Amed (Rûdaw) - Şampiyonê cîhanê yê pîzayê Hakki Akdenîzê ku Kurdekî ji navçeya Farqînê ya Amedê ye, cureyeke nû ya pîzayê ya bi pincarên xwezayî da nasîn.
Şampiyonê Kurd li Amedê di bin banê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Kooperatîfa Keymayê de atolyeyeke pîzayê vekir û jinên Kurd fêrî çêkirina pîzayê dike.
Ev xwarin ji pîzayên klasîk ên cîhanê gelekî cudatir e ku tê de pirpar, qelî, sîrim, gulik û gelek giya û pincarên herêmî hene û ji ber vê yekê jê re dibêjin “pîzaya Kurdan”.
Hakki Akdenîzê ku li Amerîkayê dijî, bi vê minasebetê vegeriyaye bajarê xwe Amedê da ku tecrubeya xwe bi jinên Kurd re parve bike.
Hakki Akdenîz qala çîroka vê pîzayê kir û wiha got:
“Dema ez biçûk bûm, dêya min ji me re pincar çêdikir.
Hêk dişikand, pincar û hêk li nava hev dixist û ji me re amade dikir.
Wê demê xwarina herî erzan ew bû lê pir bi tam bû.
Xwezî dêya min îro li vir bûya û dîsa ji min re çêkira.
Min îro pîzaya wê çêkir û ez gelekî kêfxweş im.
Îsotên Dîcleyê, pirpara Farqînê, spanax û hêk tê de hene.
Hemû tiştên ku min bi kar anîne yên Kurdan in.”
Giya û berhemên organîk ên herêmî
Hemû berhemên ku di çêkirina vê pîzayê de tên bikaranîn organîk in û ji baxçe û zeviyên cotkarên herêmê tên komkirin.
Şagirta atolyeyê Ceyhan Aktoprakê li ser vê tecrubeyê got:
“Zarokên me ji pîzayê gelekî hez dikirin û xwarinên me nedixwarin.
Me berhemên xwe ji baxçeyên xwe berhev kirin, anîn Keymayê û me pîza çêkir.”
Şagirteke din a bi navê Elîfê jî li ser pêkhateyên pîzayê got:
“Nok, pirpar, pîvaz, penîrê Diyarbekirê, sîrim û qelî tê de hene.”
Miqedes Akapê jî kêfxweşiya xwe anî zimên:
“Bi rastî jî ev pîzaya me ye, pîzaya Kurdan e.”
Kooperatîfa Keymayê dixwaze vê pîzayê bixe bazarê û eger xelk jê hez bike, dê li xwaringehan bi markaya xwe were pêşkêşkirin.


