Hêmin Hewramî li ser peyamên Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Sûriye û Îraqê Tom Barrack û çend mijarên din ên navxwe û derve yên Herêma Kurdistanê axivî.
Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî destnîşan kir ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê stratejîk in û Amerîka rêzê li pêgeha Serok Mesûd Barzanî û serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê digire.
Hewramî her wiha ragihand ku Amerîka pêbendî pergala federal a Îraqê ye û piştgiriyê dide Herêmeke Kurdistanê ya bi hêz a di nav Îraqeke bi hêz de.
Hewramî li ser mijara Hêzên Pêşmergeyan jî diyar kir ku Amerîkayê ti carî nexwestiye Pêşmerge bi Bexdayê ve werin girêdan û ew dixwazin hevkariya di navbera Pêşmerge û artêşa Amerîkayê de zêdetir bibe.
Endamê Ofîsa Siyasî ya PDKyê li ser piştgiriya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî jî anî zimên ku ev yek ji bo kontrolkirina komên çekdar e ku bûne gef li ser aramî û ewlehiya Îraqê û Herêma Kurdistanê.
Hewramî li ser hebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ya di civîna Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî eşkere kir ku civîn li ser mijara Sûriyeyê, bicihanîna peymana siyasî ya di navbera Mezlûm Ebdî û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê de bûye.
Hewramî li ser dan û standinên bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re jî ragihand ku PDK li ser postên Serokê Herêmê û Serokwezîr dan û standinan nake û ew nûçeyên ku dibêjin wan Wezareta Karên Navxwe daye YNKyê ne rast in.
Hewramî di dawiyê de pêşwaziya peymana Amerîka û Îranê kir û xwest ku pêwendiyên bi Îranê re asayî bibin.
Hevpeyvîna Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ya bi Niwêner Fatih re:
Rûdaw: Civîneke dûvdirêj hebû û rojeveke tijî li Hewlêrê hebû lê peyama sereke ya Tom Barrack ji bo Herêma Kurdistanê çi bû?
Hêmin Hewramî: Beriya her tiştî wekî ku tu jî dizanî pêwendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de pêwendiyeke kevnar e. Em dikarin bibêjin ku gihîştiye asteke bilind. Pêwendî ne tenê bi qonaxa niha re pêwendîdar e, ji sala 1991ê ve dest pê dike. Lê belê mijara herî girîng, berovajî her tiştê ku ev çend roj bûn di torên civakî û medyaya sîber de ji nezanînê ve dihat gotin, peyamên wî di çend xalan de bûn.
Beriya her tiştî, ew rêz û hezkirin û nêrîneke mezin ji bo pêgeha Serok Mesûd Barzanî û serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê û rola Herêma Kurdistanê ya di hevpirsgirêkên herêmê de nîşan didin. Wan teqez kir ku di ji nû ve dariştina hevpirsgirêkên Rojhilata Navîn de Herêma Kurdistanê di navenda van hevpirsgirêkan de ye. Pêdiviya wan bi Herêmeke Kurdistanê ya bi hêz heye da ku karibin di çarçoveya Îraqeke bi hêz de, hem Kurdistan were parastin û hem jî berjewendiyên hevbeş ên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê yên di rûbirûbûna terorê û wan hêzên çekdar ên ku li derveyî saziyên dewletê çekan ji bo nearamiyê bi kar tînin de, bi hev re bin.
Pêdiviya wan bi wê yekê heye ku şirketên Amerîkayê di nav Îraqê de roleke mezin bigirin û derfetên zêdetir bidin wan. Lê belê ew avhewaya aborî û aramîya siyasî û yasayî ya ku li Herêma Kurdistanê heye, ji bo tecrubeya karê şirketên Amerîkayî guncavtir e. Pêdiviya wan bi wê yekê heye ku Herêma Kurdistanê di vê çarçoveyê de hevkar û hevpeymanê Amerîkayê be. Loma peyam peyama piştrastkirinê bû ku nêrîna Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê nêrîna hevpeymaniyeke demdirêj e, ne hevpeymaniyeke taktîkî ye û stratejîk e.
Ji bo ku ev hevpeymanî zêdetir zelal bibe, pêdiviya wan bi wê yekê heye ku ji nêz ve zêdetir li gel Herêma Kurdistanê kar bikin. Çimkî ji bîr meke, ev du-sê sal bûn Amerîkayê li Îraqê balyozê xwe tune bû, tenê kargerê karên balyozxaneyê hebû. Lê niha nîşandeyekî taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo karên Îraq û Sûriyeyê ku di heman demê de balyozê li Tirkiyeyê ye datîne. Ev yek vê rastiyê ji me re dibêje ku Îraq di nav hevpirsgirêkan de xwedî pêgeheke diyarker e, Herêma Kurdistanê jî di nav Îraqê de xwedî pêgeheke diyarker e.
Amerîka pêbendî pergala federal e
Rûdaw: Lê belê ev çend roj bûn dihat gotin ku Tom Barrack li gorî daxuyaniyên xwe yên berê kesek e ku ji bo Rojhilata Navîn nêrîneke wî ya diyar heye, zêde baweriya wî bi federalîzmê û nenavendîtiyê nîne û baweriya wî bi dewleteke navendî heye. Beşek ji vê yekê dispêrin tiştên ku li Sûriyeyê qewimîn. Loma tê gotin ku dibe ku di serdema Tom Barrack de Herêma Kurdistanê di rastiyê de lawaz bibe û Amerîka êdî giringiyê nede Hewlêreke bi hêz li gel Bexdayeke bi hêz?
