Hewlêr (Rûdaw) - Di mehên Çiriya Pêşîn, Çiriya Paşîn û Kanûna Pêşîn de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê liv û tevgereke xurt a konseran dest pê dike û bi dehan hunermend derdikevin pêşberî hezkiriyên xwe.
Hunermendên navdar ên wekî Şivan Perwer, Delîl Dîlanar, Xêro Ebas, Rojda, Xecê, Rewşan, Jan Axîn, Metîn û Kemal Kahraman, Alî Doğan Gonultaş, Kerem Sevînç, Turan Şengul û Mehmet Akbaş bernameyên xwe yên nû ragihandin.
Şivan Perwer li Almanyayê derdikeve ser dikê
Hunermend Şivan Perwer li Almanyayê bi şeveke taybet a muzîkê bi guhdarên xwe re tê ba hev.
Konsera Şivan Perwer dê 13ê Kanûna Pêşîn li bajarê Aachenê yê Almanyayê li salona Eurogress Aachenê bê lidarxistin.
Dê deriyên salonê saet 18:00an vebin û bername jî saet 20:00an dest pê bike.
Konsera Delîl Dîlanar a li Wanê
Li Bakurê Kurdistanê jî amadehiyên konseran bê navber berdewam dikin.
Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ji bo xelkê bajêr konsereke bêpere saz dike.
Di vê çarçoveyê de hunermendê dengxweş ê muzîka Kurdî Delîl Dîlanar dê 1ê Çiriya Paşîn li Qada Bajêr a Wanê bi hezkiriyên xwe re bicive.
Konser dê saet 15:00an bi hevkariya Gerînendehiya Karên Çand û Civakî û Komîsyona Çand, Huner û Turîzmê ya Şaredariya Rêya Armûşê bê pêşkêşkirin.
Turneya Xêro Ebas a li 3 bajaran
Hunermend Xêro Ebas jî di çarçoveya bernameyeke nû de li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê derdikeve ser dikê.
Xêro Ebas dê 28ê Çiriya Paşîn li Amedê li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoçê derkeve ser dikê.
Piştî konsera Amedê, Xêro Ebas dê 29ê Çiriya Paşîn li Mêrdînê li Otela Yay Grandê û 1ê Kanûna Pêşîn jî li Wanê li Salona Konferansê ya Otela Hiltonê konserên xwe pêşkêş bike.
Her 3 konserên Xêro Ebas dê saet 20:00an dest pê bikin.
Rojda li Şemrexê û Jan Axîn li Cizîrê ye
Hunermend Rojda jî di çarçoveya Festîvala Dimsê ya Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê de derdikeve ser dikê.
Konsera Rojdayê dê 28ê Çiriya Pêşîn li navçeya Şemrexê were lidarxistin.
Li aliyê din, hunermend Jan Axîn jî 20ê Çiriya Paşîn li navçeya Cizîrê ya Şirnexê derdikeve pêşberî guhdarên xwe.
Konsera Jan Axîn dê saet 20:00an li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê dest pê bike.
Xecê li Amedê, Rewşan li Enqereyê ye
Hunermend Xecê piştî navberekê careke din li Amedê stranên xwe dibêje.
Konsera Xecê dê 3yê Kanûna Pêşîn li Amedê pêk were.
Xecê li ser vê bernameyê got:
"Min gelekî bêriya we kiriye. Heger we jî bêriya me kiribe ji niha ve cihê xwe veqetînin û werin em bi hev re demeke pir xweş derbas bikin."
Her wiha hunermend Rewşanê jî ragihand ku ew dê 14ê Kanûna Pêşîn li Enqereyê li salona Congressiumê konsereke berfireh pêşkêş bike.
Turneya Alî Doğan Gonultaş a li Ewropa û Tirkiyeyê
Hunermend Alî Dogan Gonultaş salnameyeke dûrûdirêj a ji bo meha Çiriya Paşîn û Kanûna Pêşîn ragihand.
Alî Dogan Gonultaş dê li bajarên Kocaelî û Stenbolê yên Tirkiyeyê û li bajarên Basel, London, Duisburg, Koln, Essen, Hannover, Berlîn, Lubeck, Hamburg, Frankfurt, Munîh, Bielefeld, Amsterdam û Rotterdamê derkeve ser dikê.
Turneya wî 3yê Çiriya Paşîn li Kocaeliyê dest pê dike û 13ê Kanûna Pêşîn li Stenbolê bi konsera danasîna albumê ya li gel Seîde Goyî bi dawî dibe.
Konserên din ên demsalê
Di salnameya konseran de gelek bernameyên din jî cih digirin:
Metîn û Kemal Kahraman 31ê Çiriya Pêşîn li Enqereyê li Weqfa Çandê ya Anadoluyê ya Hacî Bektaşê Welî û 13ê Çiriya Paşîn jî li Manavgata Antalyayê derdikevin ser dikê.
Projeya NÂRê ya hunermend Mehmet Akbaş bi hevkariya hilberînerê muzîkê Erdem Altinses, muzîkjen Cenk Şanlioglu, Thomas Sauerborn, stranbêj Zelal Cengîzhan, Eylem Kulahçi û danser Lale Xanê li Almanyayê tê pêşkêşkirin.
Konserên vê projeyê dê 12ê Çiriya Paşîn li Heidelbergê, 13ê Çiriya Paşîn li Wuppertalê û 15ê Çiriya Paşîn jî li Dortmundê bi stranên Kurdî, Ermenî, Erebî, Tirkî û Almanî bên lidarxistin.
Kerem Sevînç dê 21ê Çiriya Paşîn li Stenbolê li Muzexaneya Laleyê ya Emîrganê bi orkestraya xwe konserekê bide.
Turan Şengul jî dê 6ê Çiriya Paşîn li Îzmîrê li ser dika Defxaneyê stranên xwe yên bi Kurdî û Tirkî bêje.

.jpg&w=3840&q=75)

