Hewlêr (Rûdaw) - Fikr û raman li ser bextewariyê biryarê didin. Tu kîjan cureyê ramanweriyê yî? Tu herî dawî li çi fikirîbûyî?
Li gorî lêkolîneke nû, îhtîmaleke mezin ew e ku mirov li fîncaneke qehweyê, kar an jî xwesteka vegera li nav nivîna xwe fikirîbe.
Di pêşçapkirina xebata xwe de, lêkoleran 4 cureyên bingehîn ên ramanweran destnîşan kirin: Kesên kûrfikir, kesên malbatî, kesên bedenhizir û her wiha ew kesên ku ji bo wan kar û kêf di rêza yekem de ne.
Yek ji van koman bi taybetî gelekî bextewar bû.
Lêkoler tekez dikin ku ev kategorî ne tiştên neguher in. Dibe ku mirov di dirêjahiya jiyana xwe de di navbera van cureyan de cih biguherin.
Ji wan amarên sînordar ên ku ji bo vê xebatê hatine komkirin, nabe ku tîpolojiyeke zelal were derxistin.
Armanca lêkoleran ew bû ku nîşan bidin ku tevî qerebalixiya ramanên kesane yên rojane jî mirov dikare cureyên bingehîn ên cihêreng nas bike.
Ramanên hişmend kêm hatine lêkolînkirin
Lêkolerên ji Amerîka û Çînê dinivîsin: "Ramanên bi zanebûn ji bo ezmûna mirovî gelekî bingehîn in lê dîsa jî bi awayekî ecêb gelekî kêm hatine lêkolînkirin."
Heta niha ev lêkolîn di kovareke zanistî ya xwedî pêvajoya nirxandina hevalan (peer-review) de nehatiye weşandin.
Wan destnîşan kir, "Wekî şopa tiliyan, du mirovên ku qalibên ramanên wan bi temamî wekî hev bin nînin lê dibe ku hevşibiyên berçav hebin."
258 beşdarên lêkolînê yên ji Amerîkayê ku temenê wan di navbera 19 û 71 salî de bû, hat xwestin ku du hefteyan ramanên xwe di sepanekê de tomar bikin.
Sepanê rojê heşt caran di demên rasthatinî de dengekî hişyariyê dida wan.
Piştî vê yekê, beşdaran bi nivîskî tomar dikir bê ka wan di wê kêliyê de li çi difikirî, wan çi dikir û di wê kêliyê de çi qasî bextewar bûn.
Bi vî awayî lêkoleran zêdetirî 23 hezar ramanên nivîskî bi dest xistin ku guherîna wan a di dirêjahiya rojê de nîşan didan.
Serê sibehê û nava rojê ramanên hişmend ên li ser kar serdest bûn. Lê di demjimêrên êvarê de guherîneke berçav ber bi çalakiyên civakî û dema vala ve hat dîtin.
Yanî çalakiya ku dihat kirin, ramanên hişmend diyar dikirin.
Gelo Stoîkî rast bûn?
Beşeke lêkolînê gotineke navdar a Qeyserê Romayê û fîlozofê Stoîk Marcus Aurelius ceriband.
Lêkoleran ew gotin wiha wergerand: "Bextewariya jiyanê bi kalîteya ramanên te ve girêdayî ye."
Wan tesbît kir ku awayê ramanê mirovan, ji hemû faktorên din ên ku hatine lêkolînkirin baştir nîşan dide bê ka ew kes bextewar in an na.
Tîmê wiha nivîsî, "Dibe ku Marcus Aurelius di vê mijarê de rastiyek dîtibe."
Tiştekî balkêş ew bû ku qadên cihêreng ên jiyanê di demên herî neguncav de bi zorê diketin nav hişê mirovan.
Wekî mînak, tevî rîtma rojane ramanên li ser kar piştî bidawîbûna dema kar jî diketin serê piraniya beşdaran.
Ev yek bi taybetî di dema têkiliyên civakî yan jî xwarinê de diqewimî. Yanî karê mirovan bi wateya xwe ya rastîn li pey wan diçû malê.
Ji sedî 50yê ramanan ne bi zanebûn in
Bi giştî, tenê nîvê tiştên ku mirov li wan difikirîn hişmend bûn.
Nîvê din ramanên xwezayî (intrusive) an jî xeyalên nava rojê bûn û bandora wan li ser hestê başbûnê hebû.
Berçav bû ku cureyê ramanan, li gorî çalakiya wê kêliyê, demografî û statuya sosyoekonomîk bi hev re bandoreke mezintir li hestê bextewariyê dikir.
Nivîskaran hesiband ku nîvîkirina ramanên bi destê xwezayê heman zêdebûna bextewariyê çêdike ku zêdebûneke ji sedî 23 ya dahatê çêdike.
Ji ber vê yekê, şiyana ramana bi zanebûn dikare bi awayekî berçav bextewariya kesane diyar bike.
Nêzîkî pêncyeka hemû ramanên tomarkirî li ser hestên laşî û têgihiştinên hestyarî bûn.
Di nav wan de westiyan û pêdiviya bi xewê li ser cîhana ramanan serdest bûn.
Ev raman li cem cureyê ramanwerê bedenhizir, li gorî hersê cureyên din yek û nîv qatî zêdetir bûn.
Her wiha komeke serekî ya diyar a cureyê bedenhizir hebû. Ji sedî 64ê beşdarên di vê komê de jin bûn û bi navîniya 32 saliyê herî ciwan bûn.
Heman cure, bi ji sedî 28an re herî zêde xwediyê ramanên nexwestî û xwezî bû û hesta bextewariya wan a giştî kêmtir bû.
Mirov çi qasî li ser seksê difikirin?
Piştî ramanên derbarê laş de, di ji sedî 17ê bersivan de mijar kar bû.