Hêmin Hewramî: 180 pileyî berovajî vê mijarê ye. Çimkî dibe ku di daxuyaniyekê an di gotûbêjekê de li ser rewşa Sûriyeyê axivî be û li ser nêrîna hinek aliyan a li ser mijara Sûriyeyê peyivîbe. Lê belê ya ku bi Îraqê re pêwendîdar e, berovajî hemû wan gotinên ku tên kirin, Amerîka pêbendî pergala siyasî ya Îraqê ye ku pergaleke federal e.
Eger tu wekî rojnamegerekî daxuyaniya hevbeş a di nav ragihandina civîna hevbeş a navbera Tom Barrack û Joshua Harris li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî de dîtibe, di xala dawiyê de her du alî pêbendî parastina pergala demokrasiya federal a saziyên destûrî yên Îraqê ne. Bi awayekî ku karibe serweriya xwe biparêze û karibe xweşguzeraniyê ji bo welatiyên Îraqê li tevahiya axa Îraqê bi dest bixe. Ev bi xwe tam berovajî wê yekê ye ku tê gotin.
Mixabin ji nezanînê propaganda ji bo vê yekê dihat kirin. Lê belê ya ku di civînan de teqezî li ser hat kirin, parastina statuya Herêma Kurdistanê ye. Herêmeke Kurdistanê ya bi hêz di çarçoveya Îraqeke bi hêz de ye. Ango berovajî wê yekê ku dihat gotin û hinek kesan pê wiha bû ku bi Îraqeke bi hêz re divê Kurdistaneke lawaz hebe. Loma ev ji bo me rêyeke gelekî girîng û vekirî ye ku wekî Herêma Kurdistanê li ser vê derfetê baştir kar were kirin ku Herêmeke Kurdistanê ya bi hêz, hem Îraqê jî bi hêz bike û hem jî di hevpirsgirêkên herêmê de bibe hevpeymanekî stratejîk ê Amerîka û hemû welatên herêmê jî. Çimkî dijminatiya me li gel ti welatên herêmê nebûye, em nebûne beşek ji ti şer û nakokiyekê û Herêma Kurdistanê her tim faktora aramiyê û faktora çareseriyê bûye. Herêma Kurdistanê ti carî nebûye çavkaniya gef û nearamiyê ji bo welatekî herêmê.
Rewşa Hêzên Pêşmergeyan
Rûdaw: Çawa behsa Pêşmerge hat kirin? Çimkî gotineke zêde heye li ser wê yekê ku dibe ku niyeta Amerîkayê ew be ku bi awayekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi Bexdayê ve werin girêdan û tevlî artêşa Îraqê bibin. Lê belê ev dilgiranî heta ji aliyê Serok Barzanî ve jî di ragihandinekê de hat zimên û wî got ku Pêşmerge bi biryara gelê Kurdistanê hatiye avakirin û nûnertiya gelê Kurdistanê dike.
Hêmin Hewramî: Ez dikarim bibêjim bi ti awayî û li ti derê Amerîkayiyan li ser Pêşmerge tiştekî wiha negotiye. Ne di civîna îro de, ne di civînên berê de û ne jî di telefon û peyaman de behsa vê yekê nehatiye kirin. Berovajî vê yekê, îro eger tu li pêkhateya şandeya Amerîkayê nihêrîbe, General Lamberti li gel wan bû ku serperiştiya hêzên hevpeyman ên li Îraq û Sûriyeyê dike. Ew bi giringî li hevpeymaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hevpeymanan di şerê DAIŞê de, di rûbirûbûna terorê de û di wê hevahengiya niha ya di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Îraqê û hêzên hevpeymanan bi giştî û hêzên Amerîkayê bi taybetî de ji bo rûbirûbûna wan metirsiyên hevbeş ên li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê hene dinêrin.
Wan teqezî li ser wê yekê kir ku ev pêwendî baştir bibin û berdewam bin. Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de bêtir were çekdarkirin da ku bi hev re li gel hêzên artêşa Îraqê rûbirûyî metirsiya DAIŞê bibin. Çimkî yek ji wan mijarên ku behsa wan hat kirin gefa vegera ducare ya DAIŞê ye. Çimkî rast e DAIŞ li Mûsilê û cihên din ji aliyê cografî ve hatiye şikandin lê ji aliyê îdeolojîk ve DAIŞ hîn nehatiye şikandin û ji aliyê karê rêxistina nihênî û karê îstîxbaratî ve DAIŞ li Îraq û Sûriyeyê çalak e. Ev jî ji bo ewlehiya herêmê metirsiyeke cidî ye.
