Hewlêr (Rûdaw) - Berhema navdar a helbestvan û nivîskarê Alman Johann Wolfgang von Goethe ya bi navê “Dîwana Şerq û Xerbî” (West-östlicher Divan) bi wergera Abdullah Încekan a bi Kurdî ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hat çapkirin.
Abdullah Încekan li ser hesabê xwe yê Xê kêfxweşiya xwe ya ji bo weşandina vê berhemê anî ziman.
Încekan diyar kir ku ew bi vî awayî xizmeta ziman û axa xwe dikin û ji bo keda wan spasiya Birêvebirê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk, Weşanxaneya Nûbiharê û edîtorên pirtûkê kir.
Abdullah Încekan bi gotina Goethe ya "Ronahî hinekî din ronahî" bal kişand ser giringiya vê berhemê.
Dîwana Şerq û Xerbî wekî yek ji stûnên edebiyata cîhanê tê dîtin û ji roja ku hatiye çapkirin heta niha cihê xwe yê taybet diparêze.
Ev berhem bi form, naverok û zimanê xwe di edebiyata Ewropayê de wekî pirtûkeke yekta tê qebûlkirin ku di navbera cîhanên "Şerq" û "Xerb" de pirekê ava dike.
Ji ber vê taybetiyê, lêkoler Eric Ormsby vê berhemê di vê sedsalê de wekî "berhemeke şoreşger" bi nav dike.
Cara yekem bi Kurdî hat weşandin
“Dîwana Şerq û Xerbî” ji sala 1819an û vir ve li gelek zimanên wekî Îngilîzî, Fransî û Çînî hatibû wergerandin.
Cara yekem e ku wergera Kurdî ya vê berhema giranbiha cihê xwe li kêleka wergerên zimanên din ên cîhanê digire.
Ev berhema ji wêjeya cîhanî bi wergera Abdullah Încekan a ji zimanê Almanî, ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hat çapkirin.
Di amadekirina pirtûkê de Şehmus Kurt, Yehya Omerî, Huseyn Zana û Îbrahîm Xelîl Baran kedeke giring nîşan daye.



