Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro nêzîkî asta herî nizm a zêdetirî salekê tê kirîn û firotin.
Ev yek piştî wê yekê hat ku bihêzbûna dolarê Amerîkayê û zêdebûna pêşbîniyên ji bo bilindkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) ve ya di meha bê de, zext xistiye ser zêr.
Bihayê zêr îro nêzîkî 10 dolaran bilind bû û niha onsa zêr bi 3870 dolarî tê kirîn û firotin.
Ev yek piştî wê yekê hat ku roja duşemê di kirîn û firotina bazarên cîhanî de bihayê zêr daketibû asta herî nizm a piştî Çiriya Pêşîn a 2025an.
Dolar gihîşt asta herî bilind a 19 mehan
Di heman demê de, endeksa dolarê Amerîkayê roja sêşemê asta herî bilind a 19 mehên borî tomar kir.
Vê rewşê kir ku kirîna zêr ji bo wan veberhênerên ku bi diravên din bazirganiyê dikin bihatir bibe.
Şirovekarê Bilind ê Bazarên Darayî li Saziya Capital.comê Kyle Rodda li ser vê mijarê ragihand:
"Zêr di bin bandora rasterast a pêşbîniyên li ser siyaseta diravî ya Banka Navendî ya Amerîkayê ya sala bê de ye û bazar jî hewl dide bizane ka dê rêjeya faîzê li Amerîkayê heta çi qasî bilind bibe.
Di bingeh de ew pêla firotina mezin a ku me çend rojên borî di zêr de dît rengvedana van dilgiraniyan e."
Pêşbîniya bilindkirina faîzê ji sedî 95,5 e
Li gorî pîvana "FedWatch"ê ya Koma CMEyê, bazar niha bi îhtimala ji sedî 95,5 pêşbînî dikin ku Banka Navendî di Kanûna Pêşîn de rêjeya faîzê bi rêjeya 25 xalên bingehîn bilind bike.
Her wiha bazar ji sedî 4,5 îhtimal didin bilindkirineke mezintir a bi qasî ji sedî 0,50.
Niha çavên bazirganan li ser belavkirina girteya civîna 27 û 28ê Çiriya Pêşîn a Fedê ye ku dê roja çarşemê bê weşandin.
Hişyariya Banka ANZyê
Li aliyê din, pisporên Banka ANZyê di notekê de ragihand, "Xwesteka ji bo kirîna zêr heta niha xweragir bûye lê zêdebûna zextên makroaborî dikare xwesteka veberhênanê lawaz bike û bazarê ji piştgiriyê bêpar bihêle."