Loma berovajî wê yekê ku hatiye gotin, îro teqezî li ser bipêşxistina zêdetir a karê bihevre yê di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Amerîkayê û artêşa hevpeymanan de hat kirin. Her wiha pêwendiyên me yên li gel artêşa Îraqê jî. Çimkî em ji bîr nekin, niha stratejiya ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê ew e ku piştê bi hevpeymanên xwe ve girê bide. Ew niha li şûna ku bi xwe li herêmê bin, pişta xwe bi wan hevpeymanan ve girê didin ku di wan berjewendiyên ewlehî, siyasî û stratejîk ên li herêmê de hevpar in. Ji bo bicihanîn û parastina van berjewendiyan pişta xwe bi hevpeymanên xwe ve girê didin. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya wan hevpeymaniyên navneteweyî de beşeke girîng a vê hevpeymaniyê ye. Loma di vê çarçoveyê de nêrîna Amerîkayiyan ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ew e ku bi hêztir bibe, bêtir were çekdarkirin, rahênanên zêdetir pê werin kirin, baştir were birêxistin û reformên Wezareta Pêşmergeyan bigihêjin encamê.
Reformên di Wezareta Pêşmergeyan de
Rûdaw: Ew mijar çawa hat gotûbêjkirin?
Hêmin Hewramî: Nexwe eger tu lê binêrî qonaxeke gelekî baş biriye. Niha Yekeya 70yî û Yekeya 80yî nemane. Beşeke zêde ya lîwayên hevbeş di çarçoveya çend firqeyan de hatine birêxistin. Dever hatine avakirin. Hevpeyman û nûnerên wan di civînan de agahdar in. Gavên gelekî baş hatine avêtin. Lê belê tu bibêjî gava dawî hatiye avêtin, na, ev pêvajoyek e û gavên baş çûne pêş.
Lê belê ji bîr meke ku beşek ji vê yekê bi dabînkirina budceyê ya ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve pêwendîdar e. Mixabin heta niha yek ji pirsgirêkên me yên li gel Îraqê ew e ku di çarçoveya pergala Îraqê de, ji aliyê destûrî ve Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê beşek ji pergala parastina Îraqê ye. Di destûrê de behsa vê hatiye kirin lê Îraq di hikûmetên borî de bi ti awayî amade nebûye ku miameleyeke destûrî li gel Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bike.
Rûdaw: Gelo ev bi biryar û xwesteka siyasî ya PDK û YNKyê ve ne pêwendîdar e?
Hêmin Hewramî: Ez dikarim bi navê PDKyê vê gotinê bikim ku niha wekî PDKyê yek gule jî di çarçoveya hêzên Yekeya 80yî de nemaye. Niha bi ti awayî ti hêz ser bi PDKyê ve nemane. Heta Hêza Piştgiriya Yek, hêza yekem bû ku di çarçoveya Wezareta Pêşmergeyan de hat birêxistin. Hemû lîwa û firqe niha hatine birêxistin. Dibe ku beşeke kêm mabe lê çimkî dema tu hêzan tevlî hev dikî û yekeyên nû ava dikî, pêdivî bi baregehan heye, pêdivî bi amadekirinê heye, pêdivî bi birêxistina ducare ya pileyên leşkerî heye di çarçoveya wan reformên giştî de. Ez te piştrast dikim ku qonaxeke baş biriye. Hîn em negihîştine dawiyê lê sebirê dixwaze. Biryara siyasî ya hemû aliyan ev e ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hemû di çarçoveya Wezareta Pêşmergeyan de werin yekkirin.
Rûdaw: Tenê navê wan hatiye guhertin?
Hêmin Hewramî: Na, yek ji xalên herî girîng di reforma Pêşmergeyan de mijara yekkirina yekeya hesabên Wezareta Pêşmergeyan bû. Niha ev yek bi rêkûpêkî hatiye kirin. Niha Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê piraniya wan xwedî hesabên bankê yên xwe ne. Dibe ku pêdiviya me bi qonaxeke din jî hebe lê îradeyeke siyasî ya bi hêz heye û em di vê mijarê de bi sebir in. Ez we piştrast dikim ku nêrîna Amerîkayê ya li beramberî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wekî hêzeke yasayî, wekî hêzeke destûrî û wekî hêzeke hevpeyman e. Ew bi vî çavî li Pêşmerge dinêrin. Bi ti awayî, ne ji nêz û ne ji dûr, behsa wan mijarên ku ji bo hinek mîlîşyayên dûrî yasayê û dûrî dewletê yên li Bexda û cihên din tên gotin nehatiye kirin. Bi rastî jî wekî ku Serok jî got, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi biryara Amerîka û Îraq û welatên din ava nebûye ku bi biryara wan were hilweşandin.
Piştgiriya ji bo Serokwezîrê Îraqê
Rûdaw: Te behsa wê yekê kir ku Amerîkayê daxwaza hevkariyê ji Herêma Kurdistanê kiriye. Pêdiviya wan bi hevkariya Herêma Kurdistanê heye û yek ji wan mijaran jî komên çekdar in. Pirsek heye ku xelk jî mafê wî ye bipirse: Li beramberî çi? Çimkî em di şerê wekî mînak ê Îran û Amerîkayê de rastî nêzîkî 850 êrişan hatin bi hinceta ku baregeha leşkerî ya Amerîkayê li vir e, di demekê de ku li rojavayê Îraqê Îsraîlê baregeha leşkerî vekiribû û kesî tiştek nedigot. Li beramberî çi? Wekî mînak Amerîka me bixe nav şerekî li beramberî komên çekdar?
