem û rûbaran.
Gelek kesên pîr bi tenê di apartmanên qatên jor de dijîn ku germtir in. Dibe ku ew heta dereng nehesin ku laşê wan hişk bûye yan jî zêde germ bûne.
Gelek caran, çend roj piştî ku pêla germahiyê digihêje lûtkeyê, termên wan tên dîtin.



