Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Reş bi dronan êrişî keştiyeke bazirganiyê ya bi alaya Tirkiyeyê hat kirin û karmendekî keştiyê mir û 3 karmend jî birîndar bûn.
Keştiya bi navê "Mv Reyhan Sari" ya ku li Bendera Stenbolê hatiye tomarkirin, ji Bendera Tamanê ya Rûsyayê komir barkiribû û ber bi bajarê Trabzonê ve diçû.
Li gorî agahiyan, ew keştî li nêzîkî beravên bajarê Novorossiyskê yê Rûsyayê di avên navneteweyî de bû armanca êrişeke bi dronan.
Di teqîna ku ji ber êrişê çêbû de, karmendekî Tirk ê ku di beşa makîneyê de dixebitî li cihê bûyerê mir, her wiha 3 karmend jî birîndar bûn.
Karmendên birîndar piştî midaxeleya destpêkê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên herî nêzîk.
Hat ragihandin ku tevî zererên madî jî, keştî ji aliyê teknîkî ve dikare geşta xwe bidomîne.
Piştî êrişê li ser keştiyê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û li ser bûyerê dest bi lêpirsîneke teknîk û leşkerî hat kirin.
Heta niha nehatiye eşkerekirin bê ka ev dron a kîjan welatî ye lê li herêma Deryaya Reş ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê rîskên li ser keştiyên bazirganiyê di asta herî bilind de ne.