Hêmin Hewramî: Pirsgirêka me ya bingehîn a li gel hikûmeta Îraqê di hikûmetên berê de ew bû ku ji aliyê saziyan ve pêbendî destûrê nebûye. Eger pêbendî destûrê bûya, madeya nû ya destûrê bi awayekî pir zelal û eşkere behsa artêşa Îraqê dike ku divê hevsengî tê de hebe. Bi awayekî pir zelal û eşkere behsa wê yekê dike ku nabe ti hêzên çekdar li derveyî saziyên dewletê hebin. Mixabin, di wan 850 êrişên mûşekî û dronî yên ku li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin de, nêzîkî ji sedî 95ê wan êrişan bi rêya van komên li beramberî Herêma Kurdistanê hatine kirin ku ev gef bûn ji bo Îraqê bi xwe jî.
Wekî mînak, yek ji nakokiyên me yên destûrî yên li gel Bexdayê ew bû ku divê Îraq siyaseteke derve bimeşîne ku nûnertiya serweriya Îraqê bi hemû pêkhateyan û bi Herêma Kurdistanê ve jî bike. Lê belê mixabin van komên li derveyî yasayê biryara leşkerî disepandin û Îraq dikirin beşek ji şerekî ku ne şerê Îraqê bû û ne şerê Herêma Kurdistanê bû. Loma piştgiriya me ya ji bo Serokwezîrê niha yê Îraqê Birêz Elî Zeydî di wê çarçoveyê de ye ku Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê kontrola van hêzên çekdar bike da ku êdî nebin gef.
Çimkî wekî mînak, ew gef bûn li ser aramiya Herêma Kurdistanê, gef bûn li ser çavkaniya darayî û qûtê xelkê Kurdistanê û Îraqê jî. Ez bi mînakê ji te re bibêjim: Eger gefên van hêzên mîlîşya yên li derveyî yasayê ji bo êrişên wan ên li ser qadên petrolê yên li nav Herêma Kurdistanê nebûya, wê demê niha Herêma Kurdistanê dikaribû nêzîkî 500 hezar bermîl petrol hilberîne li şûna wan 200 hezar bermîlên ku niha hîn şirketên petrolê nekarîne bigihînin wê astê. Em ji 14 qadên petrolê niha li nêzîkî 9 qadan petrol nayê hilberandin ji ber wan êrişên ku hatine kirin. Piştgiriya me ya ji aliyê siyasî û destûrî ve ji bo Birêz Serokwezîrê niha yê Îraqê ji bo wê yekê ye ku Îraq karibe mîzaniyeya xwe dabîn bike, Îraq karibe siyaseteke bێlayen li beramberî welatên herêmê bimeşîne û karibe çavkaniya êrişên van hêzên mîlîşyayan rawestîne da ku Îraq di rewşeke aramtir re derbas bibe.
Rûdaw: Amerîka li beramberî çi daxwaza piştgiriya Serokwezîrê nû yê Îraqê ji Herêma Kurdistanê dike? Gelo Amerîkayê teqezî li ser wê yekê kir ku pergala parastinê ya zêdetir bide Herêma Kurdistanê? Piştgiriya siyasî ya zêdetir bike?
Hêmin Hewramî: Piştgiriya zêdetir heye ji bo Herêma Kurdistanê. Di wan 850 êrişên dronî de yên ku li ser Herêma Kurdistanê hatin kirin, eger pergala parastinê ya hêzên hevpeyman û Amerîkayê nebûya, wê demê zerer û ziyaneke gelekî mezintir digihîşt Herêma Kurdistanê û pêdiviya vê bi berfirehkirin û zêdekirinê heye. Amerîkayiyan soz daye ku di çarçoveya Îraqê de bi piştgiriya li gel Serokwezîrê Îraqê û bi wê hevahengiya ku di navbera Hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de tê kirin, di navbera saziyên îstîxbaratî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê de tê kirin, Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de baştir were parastin. Ev mijar hatiye gotûbêjkirin û pêdiviya wê bi guftûgoyên zêdetir jî hebûye.
Lê belê hikûmeta niha ya Îraqê, ev birêz Serokwezîrê ku niha heye, ti partî û kutleyeke wî ya siyasî nîne. Ji bo ku berdewam be û ji bo ku serkeftî bibe pêdiviya wî bi piştgiriya siyasî ya pêkhateyên sereke yên Îraqê heye. Em di PDKyê de ku li gel Çarçoveya Hevahengiyê peymana me ya siyasî îmze kiriye (ku Birêz Cenabê Kek Nêçîrvan ji aliyê PDKyê ve îmze kiriye û ji aliyê hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ve Birêz Hadî Amirî îmze kiriye), yek ji xalên vê mijarê ev e ku divê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de parastî be. Loma piştgiriya me ya ji bo Serokwezîrê niha yê Îraqê berî her tiştî ji ber berjewendiya Herêma Kurdistanê ye. Ya duyem jî mixabin Îraq li şûna ku dewletek be wekî dewleteke federal ku xwe li beramberî ewlehiya Herêma Kurdistanê berpirsyar bibîne, di hikûmetên borî de me dît ku Îraq bi xwe bibû çavkaniya gefeke mezin li ser Herêma Kurdistanê. Çimkî ji aliyekî ve van hêzên mîlîşyayan êrişî Herêma Kurdistanê dikirin, dewleta Îraqê yan bێlayen dibû yan nedikarî yan jî çavên xwe ji tevgerên van hêzên mîlîşyayan re digirt.
