Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Federal a Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di 9 mehên ewil ên sala 2026an de li ser dosyeyên 8 hezar û 981 penaberan lêkolîn hatiye kirin û ji piraniya wan mafê penaberiyê hatiye standin.
Ev pêngav dibe sedema sînordarkirina mafê parastin û penaberiyê ji bo beşeke zêde ye welatiyên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên ku li Almanyayê mafê mayîna demkî wergirtiye.
Berpirsa Encumena Penaberan a Herêma Nordrhein-Westfalenê Birgit Naujoksê li dijî vê biryarê nerazîbûneke tund nîşan da û ew wekî "helwesteke siyasî" bi nav kir û got:
"Ev dilgiraniyeke mezin e û tirsa wê yekê heye ku lêkolîna li ser dosyeyên koçberên Sûriyeyî bibe sedema standina mafê penaberiyê ji piraniya wan.
Bê guman ev ne tenê karekî îdarî ye, biryareke siyasî ye û armanc jê kêmkirina hejmara penaberan e."
Naujoksê her wiha destnîşan kir ku lêkolîna li ser dosyeyan û betalkirina mafê mayînê dê bandoreke neyînî li hevahengiya koçberan a bi civaka Almanyayê re bike û gelek pirsgirêkên civakî û yasayî bi xwe re bîne.
Li Almanyayê nêzîkî 415 hezar welatiyên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dijîn ku naxebitin û sûdê ji alîkariyên dewletê werdigirin.
Hikûmeta Almanyayê eşkere dike ku sedema sereke ya vê pêvajoya lêkolînê ew e ku hewl dide barê giran ê aborî yê li ser pişta xwe sivik bike.


