Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku doh bihayê zêr gihişt asta herî bilind a dîrokê û onseke zêr 3578 dolar derbas kir, îro bi nêzîkî 3530 dolarî tê firotin.
Sedema daketina bihayê zêr vedigere pêvajoya komkirina qezencê ya ji aliyê bazirganan ve.
Bihayê zêr di peymanên paşerojê de îro bi rêjeya ji sedî 0,8 daket û onseke wî bi 3605 dolaran hat firotin.
“Em dê şaş nemînin”
Birêvebirê Bicihhêner ê Şirketa Şêwirmendiyê ya Brian Lanê ragihand:
"Em dibînin ku bazirgan hinek qezenca xwe kom dikin lê hê jî berê zêr ber bi bilindbûnê ve ye.
Egera kêmkirina faîza bankê û dilgiraniyên li ser jidestdana serxwebûna Banka Navendî ya Amerîkayê, ji ber gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi berdewamî piştgiriyê didin bihayê zêr.
“Em dê şaş nemînin eger bihayê onseke zêr di demeke kurt de bilind bibe û bibe 3800 dolar.”
Wezareta Kar a Amerîkayê jî ragihand, "Hejmara derfetên kar di meha tîrmehê de ji asta ku dihat payîn zêdetir daketiye û bûye 7,181 milyon derfetên kar ên nû."
Hêdîbûna bazara kar a Amerîkayê, Banka Navendî ya wî welatî zêdetir han dide (teşwîq dide) ku di civîna xwe ya 17ê vê mehê de faîza bankê kêm bike.



.webp&w=3840&q=75)