Hebûna Mezlûm Ebdî ya li Hewlêrê
Rûdaw: Doktor, di civîna îro de ku pêwendiya wê bi Herêma Kurdistanê re hebû lê belê Birêz Mezlûm Ebdî jî di civînê de amade bû ku wî nûnertiya Rojavayê Kurdistanê dikir. Ev yek ji bo çi bû?
Hêmin Hewramî: Ew civîn li Serokatiya Herêma Kurdistanê bû, ne di civîna Cenabê Serok Barzanî de bû. Niha em eşkere bipeyivin: Birêz Tom Barrack balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê ye lê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Sûriye û Îraqê ye. Di vê mijarê de careke din bi navê Serok Trump, Tom Barrack gelekî spasiya rola Cenabê Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Cenabê Birêz Kek Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Cenabê Kek Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatî û saziyên Herêma Kurdistanê, Cenabê Serok Barzanî û serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê kir ji bo wê rola ku li gel Birêz Mezlûm Ebdî û li gel Birêz Ehmed Şer bi hev re hat dîtin ku rewşa Rojavayê Kurdistanê aramiya zêdetir bi xwe ve bibîne û rê li ber wê komkujiyê were girtin ku mixabin nêzîk bû li Rojavayê Kurdistanê were kirin.
Loma di vê çarçoveyê de hevahengî berdewam in, pêwendî berdewam in, hevkarî berdewam in. Dema ku biryar hatibû dayîn Birêz Mezlûm Ebdî were Herêma Kurdistanê, diyar e bi pêwîstî hatiye dîtin ku Birêz Mezlûm Ebdî amade bibe. Çimkî em ji bîr nekin îro yan sibe serdaneke Ewropayê dike; serdana çend welatan dike loma dem wiha bû ku îro ew jî were vir. Di civînên li gel Birêz Cenabê Serokê Herêmê ku li gel Birêz Tom Barrack hatine kirin de, zêdetir pirsgirêka Sûriyeyê di wê civînê de hatiye gotûbêjkirin. Ez bawer dikim du civîn li Serokatiya Herêmê hatibûn kirin. Di wê civînê de ku pirsgirêka Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin, mijara bicihanîna peymana siyasî ya navbera Birêz Mezlûm Ebdî û hikûmeta Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin. Mijara şopandina bicihanîna tiştê ku ji bo zimanê Kurdî pêwîst e, tiştê ku ji bo budceya herêmên Rojavayê Kurdistanê pêwîst e û şopandina mijara tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a bi hikûmeta Sûriyeyê re hatiye kirin. Dibe ku hinek li vir û li wir xavî di vê pêvajoyê de hebûbe loma civîn zêdetir li ser vê mijarê bû.
Parastina qadên petrolê
Rûdaw: Şandeyeke leşkerî ya Îraqê jî bi serokatiya Sererkanê Artêşa Îraqê hat Herêma Kurdistanê. Sedema hatina vê şandeyê çi bû?
Hêmin Hewramî: Dema ku Birêz Cenabê Kek Mesrûr Barzanî wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çûbû Bexdayê, li wir Birêz Elî Zeydî jê xwestibû ku şirketên hilberîna petrolê yên li qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê rêjeya hilberîna petrolê zêde bikin. Çimkî Îraqê niha ti dahatên petrolê yên wiha nemane ango ji sedî 95ê dahata Îraqê li ser petrolê ye. Niha Tengava Hurmizê hatiye girtin lê hilberîna petrolê jî li Îraqê kêm bûye. Loma niha Îraq ji bo dabînkirina beşek ji wê budceyê, pêdiviya wê bi zêdekirina hilberîna petrolê ya li Herêma Kurdistanê û xwarê Îraqê jî heye da ku bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê ji bo Bendera Ceyhanê bişîne.
Bersiva Birêz Serokwezîr ev bûye: Pirsgirêk ne em in û ne hûn in, pirsgirêk şirketên petrolê ne ku şirketên petrolê pêdiviya wan bi garantiya ewlehiyê heye. Divê ev garantiya ewlehiyê pê werin dan, çimkî kî garantiyê dide ku careke din bi rêya van mîlîşyayan êriş li ser wan neyê kirin? Loma li ser wê yekê li hev hatibû kirin ku civîneke hevbeş were kirin di navbera hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel şirketên petrolê û Birêz Serokwezîrê Îraqê. Di wê civînê de şirketên petrolê daxwaza garantiyê kiribû. Serokwezîrê Îraqê garantiyeke devkî dabû ku ew rê nade ji nav Îraqê ve êrişî şirketên petrolê were kirin. Lê belê şirketên petrolê xelkê biyanî li gel wan hene û pêdiviya wan bi garantiyeke nivîskî heye. Loma daxwaza garantiya nivîskî kiribû û di wê çarçoveyê de Birêz Elî Zeydî xwestibû ku şandeyeke leşkerî ya Îraqê were Herêma Kurdistanê. Bi serokatiya Sererkan hatibûn vir, wan li gel Cenabê Serok Barzanî rûnişt, li gel Birêz Serokê Herêma Kurdistanê rûnişt, li gel Birêz Serokwezîr û bi amadebûna hevalên Wezareta Pêşmergeyan û Wezareta Karên Navxwe rûnişt.
