Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva borî ragihand ku şerê li gel Îranê dê "di demeke gelekî nêzîk de" biqede û pêşbînî kir ku bi bidawîbûna vî şerî re bihayê petrolê dê bi lez dakeve.
Donald Trump li eyaleta Montanayê ji rojnamegeran re got:
"Şerê Îranê dê di demeke pir nêzîk de biqede... Nêzîk e, ji ber ku ew bi xwe jî dixwazin biqede.
Ew dê ti carî nebin xwediyê çekên nukleer û bihayê petrolê jî wekî kevirekî dê ber bi xwarê ve here."
"Ez nizanim em bi kê re dan û standinê dikin"
Trump beriya hevdîtina bi rojnamegeran re, di mîtîngeke li Montanayê de diyar kir ku ew nizanin ji bo bidawîanîna şer bi kîjan berpirsên Îranê re dan û standinê dikin û wiha axivî:
"Hêza wan a deryayî nîne. Hêza wan a asmanî nîne. Artêşa wan têk çûye û serkirdeyên wan nemane.
Dibe ku divibû min serkirdeyên wan bihîştana, ji ber ku ez nizanim em li ser rûyê erdê bi kê re dan û standinê dikin."
Serokê Amerîkayê her wiha da zanîn ku Îran berê li Rojhilata Navîn hêzeke serdest a leşkerî bû lê operasyonên leşkerî yên Amerîkayê şiyanên wê bi awayekî berbiçav lawaz kirine û anî zimên:
"Îran zordara Rojhilata Navîn bû lê êdî ne wekî berê bihêz e."
"159 keştî û 274 balafirên wan têk çûn"
Donald Trump destnîşan kir ku êrişên Amerîkayê keştiyên Îranê tune kirine û balafirên wê yên leşkerî ji kar xistine.
Serokê Amerîkayê got ku hemû 159 keştiyên Îranê li binê deryayê ne û hemû balafirên wê yên şer li ser pîstên balafirgehan hatine perçekirin:
"Hûn dizanin ew bihêz bûn lê niha ne ew qasî bihêz in. Bi temamî 159 keştiyên wan hebûn. Niha çend keştî li binê deryayê ne? Erê, 159 keştî.
Her wiha 274 balafirên wan ên şer ên baş hebûn, her çend e ne wekî yên me bin jî baş bûn. Îro çend balafirên wan ên bikêrhatî hene? Sifir!
Hûn dizanin ew li kû ne? Hemû li ser pîstên xweşik ên Îranê bûne perçeyên hûrik û belav bûne."



