Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Mem Ararat dê meha Çiriya Paşîn li bajarên Stenbol û Enqereyê yên Tirkiyeyê bi 2 konseran derkeve ser dikê.
Her du konser jî dê bi organîzasyona Si Produksiyonê werin lidarxistin.
Konsera yekem dê 8ê Çiriya Paşîn saet 21:00an li Navenda Nîşandanê ya Bostanciyê ya Stenbolê bê lidarxistin.
Deriyên salonê dê saet 19:30î ji bo beşdaran werin vekirin.
Konsera duyem jî dê 11ê Çiriya Paşîn saet 20:30an li Navenda Kongre û Hunerê ya Nazim Hîkmetê ya li Enqereyê were sazkirin.
Li gorî agahdariya organîzasyonên bernameyê, ji bo hemû beşdaran bilêt mecbûrî ye.
Zarokên di bin 7 saliyê re nikarin bikevin qada konserê.
Her wiha zarokên di bin 14 saliyê re jî tenê dikarin li gel dê û bavên xwe beşdarî konserê bibin.
Mem Ararat kî ye?
Mem Ararat sala 1981ê li gundê Girkê Şêxê yê navçeya Dêrikê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Wî xebatên xwe yên profesyonel ên muzîkê sala 2013an bi albuma xwe ya yekem a bi navê "Quling, Ewr û Baran" da destpêkirin.
Ararat di demeke kurt de eleqeyeke mezin ji hezkiriyên muzîkê dît.
Hunermendê Kurd pişt re albumên bi navên "Kurdîka" (2016), "Xewna Bajarekî" (2018), "Niştiman" (2019), "Pesna Evînê" (2019) û "Keskesor" derxistin û di cîhana muzîka Kurdî de cihekî berbiçav girt.
Mem Ararat muzîka kevneşopî ya Kurdî bi awayê nûjen û modern re dike yek.
Ew piraniya gotin û awazên stranên xwe bi xwe dinivîse û çêdike.
Hunermendê navdar bi stranên xwe yên wekî “Payîz”, “Zozan”, “Xatirxwestin”, “Çîçekê”, “Ji Êvareka Amedê”, “Evîna Du Çiya” û “Dilo Ez Bimirim” bûye yek ji dengên herî zêde tê guhdarîkirin.