Çimkî armanc ew bû ku çi mekanîzmayek were girtin da ku ev qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê werin parastin da ku şirketên petrolê dest bi hilberîna ducare ya petrolê bikin û beşek ji budceya Îraqê dabîn bikin ku meaşê Herêma Kurdistanê jî pê ve girêdayî ye. Hatina wê şandeya leşkerî ji bo wê bû ku ji nêz ve nirxandin were kirin. Pişt re her di van yek-du rojan de şandeyeke din ku wekî komîteyeke din hatiye avakirin û hatine li gel Wezareta Karên Navxwe û Wezareta Pêşmergeyan rûniştine, serdana meydanî ya cihê qadên petrolê dikin da ku zanibin ewlehiya wan çawa tê parastin. Çimkî beşek ji van Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wan diparêze, polîsê petrol û gaza Herêma Kurdistanê wan diparêze. Beşek ji şirketên hilberîna petrolê ji bo xwe şirketên sîkyurîtiyê hene ku wan diparêzin lê dibe ku beşek ji wan gefên li ser wan hene, çi bi dron be çi bi mûşek be, pêdivî bi wê hebe ku hikûmeta Îraqê zêdetir agahdar be. Loma hatina vê şandeya leşkerî ji bo mekanîzmayeke hevbeş a leşkerî ya di navbera hêza artêşa Îraqê de bi hevbeşî li gel Wezareta Pêşmergeyan û Wezareta Karên Navxwe were kirin bi serperiştiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina qadên petrolê û şirketên hilberîna petrolê.
Pêkanîna hikûmeta nû û dan û standinên bi YNKyê re
Rûdaw: Tê gotin ku beşek ji serdana Tom Barrack ew e ku zext kiriye û ji ber zextên wî PDK û YNK nêzîkî peymanê ne li ser pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê. Gelo nêzîkî peymanê ne?
Hêmin Hewramî: Ti mijarên zextê nînin. Bi xaleke pir sade behsa vê mijarê hat kirin. Ne ku em bibêjin piraniya civînê li ser vê mijarê bûye lê belê me hilbijartinek li Herêma Kurdistanê kiriye, pêvajo zelal e û encamên wê jî zelal in. Guftûgoyeke dûvdirêj di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de hatiye kirin. Hemû alî, hemû dost, hemû konsulxane daxwaz kiribû ku hikûmeta Herêma Kurdistanê zû pêk were, em jî hemû hewla xwe di vî warî de didin. Amerîkayî dixwazin hikûmeta Herêma Kurdistanê zû pêk were, Parlamentoya Kurdistanê çalak be û her du aliyan teşwîq dikin da ku pêvajo zêdetir biçe pêş.
Lê belê ji hemûyan girîngtir piştgiriya wan bû ji bo wê destpêşxeriya ku Cenabê Serok Barzanî bi helkefta Cejna Qurbanê ragihandibû ku xwestibû hêz û aliyên siyasî dev ji xoxoriyê (dijberiya hev) berdin û hewl bidin ev xitimbûna heyî bi dawî bibe. Wan daxwaz ji hemû aliyan kir ku bersiva vî bangawazî û destpêşxeriya Cenabê Serok Barzanî bidin. Em di hewlên xwe de wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê berdewam in da ku çavdêriyeke hûrtir a mijara bicihanîna destpêşxeriya Cenabê Serok Barzanî were kirin. Em bi hêvî bûn birayên birêz ên di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de bersiveke baştir ji bo destpêşxeriya Cenabê Serok Barzanî hebe lê tevî vê yekê jî deriyên pêwendiyê nehatine girtin, kanalên pêwendiyê hene û em negihîştine encameke konkrêt lê pêwendî berdewam in.
Rûdaw: Di peymanê de nêzîk in? Wekî mînak tê gotin ku PDK razî bûye posta Wezareta Karên Navxwe bide Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.
Hêmin Hewramî: Esl û esasê wê nîne. Ti mijarên wiha nehatine gotûbêjkirin. Destpêşxerî ji bo wê ye ku em rûnên ango guftûgoyan ji van gotinên di torên civakî de hene bînin ser maseya guftûgoyê. Xetên pêwendiyê neqetiyane û ti carî jî li gel YNKyê neqetiyane lê em pê baş dibînin ku em ji bo vê destpêşxeriya Cenabê Serok Barzanî, aliyên siyasî yên birêz ên Kurdistanê rûniştineke siyasî bikin ku hemû alî nêrîna xwe bibêje li ser wê yekê ka em dê çawa ji vê xitimbûnê derkevin an bi dawî bikin. Em pê wa ne ku kilîta xitimbûna Herêma Kurdistanê ber bi çareseriyê ve çalakirina parlamentoyê ye. Eger parlamento piştî salek û heşt mehan...
Rûdaw: Lê belê çi mekanîzma ye?