Di van ramanan de hevpîşe kêm caran dibûn mijar, li şûna wê bi piranî lîsteyên peywiran û demên bidawîbûna karan hebûn.
Ji sedî 14ê ramanên hişmend û nehişmend li ser xwarinê bûn. Tenê ji sedî 10ê ramanan bi hobî, lîstik, huner û dema xweş ve girêdayî bûn.
Nirxandinê her wiha nîşan da ku dibe xwestekên piraniya mirovan xwestekên gelekî sade bin.
Di nîvê rewşan de mijar xwarin an jî vexwarin bû û bi taybetî jî qehwe bû.
Xwesteka bêhnvedanê, xeweke kurt an jî bi temamî xewê, ji sedî 29ê hewesan pêk dianî.
Seks û têgehên pê ve girêdayî di ramanên piraniya mirovan de hema bêje qet cih nedigirtin.
Heke em bi awayekî zelal bibêjin, tenê 25 caran derketine pêş.
Rola kêm a seksê di ramanên rojane de lêkoler matmayî hiştin. Wan pêşbînî kir ku dibe ku hejmara rasteqîn zêdetir be.
Ji ber ku ji ber normên civakî û hesta şermê dibe ku beşdar di vê mijarê de ne bi temamî rastgo bûbin.
Nêzîkî çaryeka hemû daxwazên tomarkirinê yên sepanê bêbersiv man.
Lêkoler diyar dikin ku dibe ku encamên wan bi hêsanî ji bo hemûyan neyên giştîkirin.
Hemû beşdarên lêkolînê mirovên rojavayî, xwenda û bi rêjeyî dewlemend bûn. Bi vê yekê ew tenê nûnertiya beşeke biçûk a nifûsa cîhanê dikin.
Lêkoleran ji amarên xwe çar cureyên ramanweran destnîşan kirin.
Ev cure bi wê yekê dihatin naskirin ku ramanên wan gelek caran li dor heman mijaran dizivirin.
Kategoriyên ku hatine destnîşankirin taybetmendiyeke ravedar (illustrative) hene û divê wekî dogmatîk (teqez) neyên fêmkirin.
Kesên kûrfikir
Di cureyê ramanweriya kûrfikir de, raman gelek caran li ser bûyerên cîhanê dizivirin.
Mijarên siyasî û civakî li cem wan li gorî navîniya beşdaran ji sedî 60 zêdetir cih digirin ku ev ji şeran bigire heta pandemiya Koronayê ya wê demê di nav xwe de dihewîne.
Her wiha tenduristî û ewlehiya wan a kesane jî ji navîniyê zêdetir wan mijûl dike. Ev rêje nêzîkî yek û nîv qatî ji yên din zêdetir e.
Têgehên ku ji bo vê komê gelekî taybet in ev in: Covid, hişyar, tenê, êş, birçî û westiyan.
Hûrgiliyeke balkêş ev e ku hema bêje ti komeke din ew qasî li ser muzîkê nafikire.
Ev kom nêzîkî du qatê navîniyê zêdetir li ser muzîkê difikire. Lêkoler pêşbînî dikin ku ev yek coreyekî xwerêkxistinê (self-regulation) ye ku bi rêya wê, ev kes barê ramanên xwe yên din sivik dikin.
Kesên malbatî
Cureyê duyem ê ramanweriyê ango kesên malbatî bi temamî li ser pratîkê disekinin.
Di vê komê de raman bi awayekî berçav li gorî navîniyê zêdetir li ser jiyana rojane ya li malê ne.
Karên malê, xaniyê xwe û aborî her yek nêzîkî yek û nîv qatî zêdetir tên dîtin.
Li gel vê, çîrok di serê wan de xwedî cihekî sabît in, çi wekî fîlm, pirtûk an jî rêzefîlman bin. Lê belê tiştekî balkêş ew e ku têgehên taybet ên vê komê ne yekgirtî ne.
Di nav wan de peyvên çareserkirin, karkirin, nîqaşkirin û belgekirin hene.
Kesên bedenhizir
Cureyê sêyem ê ramanweriyê bi temamî bi laş ve mijûl e. Ti koma din balê nade ser hundirê xwe ew qasî - li ser hestên laşî û ezmûna xwe û derdora xwe.
Ji aliyê demografîk ve ev cure gelek caran derdikeve pêş.
Bi navîniya 32 saliyê, ew ji her çar cureyan yê herî ciwan e û jin hema bêje du ji sê parên vê komê pêk tînin.
Di heman demê de, ev ramanwer herî zêde ji wan ramanên ku ji nişka ve tên dikişînin.
Zêdetirî çaryeka ramanan (ji sedî 28) wekî ramanên xwezayî (intrusive) tên dîtin.
Têgehên tîpîk ên ku di ramanên wan de derdikevin holê wekî terapîst, êş û bêzar in.
Karîyerîstên kêfhez
Cureyê çarem di mêjiyê xwe de di nav du cîhanan de dijî. Serê wan di navbera kar û dema vala de diçe û tê.
Ev kom li gorî navîniyê nêzîkî yek û nîv qatî zêdetir li kar difikire.
Tevî vê yekê, ji bo hobî, lîstik û karên afirîner jî cihekî zêde dimîne. Çimkî ev mijar jî bi qasî çaryekekê ji navîniyê zêdetir in. Encam balkêş e.
Di nav her çar cureyan de ev ramanwer herî zêde pere qezenc dikin û di heman demê de yên herî bextewar in jî.
Hejmara mêran di vê komê de piçekî zêdetir e. Di nav têgehên ku cîhana wan a ramanan diyar dikin de peyvên bêhnvedan, pêşkêşî, firîn, proje û salona werzişê hene.



