Stenbol (Rûdaw) - Hunermendê navdar Mehmet Atliyê ku di qada muzîkê de zêdetirî 30 salî li pey xwe hiştiye, roja înê li Stenbolê bi konsereke bi coş derket pêşberî hezkiriyên xwe.
Mehmet Atli di çarçoveya turneyeke konseran de doh 6ê Çiriya Paşîn li Navenda Çandê ya Cemîl Candaşê ya li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê şevek li rêwîtiya xwe ya hunerî zêde kir.
Hunermendê Kurd bi stranên xwe yên bi Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) dilê guhdarên xwe xweş kir.
"Ez dixwazim li Başûr konseran saz bikim"
Mehmet Atli ji Rûdawê re axivî, kêfxweşiya xwe ya ji bo konsera li Stenbolê anî zimên û got:
"Konserên li Stenbolê her tim xweş derbas dibin.
Maşallah Kurd li her derê ne. Va ye bû 31-32 sal ku ez bi karê muzîkê re mijûl dibim.
Ez hêvî dikim ku di demeke nêzîk de li Başûrê Kurdistanê jî konseran saz bikim."
Hezkiriyên wî çi gotin?
Kurdên li Stenbolê yên ku bi govend û coşeke mezin hola konserê dagirtibû, ji bo Rûdawê hestên xwe anîn zimên û bal kişand ser deng û awazên taybet ên Mehmet Atli.
Hunermenda Kurd û Fransiz Piya Coline Ozçelîkê got:
"Bi zindî guhdarîkirina wî tiştekî gelekî cuda ye.
Mehmet Atli dê bi stranên xwe yên xweş, bi helbestên xwe û yên helbestvanên cuda repertuwareke dewlemend pêşkêşî me bike."
Welatiya bi navê Selda Adiyamanê jî da zanîn:
"Ez ji zû ve Mehmet Atli nas dikim û guh didim stranên wî."
Welatiya bi navê Mizgîn Dîlanê jî kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî zimên:
"Em gelekî bi kelecan in. Ez cara yekem e têm konsera Mehmet Atli. Ji bo me şevek gelekî xweş û cuda ye."



