Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro nêzîkî asta herî bilind a 5 mehên dawî bû.
Bazirgan li aliyekî metirsiya êrişên nû yên Îranê yên li ser rêyên keştiyên li Tengava Hurmizê dinirxînin, li aliyê din jî çavdêriya zêdebûna hinardeya petrola Kendavê dikin.
Bihayê petrola brent û ya Teksasê
Îro piştî vekirina bazarên Asyayê, bihayê petrola brent 26 sentan bilind bû û her bermîlek bi 109 dolar û 75 sentan tê firotin.
Ev ast di nav 5 mehên dawî de asta herî bilind e.
Her wiha bihayê petrola xav a Teksasê jî 48 sentan bilind bû û her bermîlek bi 104 dolar û 16 sentan tê firotin.
Îranê gef li Tengava Hurmizê xwar
Alîkarê Serokkomarê Îranê Mihemed Riza Arif ragihand ku ji bo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî, ji bilî danîna kontrola li ser Tengava Hurmizê ti vebijêrkeke din li pêşiya wan nînin û got:
"Washington ji rewşa niha berpirsyar e û divê baca encamên wê bide."
Hinardeya petrolê ya ji Kendavê
Her çend alozî hebin jî hinardeya petrola xav a ji Kendavê bi lez didome.
Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Kris Rayt ragihand ku hinardeya petrolê ya bi rêya Tengava Hurmizê, gihîştiye ji sedî 80ê asta beriya şer. L
ê wî da zanîn ku hinardeya berhemên hatine parzûnkirin hîn jî sînordar e.
Metirsiya xavbûna hinardeyê
Şirovekarên Banka ANZyê hişyariyê didin ku ev bilindbûn dibe ku ji ber êrişên nû yên li ser keştiyan berdewam neke û dibe ku hinardeya petrolê careke din xav bibe.
Li gorî ajansa Reutersê, Hûsiyan îdia kiriye ku wan çend saziyên enerjiyê, balafirgeh û baregehên leşkerî yên Erebistana Siûdiyê kirine armanc.
Di nav van armancan de saziyeke Aramcoyê ya li Yenbûyê, qada petrolê ya Şeybeyê, Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid a li Riyadê û Balafirgeha Ebhayê hene.
.webp&w=3840&q=75)


