Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê Gaming Istanbul ango Festîvala Lîstik û Sepanên Dijîtal bi rê ve diçe.
Pêşketina teknolojî û zanistê li her aliyê cîhanê rê û rastiyên nû dide pêşiya mirovahiyê.
Yek ji wan jî cîhana lîstikên dijîtal ango rastiya derveyî cîhana rasteqîn e.
Li ser rûyê cîhanê qebareya vê qadê her ku diçe zêde dibe û rikaberiyeke bi milyon dolaran berdewam dike.
Bi milyonan xort û xelk her roj bi seatan li ser compîterên xwe di vê cîhana derveyî rasteqîniyê de him jiyaneke nû ji xwe re ava dikin him li wê cîhanê her cor rabûn û rûniştina xwe ava dikin.
Li Stenbolê festîvaleke balkêş a vê cîhanê bi rê ve diçe û bi sedan kes bi kostum, make up û aksesûarên ciyawaz beşdarî dibin.
Rikaberiya cîhana rasteqîn û ya dijîtal gur dibe
Ew xelkê ku ji nava bajêr, ji jiyana rastîn dipekin nava vê hola festîvalê ew dê beşdarî gerdûn û cîhaneke dijital bibin.
Li hundirê vê hola mezin qerebelixeke yekcar zêde, wiha bi awêne û cilûberg û nîşaneyên cîhaneke din li hev kom bûye û wekî tu di nava sepaneke çêkirî de bî.
Ew der Gaming Istanbul ango Festîvala Lîstik û Sepanên Dijîtal e.
Beşdara bi navê Aybuke got, “Dema ku ez bi lîstikan derbas dikim diguhere.
Dema dibistan hebe kêm dibe lê dema dibistan nebe ez gelekî dilîzim.
Helbet gelekî xweş e ku tu hin tiştan bihêlî û ji xwe re bi van lîstikan bilîzi, li şûna ku tu kar bikî.”
“Lîstik di jiyana min de deriyekî nû vedikin”
Beşdara bi navê Mertcan Kusen diyar kir “Ez leşkerê karekterekî fîlma Star Wars im.
Lîstik di jiyana min de cihekî girîng digirin. Deriyekî nû ji bo min li jiyanê vedikin.
Ez bi hevalên xwe re li wir çalaktir dibim. Herwiha ji bo kifşkirina tiştên nû jî derfetekê pêşkêşî min dikin.”
Li gorî nêrînekê, cîhan êdî diqulipe vê alemê û piştî demekê dê mirov jiyana xwe di nava van sepan û lîstikên dijîtal de ava bikin û ew bingeh hatiye danîn.
Li cîhanê qebareya lîstikên dîjîtal gihîştiya 200 milyar dolarî
Amarên berdest didin nîşan ku qebareya vê bazarê li seranserê cîhanê gihiştiye keviya 200 milyar dolarî.
Nêzikî 3 milyar kes bi awayekî beşeke jiyana xwe li vir lê dikin.
Çêker Cenk Meral wiha anî ziman, “Ciwanên Tirkiyeyê ji lîsitna van lîstikan gelekî hezdikin.
Valahiyeke wiha derket û gelekî baş e. Em jî wekî kompanyayn lîstikan diafirînin.
Me di vê qadê de valahiyek dît û me rabû dest bi vî karî kir ji ber ku di kategoriya me de pir lîstik nedihatin çêkirin.”
Li Tirkiyeyê bazara lîstikên dijîtal nêzikî 1,4 milyar dolaran e
Tirikye jî yek ji wan welatên pêşketî ye di warê afirandina sepan û lîstikên dijîtal de.
Hejmara kesên ku bi awayekî pere ji bo vê qadê xerc dikin gihîştiye dora 12 milyon kesan.
Para Tirkiyeyê di nava bazara global de gihîştiye nêzikî 1,4 milyar dolaran.
Stenbol sala çûyî piştî Londonê duyemîn bajar bû ku peymanên herî zêde yên sektorê lê hatine îmzekirin.
Ew festîval jî bi maweyê 3 rojan dê derdora 30 hezar kesî li xwe bigire û beşdar dê sepan û lîstikên nû biceribînin.


