Hewlêr (Rûdaw) – Piştî karesata lehiyê ya ku ji ber barana zêde ya 2 saetan li Hewlêrê bariya, analîza yekemîn a bandora aborî hat weşandin.
Li gorî modela ku li ser bingeha ziyanên milk, wesayît, bazirganî, binesazî û xizmetguzariyên giştî hatiye avakirin, faturaya giştî ya vê karesatê ji bo bajêr herî kêm dê bibe 8,1 milyon dolar.
Barana gur a ku şeva borî ji nişka ve li Hewlêra paytext da, bajar bi yek ji herî giran hilweşînên salên dawî re rû bi rû hişt.
Piştî karesata ku tê de 2 mirin û bi sedan xanî û wesayît di bin avê de man, zerera darayî ya bajêr bi modelên aborî hat hesibandin.
Rêjeya baranê ya ku saziyên rayedar di destpêkê de wekî 30 mîlîmetre texmin dikirin, 2,7 qat ji ya dihat hêvîkirin zêdetir bû û di nava du saetan de li ser her metrekareyekê gihîşt 80 mîlîmetreyî.
Li gundê Qeryataxê 40 xanî di bin avê de man, li bazarê esnafan zerer dît
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tenê li gundê Qeryataxê avê da ser zêdetirî 40 xaniyan, li seranserî bajêr jî bi sedan xanî û cihên kar kavil bûn.
Bazarên Teyrawa û Şêxelayê yên li navenda Hewlêrê ku wek dilê bazirganiyê tên hesibandin, di rêza yekem a wan cihan de bûn ku derbên herî giran ji lehiyê xwarin.
Bi tonan fêkî, şînkayî û kel û pelên bazirganiyê yên ku di bazaran de hatibûn depokirin bi temamî ziyan dîtin.
Hinek xwediyên dikanan diyar kirin ku zerera tenê kargehekê gihîştiye bi dehan hezar dolarî.
Hûrgiliyên modelê: Herî kêm 8,1 milyon, herî zêde 19,2 milyon dolar
Sektora xaniyan: Ji bo 350 xaniyên ku lehiyê li wan xistiye, herî kêm 5500 dolar serê malê, bi giştî 1,9 milyon dolar.
Sektora wesayît û veguhastinê: Ji bo 400 wesayîtên ku di bin avê de mane, 6000 dolar serê wesayîtekê, bi giştî 2,4 milyon dolar.
Milk û kel û pelên bazirganiyê: Ji bo 100 kargehên ku zerer dîtine, 15 hezar dolar zerera serê kargehekê, bi giştî 1,5 milyon dolar (Têçûna rasterast a van her 3 beşan digihîje nêzî 5,8 milyon dolarî).
Binesaziya giştî: Ji bo tamîrkirina rê, kolan û kanalên ji ber avê zerer dîtine 1,5 milyon dolar.
Destwerdan û zerera kar: Ji bo operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê, paqijkirina bajêr û astengiyên bazirganiyê yên di bazarê de 750 hezar dolar.
Model pêşbînî dike ku di senaryoya herî geşbîn de zerer dê 2,9 milyon dolar be lê li gorî mezinahiya karesatê di senaryoya herî giran de ev reqem dikare heta 19,2 milyon dolarî bilind bibe.
Li Zêya Mezin şêloziya rekor: 4 parzûngehên avê hatin sekinandin
Karesata lehiyê xizmetguzariyên giştî jî felç kirin.
Piştî ku asta şêloziya di Çemê Zêyê Mezin de kapasiteya xebatê ya parzûngehan qat bi qat derbas kir û gihîşt 12 hezar û 400 yekeyên NTUyê.
Birêvebiriya Avê ya Hewlêrê neçar ma ku 4 parzûngehên mezin ên avê bi demkî bigire.
Ev bîlanço mirina mirovan û zererên nerasterast li xwe nagire
Raporê bal kişand ser wê yekê ku têçûna 8,1 milyon dolarî ya hatiye hesibandin, qîmeta 2 welatiyên ku mirine, zererên berhemên li ser zeviyên çandiniyê, pirsgirêkên tenduristiyê yên demdirêj û zererên nerasterast ên bazarê li xwe nagire.
Li aliyê din hat ragihandin ku ev amar hîn ne bîlançoya fermî ya hikûmetê ye.
Parêzgariya Hewlêrê xebatên tespîtkirina zererê berdewam dike lê heta niha tu biryarên fermî yên alîkariyê nehatine dayin.
Pirsgirêka mezin a Hewlêrê: Çend veberhênana binesaziyê hewce ne?
Analîza aborî balê dikişîne ser wê yekê ku lehî bisekine jî, bandorên wê yên aborî dê demeke dirêj berdewam bikin.
Dema ku malbat neçar dimînin pereyan ji bo tamîrkirina xaniyên xwe xerc bikin, esnaf dê bi barekî giran ê deynan re rû bi rû bimînin.
Hikûmeta Kurdistanê jî dê çavkaniyên xwe ji bo sererastkirina binesaziyê veguhezîne.
Pispor tekez dikin ku pirseke aborî ya bingehîn heye ku divê Parêzgerê Hewlêrê bi lezgînî bersiva wê bide.
Ji bo ku pergala kanalîzasyonê, torên avêtina ava baranê û rêyên bajêr karibin li ber rûdanên wiha giran ên avhewayê rabibin, veberhênaneke binesaziyê ya mezin şert e?
Çunkî veberhênanên binesaziyê yên pêşîlêgirtinê ku ji bo rêlibergirtina karesatan tên kirin, li gorî fatûreya giran a tezmînkirinê û rûxandinê ya ku piştî her karesatê tê dayîn, çareseriyeke pir aborîtir pêşkêş dikin.