Hêmin Hewramî: Pêvajoyeya siyasî ya li Herêma Kurdistanê, xitimbûna wê di çi de ye? Em li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li ser daxwaza YNKyê ku tenê bi guftûgoya li ser peymanê, şeş meh dem hat kuştin, da ku peymaneke siyasî ya baş di navbera PDK û YNKyê de were îmzekirin. 20 mijarên me hene, yek ji mijarên herî girîng; ango komek xalên tê de hene. Loma em pê wa ne ku çalakirina parlamentoyê, naxwe ew birêzên ku di Newey Niwê de ne, serokê demkî ji wan e, ango serokê bi temen ji wan e. Rûniştina yekem a Parlamentoya Kurdistanê du xal bûne: Yekem sondxwarina endamên Parlamentoya Kurdistanê bûye, duyem destpêkirina hilbijartina desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê. Bi rastî divê xelk vê pirsê ji serokê bi temen û Newey Niwê bike: Çima xala duyem cîbicî nakin? Ango erkê wan e ku cîbicî bikin.
Eger ew di pêvajoyeya demokrasiyê de rastgo bin, eger ew di reforma di hikumraniya Herêma Kurdistanê de rastgo bin, eger hêza mixalefetê û parlamentoyê wekî qada sereke ya karê mixalefetê dibînin, ferman bikin bila Newey Niwê bi rêya serokê bi temen daxwaza bicihanîna xala duyem a rûniştina yekem a Parlamentoya Kurdistanê bike. Sibe daxwaz bike, ez ji vir radigihînim her 39 parlamenterên Partiya Demokrat a Kurdistanê; niha ragihîne û bibêje sibe saet 09:00an rûniştin e, ez dikarim bi navê PDKyê bibêjim sibe saet 09:00an her 39 parlamenterên Partiya Demokrat a Kurdistanê dê beşdarî rûniştinê bibin. Girîng e eger em li ser hikûmetê jî li hev nekin, li ser Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li hev nekin, naxwe em dikarin li ser desteyeke demkî ji bo serokatiya Parlamentoya Kurdistanê li hev bikin da ku Parlamentoya Kurdistanê...
Rûdaw: Demkî?
Hêmin Hewramî: Belê demkî. Naxwe berê jî ez cîgirê serokê parlamentoyê bûm. Roja 18-02-2019an ku rûniştina parlamentoyê hat kirin, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê beşdar nebû. Me bi demkî serokê parlamentoyê hilbijart, naxwe me li wir ragihand, niha jî dikare desteyeke demkî ya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê were hilbijartin, komîteyên Parlamentoya Kurdistanê werin avakirin da ku dan û standin di nav parlamentoyê de li ser mijara Serokê Herêma Kurdistanê, Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bicihanîna wê were kirin.
Rûdaw: Dan û standin di parlamentoyê de nayên kirin.
Hêmin Hewramî: Ji aliyê siyasî ve, salek û 8 meh dem hat dayîn, mixabin birayên YNKyê nehatin pêş. YNK berpirsyar e li ser wê yekê ku Parlamentoya Kurdistanê heta niha ne çalak e, ji ber ku PDKyê hemû nermî nîşan daye, loma niha jî daxwaz ji birayên birêz ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikin.
Rûdaw: YNK dibêje 39 kursiyên min hene.
Hêmin Hewramî: Nexwe niyeta wî Kekê 39 kursî li kû bûn?
Rûdaw: Hevpeymaniya wê li gel Newey Niwê heye.
Hêmin Hewramî: Nexwe tu bi Xwedê navê wê dikî hevpeymanî? Tu dizanî Kek Niwêner, ji hevpeymaniya zindanê re nayê gotin hevpeymaniya siyasî. Dema YNK dibû xwediyê 39 kursiyan eger beriya hilbijartinê Yekîtiya Niştimanî û Newey Niwê peymaneke wan a siyasî hebûya û bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinê bibûna û 38 kursî bi dest bixistana, yan 39 kursî yan 40 kursî jî bianiyana, wê demê mafê wan bû ku daxwaza vê mijarê bikin. Lê belê birêzek 100 carî bibêje van vîdeoyên min ji min re hilînin, em dê wisa li PDK û YNKyê bikin, em dê wisa li YNKyê bikin, li ber deriyê Serayê em dê wan bi sêdarê ve bikin, ev vîdeo bi xwe mane û niha di torên civakî de hene, her kes vê pirsê dike: Baş e beriya zindanîkirina wî, di wê demê de çima behsa 38 kursî û 39 kursiyan nedihat kirin? Loma ev ne peymana siyasî ye. Peymana zindanê ye û Partiya Demokrat a Kurdistanê tenê li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, wekî YNK miameleyê dike. Ya din YNKyê di para xwe de Xwedê dikir ev hevalê dikir cîgirê serokwezîr, dikir serokê parlamentoyê, ev ji bo YNKyê maye û ti pêwendiya wê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re nîne.
Rûdaw: Eger em berovajî bikin, Newey Niwê bihata cem we?
