Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya xwenîşandanên li dijî hikûmetê de, bi hezaran welatî li Tîranaya paytexta Albanyayê careke din daketin kolanan.
Polîsan ji bo belavkirina girseyê gaza rondikrêj, ava şid û guleyên plastîk bi kar anîn.
Xwenîşanderan jî bi avêtina keviran û fîşekên hewayî bersiva hêzên ewlehiyê da.
Li gorî amarên fermî, di aloziyên çend rojên borî de zêdetirî 300 xwenîşander û polîsan birîndar bûne û bi dehan kes jî hatine desteserkirin.
Her wiha êrişî gelek avahiyên hikûmetê hatiye kirin ku di nav wan de avahiya Wezareta Perwerdeyê jî heye û ew der bûye navenda sereke ya nerazîbûnan.
"Tevgera me gihîştiye asta şoreşê"
Xwenîşanderên ku piraniya wan xwendekar, mamosteyên zanîngehê û hunermend in, diyar dikin ku tevgera wan gihîştiye asta "şoreşê".
Wan da zanîn ku armanca wan ne tenê pirsa jîngehê yan jî daxwazên xwendekaran e, ew serweriya qanûnê, çaksaziyên aborî û paşerojeke hêja dixwazin da ku neçar nebin welatê xwe biterikînin.
Nerazîbûnên li Albanyayê meha Gulanê piştî ragihandina projeyeke geştyarî û avakirina hoteleke luks li ser beravên welêt dest pê kiribûn.
Ew proje ya keça Serokê Amerîkayê Donald Trump û zavayê wî ye.
Zanayan meha Tîrmehê hişyarî dabû ku projeyê zerereke mezin a ku nayê telafîkirin daye xwezaya beravan.
Lê ji nîveka meha Çiriya Pêşîn ve berê xwenîşandanan guherî û bû tevgereke seranserî ya li dijî gendeliyê û xwenîşanderan xwest ku Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama îstifa bike.
Dirûşma "Bila Rama bikeve zindanê"
Xwenîşanderan xwe ji hemû partiyên siyasî dûr xistiye û dirûşma "Bila Rama bikeve zindanê" bilind dikin.
Ew di heman demê de hem serokwezîr û hem jî serokê mixalefetê Sali Berisha bi gendeliyê tohmetbar dikin û hemû elîta siyasî berpirsyarê rewşê dibînin.
Li aliyê din, Serokwezîrê Sosyalîst ê Albanyayê Edi Rama "hêzên derve" wekî sedema van aloziyan bi nav kir.
Rama Rûsya û Îran tohmetbar kirin ku bi rêya înternetê agahiyên şaş û manîpulatîf belav dikin.
Serokwezîr ji bo diyalogê banga hevdîtinê kiribû lê xwenîşanderan agir berda wî cihê ku li ber baregeha hikûmetê ji bo hevdîtinê hatibû danîn.
Li Albanyayê nêzîkî 2,3 milyon kes dijîn.
Piştî hilweşîna desthilata Komunîst a salên 90î û vir ve ji ber bêkarî û şert û mercên xerab ên jiyanê zêdetirî 1,5 milyon welatî koçber bûne.
Li wî welatî navîniya meaşê mehane yê beriya bacê 930 euro ye û Albanya di Pêveka Zelaliya Navneteweyî ya ji bo Têkoşîna li Dijî Gendeliyê de di rêza 91ê de cih digire.
#VÎDEO - Li Albanyayê xwenîşandan mezin dibin 🔥 Li Tîranaya paytexta Albanyayê, xwenîşanderan agir berda avahiya Wezareta Jîngehê https://t.co/hqVhJ4moR4
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 25, 2026



