Hewlêr (Rûdaw) - Muzîkologê ji Amedê Weysî Varli, di encama lêkolîneke berfireh a li ser muzîka Kurdî de derxist holê ku ji 28 hezar berheman 4 hezar û 971 stran bêyî ku navê çavkaniyê were diyarkirin, hatine Tirkîkirin û weşandin.
Varli destnîşan kir ku bi taybetî melodiya stranên Kurdî hatine wergirtin, bi zimanên cuda hatine gotin û koka gelek berheman hatiye veşartin.
Muzîkolog Weysî Varliyê ku bi eslê xwe ji navçeya Sûrê ya Amedê ye, bi salan e li ser dîroka muzîka Kurdî û koka berheman xebatên arşîvê dike.
Varliyê ku sala 1975an dest bi muzîka Kurdî kiriye, sala 1977an bi Dilgeş û Brader re di koma "Dengê Şoreş" de cih girtiye.
Varliyê ku heta niha zêdetirî 100 gotinên stranan nivîsandine, piştî sala 1988an dev ji stranbêjiyê berda û xwe da dû bersiva pirsa "Muzîka Kurdî çi ye?"
Weysî Varli bû mêvanê bultena Rûdaw TVyê ku ji aliyê Hêvîdar Zana ve tê pêşkêşkirin û ragihand ku di encama lêkolînên xwe yên bi salan de 28 hezar stran lêkolîn kiriye û ji wan 4 hezar û 971 stran hatine Tirkîkirin.
"Rîtmên ku ruh didin muzîkê heman rîtm in"
Varli destnîşan kir ku bingeha lêkolîna wî li ser rûdaneke di dawetekê de pêk hatiye. Wî dîtiye ku straneke Kurdî ya ku wî bi xwe gotiye, bi zimanekî cuda jî tê gotin û vê yekê rê li ber lêpirsîna wî ya akademîk vekiriye û li ser wê sedemê wiha axivî:
"Wê demê min dest bi lêkolîna li ser pênaseya 'Muzîka kurdî çi ye?' kir.
Min dawî li performansa tembûr û stranbêjiyê anî û ez bi tevahî li ser lêkolînên muzîkê hûr bûm.
Ez ji sala 1988an vir ve vê xebatê bi rêkûpêk dimeşînim. "
Varli da zanîn ku di lêkolînên xwe de bi taybetî li ser rîtmên govend, şîn, şer û kar sekinî ye û dîtî ye ku melodiya hinek berhemên Kurdî bi gotinên Tirkî hatine xwendin û wiha anî ziman, "Yên ku ruh didin muzîkê; rîtmên kar, şîn, şer û tevgera laş in.
Di hinek berhemên Kurdî û Tirkî de melodî bi heman awayî ne lê gotin cuda ne. Vê yekê bala min kişand."
Di arşîvan de ket şopa berheman
Varli diyar kir ku di çarçoveya lêkolîna xwe de di nav arşîvên cuda de li berheman geriyaye û hinek stran di tomarên fermî de nînin, lewra wî ev berhem di nav kaset, albûm û arşîvên kesane de şopandine.
Muzîkolog Varli diyar kir ku bi taybetî berhemên herêmên wekî Amed, Riha, Dîlok, Gumgum û Dêrsimê bi navên cuda hatine tomarkirin û hinek stran jî wekî "stranên Kerkûkê" hatine nasandin.
Varli her wiha da zanîn ku hinek berhemên di repertuwara Celal Guzelses de jî bi koka xwe Kurdî ne û hinek stranên hunermendê navdar ê Kurd Hesen Zîrek jî di bin navê "stranên Kerkûkê" de hatine Tirkîkirin.
"Pirsgirêk ne tenê Tirkîkirin e, pirsgirêk nedana çavkaniyê ye"
Varli bal kişand ser wê yekê ku mesele ne tenê bi Ttirkî gotina berhemên Kurdî ye, pirsgirêka sereke ew e ku nayê diyarkirin ev berhem aîdî kê ne û ji kîjan çandê tên.
Varli anî ziman ku melodiyên Kurdî bi gotinên Suryanî, Ermenî, Erebî û Farisî jî hatine xwendin û got ku şîrovekirina stranekê ya bi zimanên cuda û veşartina koka wê du tiştên ji hev cuda ne.
Varli destnîşan kir ku mirov dikare ji rîtm, awaz, pîvan û şêwazên dansê fehm bike ku stranek aîdî muzîka Kurdî ye û wiha got:
"Gelek hêsan e mirov îsbat bike ku berhemek aîdî muzîka Kurdî ye lê îsbatkirina ku ew aîdî kîjan kesî ye pir zehmet e."
Standina mafên telîfê zehmet e
Varli li ser pirsa "Gelo mafên telîfê yên berhemên hunermendên Kurd ku bêyî destûr hatine bikaranîn çawa dikarin bi paş ve werin wergirtin?" got ku li Tirkiyeyê yekîtiyên pîşeyî yên muzîkê hene lê îsbatkirina xwediyê berhemên kevn gelekî zehmet e û wiha pê de çû:
"Dema ku berhemek di nav salan de dibe anonîm û dibe parçeyek ji muzîka gelêrî, îsbatkirina xwediyê wê zehmet dibe.
Ji ber vê yekê lêkolînên zanistî û xebatên arşîvê pir girîng in."
Li ser hewldanên parlamenterên DEM Partiyê yên ji bo avakirina komisyoneke lêkolînê ya di parlamentoyê de, da ku ev maf werin vegerandin, Varli diyar kir ku ew li ser encamgirtinê zêde hêviya wî nîne.
Varli got ku ji bo xebateke wihareng encam bide, divê komisyoneke ji mirovên pispor ên di warê dîroka muzîkê û arşîvgeriyê de pêk were.

.jpg&w=3840&q=75)
