Hewlêr (Rûdaw) - Di sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê û Îraqê de gaveke mezin hat avêtin.
Her du şîrketên petrolê ShaMaran û Gulf Keystoneyê peymana yekbûnê îmze kir.
Bihayê vê yekbûnê zêdetirî milyarek dolarî ye.
Di heman demê de ShaMaranê bi hevkariya şîrketa HKNa Amerîkayî berê xwe da qada petrolê ya Hemrînê ya li naverasta Îraqê.
Şîrketa petrolê ShaMaran Petroleumê du pêşhatên nû ragihandin.
Ya yekem kirîna ji sedî 25ê pişkên şîrketa HKN Hamrinê û ketina qada Hemrînê ye.
Ya duyem jî yekbûna temamî ya bi Gulf Keystone Petroleumê re ye.
Armanc ew e ku li ser asta Ewropayê yek ji 10 şîrketên herî mezin ên serbixwe yên hilberîna petrolê were avakirin.
Hilberîna li qada Hemrînê
ShaMaranê ji bo berfirehkirina çalakiyên xwe yên li derveyî Herêma Kurdistanê gava xwe ya yekem avêt.
ShaMaran bû xwediya ji sedî 25ê pişkên şîrketa HKN Hamrinê.
Ev şîrket xwediya ji sedî 10ê peymana bipêşxistin û hilberînê ya qada Hemrînê ye.
Tê texmînkirin ku rezerva petrola qada Hemrînê di navbera 500 milyon û milyarek bermîlî de ye.
Plan ew e ku heta sala 2028an hilberîna niha ya qadê ya rojane ji 20 hezar bermîlî bibe 60 hezar bermîl.
Têçûya hilberîna ShaMaranê ya li vê qadê di destpêkê de 35 milyon dolar e û dê 15 milyon dolarên din jî di paşerojê de werin xerckirin.
ShaMaran ji bo dabînkirina vê sermayeyê, heta 200 milyon dolarî deynê nû werdigire.
Hinek ji vî pereyî dê ji bo dayîna deynên şîrketê were bikaranîn.
Yekbûna ShaMaran û Gulf Keystoneyê
Li gorî peymanê, dê her du şîrket di nav qewareyeke qanûnî de bibin yek.
Dê navê Gulf Keystone bimîne lê dê bi pêkhate û hevkariyeke nû be.
Xalên herî girîng ên peymanê ev in:
Rezerv û hilberîn: Şîrketa nû dê 4 qadên stratejîk (Şêxan, Etrûş, Serseng û Hemrîn) bi rê ve bibe. Bi giştî rezerva wan a pesendkirî 323 milyon bermîl petrol e û hilberîna wan a rojane 53 hezar bermîl e.
Bihayê bazarê û pişk: Bihayê bazara şîrketê dê zêdetirî milyarek dolarî be. Pişk jî dê wekhev (ji sedî 50 bi ji sedî 50) di navbera pişkdarên niha yên ShaMaran û Gulf Keystoneyê de werin dabeşkirin.
Serkirdatiya nû: William Lundinê ji malbata Lundin a Swêdî dê bibe serokê encumena birêvebiriyê. Malbata wî bi ji sedî 12,8an dibe pişkdara herî mezin. John Harris jî dê wekî CEO karê xwe bidomîne.
Borse: Pişkên şîrketê dê li borsa sereke ya Osloyê (Norwec) werin lîstekirin û bi demê re dê ji borsa Londonê werin vekişandin.
Li gorî nexşerêya demê ya her du şîrketan, dê 1 û 2yê Kanûna Pêşîn a 2026an belgeyên fermî werin belavkirin û dengdan li ser projeyê bê kirin.
Tê pêşbînîkirin ku nîvê sala 2027an, piştî wergirtina rezamendiyên qanûnî û ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêvajoya yekbûnê bi temamî bi dawî bibe.

.webp&w=3840&q=75)

