Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke Zanîngeha Bipêşketina Mirovî ya li Silêmaniyê eşkere dike ku pirpar kalîteya sperman baştir dike û awayê herî baş ê xwarina wê jî ew e ku tevlî seleteyê were kirin.
Serokê Beşa Zanistên Laboratuwara Bijîşkî ya Zanîngeha Bipêşketina Mirovî ya li Silêmaniyê Dr. Star Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand:
"Di lêkolînê de derket holê, eger 3 rojan carekê pirpar tevlî seleteyê were kirin û were xwarin, kalîteya sperman baştir dibe, bi awayekî ku dikare pirsgirêka kêmiya hejmara sperman çareser bike."
Dr. Star Îbrahîm her wiha diyar kir ku pirpar xwestek û şiyana seksî jî xurt dike.
Di navbera roka û pirparê de, ev lêkolîn pesnê pirparê dide û wê ji rokayê baştir dibîne ku ji bo şiyana seksî ya mêran bi sûdtir e.
Hat destnîşankirin ku di heman demê de rîşaleke zêde jî tê de heye û hezmê baştir dike, her wiha rêjeyeke baş a mîneral û vîtamînan jî li xwe digire.


