Dusseldorf (Rûdaw) - Eşkere bû ku karmendekî payebilind ê Saziya Koçberan a Swêdê, ji bo Îranê sîxuriya Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li wî welatî kiriye.
Li Swêdê dosyeyên penaberiyê û ew belgeyên ku penaxwaz didin hikûmetên Ewropayê veşartî û nehênî ne lê ew karmend dîsa jî ketiye nav dosyeyên penaxwazên Rojhilatê Kurdistanê û dijberên din ên Îranê.
Wî karmendî naveroka wan dosyeyan daye efserekî îstixbarata Îranê ku li Balyozxaneya Îranê ya li Stockholmê dixebitî.
Sîxurî çawa eşkere bû?
Ev sîxurî wê demê eşkere bû ku Dezgeha Îstixbaratê ya Swêdê (SAPO) guman li wî kesî kir û dest bi lêkolînê kir.
Li gorî îtirafa wî kesî ku ew bi xwe jî Îranî ye, efserekî îstixbarata Îranê pêwendî bi wî re daniye.
Ew efser çûye Saziya Koçberan û wî li wir serdana sîxurê xwe kiriye.
Wan gelek caran li Mall of Scandinavia ya li Stockholmê hevdû dîtiye.
Heta wî efserî alîkariya sîxurê xwe kiriye da ku pasaporta wî ya Îranê nû bike û ew serdana Îranê bike.
Efserên Îranî hatin derxistin
Piştî ku ev bûyer eşkere bû, hikûmeta Swêdê ew efserê îstixbarata Îranê ji Swêdê derxist.
Piştî demekê heman karmendî bi efserekî din ê îstixbarata Îranê re pêwendî daniye. Ew efser jî piştî eşkerebûnê ji Swêdê hat derxistin.
Lêkolînên îstixbarata Swêdê nîşan didin ku wî sîxurê Îranî yê di nav Saziya Koçberan a Swêdê de, rûpela yekem a pasaportên gelek penaxwazên Rojhilatê Kurdistanê daye komeke mafyayî ya bi navê "Bandidos"ê.
Pêwendiya bi grûpên mafyayî re
Swêdê berê jî Îran tawanbar kiribû ku ew komên mafyayî li Swêdê bi kar tîne.
Her vê hefteyê li Swêdê, ciwanekî ji Norwecê yê 16 salî salek û 6 meh ceza xwar.
Sedema cezakirina wî ew e ku eşkere bûye, wî xwestiye li ser daxwaza koma tawanbar a Foxtrotê kesekî li Swêdê bikuje.
Kurdê bi navê Rawa Mecîd serkêşiya vê komê dike û ew niha li Îranê ye.



