Hewlêr (Rûdaw) - Li nava bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şêwekarekî çalak heye ku di her bone û helkeftekê de li ser dîwarên bajêr tabloyan xêz dike û armanca wî ji bilî ku ciwaniyê bide bajarê xwe, kêfê jî têxe dilê zarokan. Semîr Kalo bi gelek destpêşxeriyên cuda rabûye û dixwaz e ku ev huner di nava xelkê de zêdetir belav bibe.
Di her bone û helkeftekê de bi hûnera xwe li cadeyên Qamişlo amade ye. Semîr Kalo Şêwekarekî bajarê Qamişlo ye. Ji Zaroktiya xwe ve behreya şêwekariyê li cem heye.
Semîr bi gelek destpêşxeriyan rabûye, li ser dîwarên dibstan û parkan nexşeyên cuda çê kriiye bo ku kêfê têxe dilê Zarokan.Herwiha li gel destpêkriina mondylala Qeter2022 jî çend tabloyên girêdayî vê mijarê li ser dîwarên bajêr xêz kirin.
Niha jî bi nêzîkbûna kirsmis û sere salê li navrasta Bajrê Qamişlo çend tabloyên xweşik xêz kirine
Şêwekar Semîr Kalo got, “Cejna birayên Kirîstiyan Cejna Sersalê nêzik bûye. Ez ne têne bi vî karî rabûme, min gelek karên din jî kirine.”
Xelk jî ji van destpêşxeriyên wî dilxweş in û dibêjin nameyên bihevrejiyanê li pey hene.
Welatiyekî got, “Ev nîşaneya wê ya ku Kurd û Fileh û bi ser de Misilman jî her tim bi hev re rengê xwe dane xuyakirin bi hev re.”
Semîr 33 salî ye û ji sala 2013an ve dukaneke taybet bi Şêwekariyê li ser riya Qamişlo- Amûdê vekiriye ku him jêdereke debara jiyanê ye û him jî ew cih e ku hûnera wî hembêz kiriye.
Herwiha bi destpêşxerî û piştevaniya wî mezintrîn tablyona panorama ya bi tiliyên zarokan li Qamişlo hat çêkirin.
Semîr Kalo dixwaze bi hûnera xwe wêneyeke xweşiktir bide bajarê xwe û li kêlka wê jî zarokan fêr şêwekariyê dike û dixwaze ev hûner di nava kurdan de zêdetir geş bibe.


