Hewlêr (Rûdaw) - Li Mîlanoya paytexta modayê ku veguheriye qada şer, bi sedan alîgirên hevpeymaniya rastgir a desthilatê wekî bertekekê li dijî çalakiyên ciwanên koçber bi girseyî daketin qadan.
Piştî du rojên ji pevçûn û talankirina firoşgehan, rewşa bajêr xerabtir bûye û alîgirên rastgir daxwaza cezayên giran dikin.
Li aliyê din, kabîneya Serokwezîr Giorgia Meloniyê ji bo kontrolkirina rewşê biryareke leşkerî ya bilez da.
Ji nerazîbûna bihabûnê ber bi şerê kolanan ve
Bûyerên li Mîlanoyê, pêşî wekî nerazîbûna xwendekar û karkeran a li dijî giranbûna bihayan dest pê kir lê ev xwenîşandan di demeke kurt de ji kontrolê derketin û veguherîn şerê kolanan, keviravêtin û talankirina firoşgehên markayên navdar ên cîhanê.
Ji ber rûdanan, niha beşek ji firoşgehên mezin deriyên xwe girtine û ji bo parastina kel û pelên xwe hêzên ewlehiyê yên taybet bi cih kirine.
Rastgir li Qada San Carloyê: "Em bi xwediyên firoşgehan re ne"
Li Qada San Carloyê ya Mîlanoyê, bi sedan alîgirên rastgir wekî nerazîbûnekê li dijî talan û aloziyan daketin qadan.
Xwenîşanderan piştgiriya xwe ji bo polîs û xwediyên firoşgehan ragihand û daxwaz kir ku cezayên giran li ser wan koçberên ku aloziyan derdixîn (wekî "maranza" têne naskirin), werin sepandin.
Xwenîşanderekî Îtalî di dema çalakiyê de hestên xwe wiha anî ziman:
"Em piştgiriya hêzên ewlehiyê û xwediyên firoşgehan dikin. Em li gel welatî û bajarê xwe ne.
Em rastgirên welatperwer li vir in da ku bi awayekî yekgirtî û bi dengekî bilind biqîrin."
Parlamenterê Îtalî: Divê xelkê Mîlanoyê bajarê xwe dîsa bistîne
Beşdariya berçav a ciwanan a di aloziyan de, di asta siyasî de bûye sedema fikaran. Parlamenterê Îtalî Fabio Raimondo bal kişand ser vê rewşê û bang li xelkê bajêr kir ku xwedî li Mîlanoyê derkevin û wiha got:
"Beşdariya ciwanan a di van bûyeran de metirsiyeke mezin e. Divê em agir geş nekin. Wext hatiye ku xelkê Mîlanoyê bajarê xwe dîsa bistîne da ku ev der bibe bajarê malbat, geştyar û karkerên serkeftî."
Pêngava tund a Romayê: 500 leşker tên şandin
Ji ber nêzîkbûna hilbijartinên sala bê, kabîneya Serokwezîr Giorgia Meloniyê dest bi gavên lezgîn kiriye da ku bi tundî li dijî van aloziyan raweste.
Di gava yekem de biryar hat dayîn ku 500 leşker bi erk û desthilata polîsan dê li Mîlanoyê werin bi cih kirin.
Li gel vê gavê, rayedarên Romayê niha di nava gotûbêjên fermî de ne da ku xwenîşandanan sînordar bikin û di heman demê de cezayên giran ên madî û yasayî li ser malbatên wan ciwanan bisepînin ku beşdarî van bûyerên tundî û tevlîheviyan bûne.
Pêla krîza niştecîbûnê ya li Portugal û Spanyayê jî bilind dibe
Ev krîza li ser daxwazên jiyanî û aborî tenê bi Îtalyayê re sînordar nîne. Li Portûgalê jî bi hezaran welatî li Lîzbon û çendîn bajarên din li dijî bilindbûna lêçûna niştecîbûnê û kirêya xaniyan dîsa daketin kolanan.
Ev xwenîşandan piştî wê yekê hatin ku polîsan avêtibû ser kampa neraziyan, konên wan rûxandin û 55 kes desteser kirin.
Xwenîşanderên li Portugalê hewl didin helwesta xwe bi nerazîbûnên bi heman rengî yên li welatê cîran Spanyayê re bikin yek ku ev çend hefte ne li Madrîda paytext li qadan ji bo heman pirsgirêkê kon vedane.


