Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îranê peymana bi Washingtonê re bin pê kiriye.
Trump her wiha got ku Amerîka dê ewlehiya Tengava Hurmizê biparêze.
Li aliyê din Trump eşkere kir ku ew dê ji bo vê xizmetê daxwaza pereyan ji wan welatên dewlemend bikin ku tengavê bi kar tînin.
Trump bi rêya telefonê beşdarî weşana Fox Newsê bû û operasyonên leşkerî yên dawî yên li dijî Îranê û aloziya li Tengava Hurmizê nirxandin.
"Me şiyana leşkerî ya Îranê bi rêjeyeke mezin têk bir"
Trump diyar kir ku Amerîkayê di êrişên dawî de derbeyeke giran li jêrxana leşkerî ya Îranê xistiye û got:
"Me ew di dema revê de girtin. Beşeke mezin a alavên wan û pergalên wan ên parastina asmanî hatin têkbirin.
Her dema ku ew dronan dişînin em bersiveke gelekî tund didin wan."
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî berê ragihandibû ku wan li pergalên mûşek û dronan, yekîneyên parastina asmanî, radarên qeraxan û armancên deryayî yên Îranê daye.
"Îranê peyman xera kir"
Trump ragihand ku di navbera Amerîka û Îranê de peymanek temam bûbû ku ji raya giştî re nehatibû eşkerekirin lê Tehranê ev peyman binpê kiriye.
Trump got, "Peymaneke me hebû. Peymanek bû ku kesî nizanibû. Temam bûbû lê wan xera kir. Ji ber vê yekê em dê bersiveke gelekî tund bidin."
Trump li ser naveroka peymanê hûrgilî nedan.
Koşka Spî jî derbarê mijarê de ti daxuyaniya fermî nedaye.
Li hêla din, birêvebiriya Îranê jî derbarê îdiayên Trump de ti daxuyanî nedaye.
"Em dê Tengava Hurmizê biparêzin"
Di daxuyaniyên Trump de beşa herî balkêş li ser Tengava Hurmizê bû.
Trump diyar kir ku dê Amerîka ewlehiya tengavê bigire ser xwe û got:
"Em dê tengavê biparêzin. Dibe ku ji me re bibêjin melekê parastinê yê Tengava Hurmizê."
Trump diyar kir ku Amerîkayê bi salan ewlehiya Tengava Hurmizê bêpere pêk aniye.
Wî da zanîn ku ji niha û pê ve divê berdêla vê xizmetê ji aliyê wan welatan ve bê dayîn ku tengavê bi kar tînin.
Trump wiha axivî, "Dema ku em vê bikin dê mesrefên me li me vegerin.
Çimkî welatên din gelekî dewlemend in. Êdî em dê biparêzin û li hemberî vê em dê pereyan bistînin."
Aloziya li Hurmizê didome
Êrişên Îranê yên li dijî keştiyên bazirganiyê û operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên li hemberî van êrişan, aloziya li Tengava Hurmizê careke din zêde kir.
Washington diparêze ku dê tengav ji trafîka deryayî ya navneteweyî re vekirî bimîne.
Îran jî eşkere dike ku heta çalakiyên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê bidomin ew dê zexta xwe ya li ser Hurmizê bidomînin.
Ji sedî 20ê petrola xav a ku li cîhanê bi rêya deryayê tê veguhastin di Tengava Hurmizê re derbas dibe.
Ji ber vê yekê bipêşketinên li herêmê ji aliyê bazarên enerjiya cîhanî ve ji nêzîk ve tên şopandin.
"52 hezar xwenîşander hatin kuştin"
Trump her wiha da zanîn ku birêvebiriya Îranê heta niha 52 hezar xwenîşander kuştine.
Saziyên mafên mirovan ên serbixwe radigihînin ku di xwenîşandanên li Îranê de bi hezaran kesan canê xwe ji dest daye.
Ji aliyê din ve, hejmara 52 hezaran a ku Trump aniye zimên ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin.



