Hewlêr (Rûdaw) - Çapa nû ya pirtûka helbestan a nivîskar û helbestvana Kurd Fatma Savciyê ya bi navê "Bîra Birînê" ji aliyê Weşanên Avestayê ve hat weşandin.
Pirtûka ku bi çapa yekem bala gelek helbesthezan kişandibû, vê carê bi çapa xwe ya nû ji bo xwendevanên Kurdî hat pêşkêşkirin.
Agahiyên pirtûkê
Çapa nû ya "Bîra Birînê" ji 96 rûpelan pêk tê.
Pirtûk ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatiye çapkirin û li pirtûkfiroşên serhêl û derhêl ji bo xwendevanan hatiye pêşkêşkirin.
Rêzikên ji kitêbê
Di metna danasînê de, beşeke ji helbesta wê ya bi navê "Çemê Xewnê" hatiye parvekirin ku rihê giştî yê dîwanê radixw ber çavan.
“Gere te ji bîr nekiribaya ku em ê li her derê xerîb bin.
xem nake.
belkî em di xewna şevê de
li beharekê
liqayî siwariyê berê werin
ew çîrokên li dûr
xeyalên kûr bikin paşila me...
piştî siwariyan
genim bide newqa me,
em milek şoqila çûkan bidin hev
beybûn li cil û rûyê me vedin...
ji destên te, bîna kevzê tê, tu ji kîjan çemê xewnê tê dîsa?
em bi dîtina siwariyan ser xwe ve herin,
di neynika ku kirine destê me de,
li xeyalên xwe yên zarok binêrin,
ji kêfa bibetilin
û li ber gola miradan
di sînga zarokatiya hev de
di ber nêrgizan re di xew re herin…”
Fatma Savci kî ye?
Fatma Savci sala 1974an li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Wê di temenê xwe yê ciwan de sala 1992yan hat girtin û 12 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de ma.
Savciyê bingeha nivîsandina helbest û çîrokên xwe di girtîgehê de danî û piştî berdana xwe ji ber şert û mercên siyasî koçî Ewropayê kir û li Swêdê bi cih bû.
Helbestvana Kurd bi pirtûkên xwe yên wekî "Gulên Qasid", "Xewnên Zîvîn", "Şewq û Payiz" û "Bîra Birînê" di nav wêjeya nûjen a Kurdî de bû xwedî stîl û dengekî diyar.



