Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamuşanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê xwarinên zivistanê tên amadekirin.
Yek ji wan xwarinan jî ku li vê navçeyê bi nav û deng e xwarina rişteyê ye ku zivistanê bi gelek şêwazan tê çêkirin.
Li taxeke vî bajarî çend mal alîkariya hev dikin û bi hev re rişteyê amade dikin.
“Em bi destan çêdikin, tama wê cuda ye”
Selma Yavuz diyar kir ku tama rişteyê ji ya meqerneyê xweştir e û got:
“Şeva din min hevîr kiribû. Sibehê tevî cîranan me dest bi çêkirinê kir.
Me bi makîneyê bir û li ser ta li ber tavê raxist.
Wekî meqerneyê ye lê tama wê cuda ye, em bi destan çêdikin û ji meqerneyê xweştir e.”
Ji bo çêkirina rişteyê, destpêkê hevîr dikin, çend demjimêran dihêlin û paşê dikin girêk, bi şûpik (tîrik) vedikin.
Piştre bi makîneyê dikin rîşik. Wan rîşikên hevîr dû demjimêran li ser ban li ber tavê dadileqînin.
Piştî hişk bûn hinekî dixin firinê û bi agirekî kêm sor dikin lê hinekî jî ne sorkirî hiltînin, da ku zivistanê bikin xwarin.
Hikmet Yavuz diyar kir ku çêkirina rişteyê zehmet e û got, "Ev kar hinekî zehmet e, ji bo vekirinê hinekî hêzê dixwaze.”
“Dema mirov pîr dibe êdî van karan dike”
Aziz Altunun jî wiha anî ziman:
“Em rişteya zivistanê çêdikin, em alîkariya jinan dikin.
Dema mirov pîr dibe û malnişîn dibe êdî van karan dike.”
Rişte ku şiklê wê dişibe meqerneyê li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê tê çêkirin.
Carinan wekî meqerneyê tê amadekirin, carinan jî wek şorbeyê di rojên sar ên zivistanê de reng dide sifreya welatiyan.


