کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Derhênerê sînemayê Mustafa Altioklar / Wêne: Arşîv

Derhênerê sînemayê Mustafa Altioklar / Wêne: Arşîv

Huner

Mustafa Altioklar: Dema ku Kurd tevahiya fîlmekî çêdikin, çima jê re bê gotin fîlmê Tirkan?

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

18-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran18-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Mahsun Kirmizigul piştî 26 salan axivî: Xwezî min bi Ahmet Kaya re hevdîtin bikira
Huner16-11-2026

Mahsun Kirmizigul piştî 26 salan axivî: Xwezî min bi Ahmet Kaya re hevdîtin bikira

‘Keçka Nisêbînê’ sêwî ma: Hozan Kilamedîn koça dawî kir
Huner16-11-2026

‘Keçka Nisêbînê’ sêwî ma: Hozan Kilamedîn koça dawî kir

Pervîn Chakar bi hevkariya Zanîngeha Silêmaniyê masterclassekê li dar dixe
Huner16-11-2026

Pervîn Chakar bi hevkariya Zanîngeha Silêmaniyê masterclassekê li dar dixe

Hewlêr (Rûdaw) -  Derhênerê sînemayê Mustafa Altioklar got, “Dema ku Kurd tevahiya fîlmekî çêdikin, çima jê re bê gotin fîlmê Tirkan?”

Lîstikvanê navdar û xwedî tecrube yê Tirkiyeyê Haluk Bîlgîner piştî ku beriya demekê di hevpeyvînekê de têgeha “Sînemaya Tirkan” red kiribû û “Sînemaya Tirkiyeyê” rasttir dîtibû, niha li ser torên civakî dîsa bûye rojev.

Ev nêrîna Bîlgîner di serdemekê de tê anîn zimên ku bi salan e têgeha “Sînemaya Tirkan” tê bikaranîn û dema ku “Sînemaya Tirkiyeyê” tê bilêvkirin, ji beşeke zêde ya xelkê re xerîb tê yan jî li hesabê wan nayê.

Li hemberî vê yekê, neteweyên din û bi taybetî jî Kurd nerazîbûna xwe ya li dijî wan têgehên ku bi peyva “Tirk” ve hatine girêdan nîşan didin û pêşniyar dikin ku têgeha “Tirkiye” bê bikaranîn da ku hemû neteweyan li xwe bigire.

Gotinên Haluk Bîlgîner bi taybetî li ser torên civakî bûne cihê nîqaşê.

 “Bi kîjan mafî jê re dibêjin fîlmê Tirkan?”

Piştî ku têgehên “Sînemaya Tirkan” û “Sînemaya Tirkiyeyê” bûn rojev, Derhênerê sînemayê Mustafa Altioklar jî tevlî nîqaşê bû û pirsî, dema ku berhemek bi tevahî ji aliyê Kurdan ve tê amadekirin, hûn bi kîjan mafî jê re dibêjin Sînemaya Tirk?

Mustafa Altioklar tevlî vê nîqaşê bû û di weşana zindî ya toreke civakî de qonaxên berhemanîna fîlmekî anîn zimên û got:

“Yê ku çîrok nivîsiye Kurd e, yê ku kiriye senaryo Kurd e, derhêner Kurd e, lîstikvan Kurd in, berhemhêner Kurd e, hema bêje hemû personelên derhêneriyê Kurd in û ev hemû jî Kurdên Tirkiyeyê ne. Vêca hûn çawa ji vî fîlmî re dibêjin fîlmê Tirkan? Bi kîjan mafî?”

Haluk Bîlgîner pirs rast kiribû

Lîstikvan Haluk Bîlgîner di bernameyekê de dema ku pirsa “Nêrîna we li ser sînemaya Tirkan çi ye?” jê hatibû kirin, pirsa pêşkêşvan wekî “Sînemaya Tirkiyeyê” rast kiribû û vê yekê nîqaş bi xwe re anîbû.

Di demekê de ku hinek hunermend têgeha “Tirk” bi kar tînin, hinekên din jî parastina wê yekê dikin ku têgeha “Tirkiye” rasttir e ji ber ku hemû kesên li wî welatî dijîn li xwe digire.

Madeya 66an a Destûra Bingehîn

Li gorî madeya 66an a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, hemû welatiyên ku bi sînorên Komara Tirkiyeyê ve girêdayî Tirk in.

Têgehên wekî Artêşa Tirkan, Alaya Tirkan, Gelê Tirk û gelekên din jî li ser vê bingehê tên bikaranîn.

Ev yek di demekê de ye ku beşek ji Tirkan bi xwe jî bikaranîna peyva “Tirk” bi vî rengî rast nabînin û dibêjin ku ev tenê Tirkan li xwe digire û li hemberî neteweyên din cudakarî ye.

Pirsên