Parîs (Rûdaw) - Li Fransayê 33 roj in xwenîşandan didomin û li seranserê welêt bi sed hezaran kes daketin kolanan.
Li Parîsê di navbera xwenîşander û polîsan de alozî derketin û hinek kes birîndar bûn.
Xwendekar naçin polan û roj bi roj xwenîşandan berfirehtir dibin.
Xwenîşandana herî mezin li Parîsê bû
Li gorî amarên Sendîkaya Kar a Fransayê, îro nêzîkî 800 hezar kes tevlî xwenîşandanan bûne.
Xwenîşandana herî mezin li Parîsê hat lidarxistin.
Li paytextê 250 hezar kes beşdarî çalakiyan bûn.
Lê Wezareta Karên Navxwe ya Fransayê amarek cuda da.
Li gorî Wezaretê, li seranserê welêt bi giştî 410 hezar kes tevlî xwenîşandanan bûne.
Alozî û gaza rondikrêj
Li beşa rojhilatê Parîsê, di xwenîşandanê de alozî derket.
Polîsan bi gaza rondikrêj û copan êrişî xwenîşanderan kir.
Di encamê de hinek xwenîşander birîndar bûn û 135 kes jî hatin desteserkirin.
Ji bo pêşîgirtina li aloziyan 70 hezar polîs hatine bicihkirin.
Li bajarên Lîl, Marsîlya, Lyon û Bordoyê xwenîşandan bi aramî dest pê kir lê di dawiyê de alozî derketin û polîsan gaza rondikrêj bi kar anî.
Li Bordoyê xwenîşanderan di bin baraneke dijwar de meşa xwe kir.
Xwenîşander qadên nerazîbûnê wekî "meydana şer" bi nav dikin. Wan dilgiraniya xwe li hemberî bûyerên hefteya borî nîşan da.
Sedemên xwenîşandanan çi ne?
Di destpêkê de sedema sereke xerabiya pergala perwerdeyê bû.
Lê piştre sedemên din jî derketin holê, nemaze lêçûnên jiyanê û bihabûn.
Malbatên xwendekaran jî di nav xwenîşanderan de ne û daxwazên wan jî hene.
Welatî ji ber bihabûna sotemenî, xanî û xwarinê gilîdar in.
Şerê Rûsya û Ukraynayê û aloziyên Kendavê, ji bo gihandina sotemeniyê astengî çêkirine.
Her wiha hawirdekirin û hinardekirina xwarinê jî wekî berê nîne û vê yekê biha zêde kirine.
Mînak, di Çiriya Pêşîn a 2025an de lîtreyek gaza şil li Fransayê bi 1,61 euroyan bû lê niha bi 2,37 euroyan e.
Budceya perwerdeyê têr nake
Li gorî pêşniyaryasaya budceya Fransayê ya sala 2027an, Wezareta Perwerdeyê 40 milyar û 200 milyon euro ji bo qonaxa amadehiyê terxan kirin.
Ev hejmar li gorî sala 2026an 200 milyon euro zêdetir e.
Lê ji ber rêjeya enflasyonê û bihabûnê, şiyana kirîna pêdiviyan li gorî îsal 558 milyon dolar kêm dibe.
Xwenîşander dibêjin ku "ev heman tas û hemam e" û tiştek neguheriye, lewma daxwaza biryarên nû û zelal dikin.



