Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump di 250 saliya îmzekirina ragihandina serxwebûna Amerîkayê de li Washingtonê gotarek pêşkêş kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîka niha ji her demê bihêztir e û derbasî "serdemeke zêrîn" bûye.
Donald Trump pesnê girseya tevî ku rewşa hewayê û birûsk bûn sedema derengketina merasîmê li qadê mabûn da û got, "Ti tişt nikare rê li ber me bigire."
Trump destnîşan kir ku destpêkê nêzîkî 375 hezar kesan amade bûn, piştî baranê jî hîn 150 hezar kes li qadê mabûn.
Donald Trump di gotara xwe de qala hêza leşkerî ya Amerîkayê kir û anî ziman ku Amerîka xwediyê artêşa herî bi hêz a cîhanê ye û amaje bi hinek "serkeftinên" leşkerî yên birêvebiriya xwe kir.
Trump her wiha qala têkbirina tam a hêza deryayî ya Îranê kir û got, "159 keştiyên Îranê di çavqurçkirinekê de şand binê deryayê."
"Amerîka mala azadiyê ye"
Serokê Amerîkayê eşkere kir ku Amerîka "mala azadiyê" ye û ti netewe bi qasî Amerîkiyan karên mezin nekiriye.
Trump careke din dijberiya xwe ya li hemberî pergala Komunîzmê ducare kir û ragihand, "Amerîka ti carî nabe welatekî Komunîst, çimkî Komunîzm pergaleke ku bi bin ketiye."
Trump di beşeke din a gotara xwe de qala "Yasaya Parastina Amerîkayê" kir û ragihand ku ji bo parastina encamên hilbijartinan û rêlibergirtina xapandinê, divê her dengdêr nasnameya dengdanê û belgeya welatîbûnê nîşan bide, her wiha dengdana bi rêya posteyê jî tê sînordarkirin.
Trump pesnê asmannasên NASAyê û tîma "Artemis 2" da ku di merasîmê de amade bûn.
Trump ragihand ku Amerîka careke din vegeriyaye ser Heyvê û gava wan a paşerojê dê çûyîna ser gerestêrka Marsê be.
Trump her wiha got ku bi damezirandina "Hêza Fezayê" Amerîkayê kariye bikeve pêşiya Çîn û Rûsyayê.



