Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Trikiyeyê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal nêzîkî 34 hezar kes bi nexweşiya penceşêra pişikê dikevin.
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê bi helkefta "1-30ê Çiriya Paşîn Meha Hişmendiya Penceşêra Pişikê" daneyên li ser vê nexweşiyê eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal nêzîkî 34 hezar kes bi nexweşiya penceşêra pişikê dikevin.
Hatiye destnîşankirin ku ji sedî 80 heta 90ê van pêketiyan ji ber bikaranîna berhemên tûtinê û cixareyên elektronîk rû didin.
Di daxuyaniyê de li ser sedemên rîskê, nîşanên nexweşiyê û xizmetên piştgiriya destjêberdana cixareyê agahiyên zanistî û berfireh hatine belavkirin.
Wezaretê da zanîn ku ev nexweşî ji ber zêdebûna bêkontrol a xaneyên di nav şaneyên pişikê de derdikeve holê.
Li gorî statîstîkan, penceşêra pişikê di nav mêran de cureya herî zêde ye ku tê dîtin û di nav jinan de jî di rêza çarem de cih digire.
Sedemên rîskê û nîşanên sereke
Li gorî daxuyaniyê bikaranîna tûtinê sedema herî mezin a vê nexweşiyê ye ku dikare pêşî lê bê girtin.
Cixareyên elektronîk jî di nav de, tûtin û berhemên wê dibin sedema ji sedî 80-90ê bûyerên penceşêra pişikê.
Her wiha cixarekêşiya pasîf, rû bi rû mana hawîrdorî û pîşeyî ya bi madeyên kîmyawî re, dîroka nexweşiyê ya di malbatê de û nexweşiyên pişikê yên heyî jî wekî sedemên din ên rîskê hatine rêzkirin.
Wezaretê hişyarî da ku divê mirov di dema nîşanên berdewam û ducare de bêyî derengketin serî li saziyên tenduristiyê bidin.
Nîşanên sereke yên nexweşiyê wiha hatine diyarkirin:
· Kuxika ku derbas nabe yan jî her diçe girantir dibe
· Xwîn di belxemê de û êşa sîngê
· Tengbûna nefesê û nefesgirtina bi xirexir
· Zirbûna deng
· Enfeksiyonên bronşît an jî zatureyê (sermagirtina pişikê) yên ducare
· Kêmbûna kîloyê ya nediyar, bêîştahî û westîna berdewam
· Di serlêdanên destjêberdana cixareyê de asta herî bilind
Wezaretê diyar kir ku rêya herî bibandor a xweparastina ji penceşêra pişikê dûrketina ji berhemên tûtinê ye.
Li ser xizmetên piştgiriyê yên ku wezaret pêşkêş dike, ev daneyên nû hatine parvekirin:
Xizmetên Polîklînîkan: Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî hezar û 910 polîklînîkên rû bi rû û di çarçoveya xizmetên tenduristiyê yên ji dûr ve jî zêdetirî 380 polîklînîkên serhêl (online) ji bo destjêberdana cixareyê xizmetê didin.
Sala 2026an xizmet ji bo 356 hezar kesî hatiye dayîn û di nava salekê de serlêdan gihîştine hejmara herî bilind.
Xeta Şêwirmendiyê ya ALO 171: Ev xet 7 roj û 24 saetan xizmeta şêwirmendî û motîvasyonê pêşkêş dike. Ji sala 2025an ve bersiva nêzîkî 670 hezar bangên telefonê hatiye dayîn.
Piştgiriya Dermanan a Bêpere: Di pêvajoya tedawiyê de, ji bo welatiyên ku bijîşk guncaw dibînin dermanên bêpere tên dabînkirin. Di vê çarçoveyê de ji sala 2015an ve bi rêya polîklînîkan ji bo zêdetirî milyonek û 500 hezar kesî piştgiriya dermanan hatiye dayîn.



