Hewlêr (Rûdaw) - Saziya darayî ya cîhanî Morgan Stanley Capital Internationala (MSCI) ku navenda wê li Amerîkayê ye, ragihand ku wan heta biryareke din, hinek dan û standinên di endeksên bazara pişkên Tirkiyeyê de rawestandine.
Saziya navneteweyî ya peydakara endeksan MSCI, di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya 15ê Çiriya Pêşîn de, sedema vê biryarê wekî "fikarên cidî yên saziyên veberhênanê yên li ser egera firotinên koordînekirî yên di navbera fonên holdîngan û hinek şîrketên biçûk de" nîşan da.
Saziyê diyar kir ku ev rewş zererê dide "rêkûpêkiya bazarê û baweriya bi rêjeya pişkên ku ji gel re vekirî ne."
MSCIyê diyar kir ku eger Tirkiye heta meha Hezîrana 2027an tedbîrên pêwîst wernegire û bi cih neyîne, dibe ku statuya endeksên Tirkiyeyê ji "bazara ku bi pêş dikeve" (emerging market) dakeve statuya "bazara sînor" (frontier market) an jî ya herî xerab "bazara serbixwe" (standalone market).
Kîjan dan û standin hatin rawestandin?
Li gorî biryara MSCIyê, ew dê êdî wan guherîn û zêdebûnên Rêjeya Veberhênerên Biyanî (FIF) û hejmara pişkan (NOS) ku di hejmartina endeksan de tên xebitandin, pêk neyîne.
Her wiha pişkên nû li Endeksa Veberhênanê ya Tirkiyeyê (IMI) nayên zêdekirin û şirket nikarin derbasî kategoriyên bilindtir ên qebareya bazarê bibin.
MSCI çi dixwaze û kîjan tedbîr pêwîst in?
Saziya navneteweyî radigihîne ku ew li bendê ye Tirkiye gavên "berbiçav û pêbawer" biavêje ku di nav wan gavan de “parvekirina di dema xwe de ya agahiyên hûrgilî yên derbarê xwediyên rasteqîn ên pişkan û her wiha danîna çavdêrî û sizayên bibandor a li dijî firotin û kirînên koordînekirî” derdikevin pêş.
MSCI dide zanîn ku hinek gavên rayedarên Tirkiyeyê hene lê pêwîst e ev gav di pratîkê de encamên demdirêj û pêbawer bidin da ku karibin bersiva daxwaz û pêdiviyên veberhêneran bidin.
Nêrîna pisporan: Veberhênerên biyanî dê du caran bifikirin
Aborînas û nivîskar Mustafa Sonmezê ku ji BBCyê re axivî, biryara MSCIyê wekî "hişyariyeke gelekî cidî" nirxand û got:
"Ew dizanin ku bazara Tirkiyeyê veguheriye bazareke bê siza û bê kontrol.
Peyama wan ev e: Eger hûn tedbîran wernegirin, em dê rîskên veberhênana li Tirkiyeyê bi dengekî bilindtir ji hemû cîhanê re bibêjin.
Dema hişyariyên wiha tên, êdî her veberhêner dê beriya ku pereyê xwe bîne, du caran bifikire."
Şêwirmendê Bilind ê şirketa darayî ya East Capitalê Emre Akçakmak jî diyar kir ku daketina statuya bazarê mîna "ketina ji lîgê" ye û anî zimên:
"Bazara geşedêr wekî okyanusekê ye. Li wir giraniya we hindik be jî fonên cîhanî we dibînin lê eger hûn dakevin bazara sînorî, hûn dê bikevin golekê; hûn li wir çi qasî mezin bin jî hûn nikarin heman veberhênanê bikişînin.
Eger hûn dakevin bazara serbixwe jî êdî hûn ji radara veberhêneran bi temamî dûr dikevin."
Lê Akçakmak bi hêvî ye ku hikûmeta Tirkiyeyê heta Hezîrana 2027an tedbîrên pêwîst wergire û rê li vê ketinê bigire.
Bertekên Hikûmeta Tirkiyeyê: Em dê gavan biavêjin
Piştî ragihandina biryarê, Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek û Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz daxuyanî dan.
Şîmşek 16ê Çiriya Pêşîn da zanîn ku bi biryarên nû yên Lijneya Sûka Sermayeyê (SPK) re zelalbûn zêdetir bûye û soz da ku ew dê heta destpêka sala 2027an zagonên nû li dijî tawanên bazara sermayeyê, bi taybetî li dijî dan û standinên koordînekirî yên fonan, temam bikin.
MSCI û polên bazaran çi ne?
MSCI yek ji mezintirîn peydakarên endeksên borsayê yên cîhanê ye. Fonên herî mezin ên cîhanê, dema biryarê didin ku li kîjan welatî veberhênanê bikin, li endeksên MSCIyê dinêrin.
Niha Tirkiye di statuya "bazara ku bi pêş dikeve" de ye ku welatên wekî Çîn, Brezîlya, Hindistan, Polonya û Siûdiyê di vê polê de ne.
Eger Tirkiye dakeve asta "Bazara Sînor" dê bikeve nav lîsteya welatên wekî Fas, Tûnis, Pakistan, Sirbistan û Bangladeşê.
Asta herî xerab jî "Bazara Serbixwe" ye ku welatên wekî Arjantîn, Filistîn, Libnan, Ukrayna û Zîmbabweyê tê de cih digirin.


.webp&w=3840&q=75)