Hêmin Hewramî: Na; binêre bi hatinê nîne. Me dema hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hat kirin, eşkere şandeya dan û standinkar a Partiya Demokrat a Kurdistanê serdana hemû aliyên siyasî kiriye, Newey Niwê jî di nav de. Me wê demê jî dixwest ku hikûmeteke yekrêziya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanî, ango yekrêziya niştimanî were avakirin, hemû alî tê de beşdar bin. Birêzên di Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê de gotin me biryar daye em bibin mixalefet û em nayên. Niha jî em dixwazin ku Yekgirtûya Îslamî beşdar bibe, Newey Niwê wekî xwe beşdar bibe, Komel û hemû aliyên din. Pir asayî ye hikûmeteke yekrêziya niştimanî ya Kurdistanî ava bibe. Eger ew dixwazin bi rastî hikûmet ava bibe. Lê belê wê demê Yekgirtûya Îslamî got em mixalefetbûna xwe radigihînin û Komela Îslamî got em wê parlamentoyê nas nakin û du parlamenterên me sond nexwariye. Em li gel vê parlamentoyê nînin. Ev nêrîna wan bû û Newey Niwê got em mixalefet in û em nayên nav hikûmetê û li gel PDK û YNKyê mustehîl e. Digotin jî, van vîdeo yên me ji me re hilînin em li gel PDK û YNKyê nayên nav hikûmetê.
Mebesta min ew e aliyên din jî Goranê yek kursî hebûye, Sosyalîstê yek kursî hebûye, em li gel wê bûn alî beşdar bin lê di van demên dawî de ji xeynî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê aliyên din ev xwesteka xwe [nîşan nedaye]; me ji YNKyê re gotiye em çûne cem [aliyên din], me veneşartiye. Me negotiye em diçin cem wan û em we piştguh dikin yan mijareke din lê belê eger tu rastiyê bixwazî em daxwaz ji birayên birêz ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikin ku rewşa hestiyar a Kurdistanê li ber çavan bigirin, rewşa hestiyar a herêmê li ber çavan bigirin. Ew dema ku bi dan û standina siyasî hatiye dayîn, hatiye dayîn û Partiya Demokrat a Kurdistanê di şayisteya hilbijartinê de, ti carî bi 23 kursiyan miamele li gel YNKyê nekiriye, ew postên Partiya Demokrat a Kurdistanê ...
Rûdaw: Niha jî em nakin?
Hêmin Hewramî: Niha jî em nakin. Çimkî YNK rastiyek e li Silêmaniyê heye, çawa Partiya Demokrat a Kurdistanê hatiye hilbijartin lê belê pirsyara min ew e ku çima hilbijartin hat kirin? Tu dizanî Kek Niwêner wekî min behs kir, eger beriya hilbijartinê YNK û Newey Niwê bi hev re bi lîsteyekê beşdar bibûna û 38-39 kursî bianîna, mafê wan bû her tiştî bixwazin lê belê tu piştî salek û sê mehan. Tu dizanî par di hilbijartina Parlamentoya Îraqê de, tenê di nav Herêma Kurdistanê de ew dengên Partiya Demokrat a Kurdistanê bi dest xistine li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê, 400 hezar dengên me ji dengên YNK û Newey Niwê jî zêdetir in. Nabe Partiya Demokrat a Kurdistanê [gotina xwe temam nake]; loma me ti carî ew nirxandin li gel YNKyê nekiriye, niha jî daxwaz ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikin.
Rûdaw: Lê belê tê gotin ku PDK birayê mezin e, partiya yekem a Kurdistanê ye û divê nermiyê nîşan bide.
Hêmin Hewramî: Rast e lê belê me dema li gel YNKyê dest bi dan û standinan kir, birêzên di YNKyê de jî gotin bi ti awayî post ji bo me ne girîng e, peymana siyasî girîng e ku garantiya hevkariya rasteqîn bike. Ew peymana siyasî ya ku di 18-05-2025an de di navbera PDK û YNKyê de hat îmzekirin, di bi dehan mijaran de baştir e di navbera komek xalên pir girîng de eger tu lê binêrî, nêzîkî ji sedî 60 bi ji sedî 40î ye. Ango ji sedî 60ê wan tiştan bûn ku YNKyê xwestibû, çimkî di wê peymanê de bi ti awayî nehatiye ku bibêje ez piraniya di nav parlamentoyê de me. Her mijarek hebe ku pêwendiya wê bi yasayekê re hebe ku xwedî radekî niştimanî ye, hemû hatiye nivîsandin ku bi lihevkirin û hevkariyê were kirin. Di daxistina desthilatan de, di nenavendîtiyê de behs dikî, di desthilatên cîgirê serokwezîr de behs dikî, di sererastkirina peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê de ji bo zêdekirina desthilatên serokê parlamentoyê dibêjî. Ango hemû ew tişt li ser daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di peymana siyasî de hatine bicihanîn û me li ser wan li hev kiriye. Loma heta eger li ser postan jî tu lê binêrî, ew şayisteya ku PDK amade bûye li gel YNKyê parve bike, wekî hevkarekî, gelekî ji 23 kursiyan zêdetir e.
Rûdaw: Eger YNK daxwaza yek ji serokatiyan bike?
Hêmin Hewramî: Mafê YNKyê nîne, mafê YNKyê nîne, eslen PDK amade nîne li ser mijara Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê ti dan û standinan li gel YNKyê bike, çimkî eger bi deng be, bi hêjayiyê be, bi urf be, bi her tiştî be, mafê PDKyê ye ku Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê li cem wê be.
Pêwendiyên bi Îranê re
Rûdaw: Pêwendiya we li gel Îranê çawa ye û nêrîna we li ser peymana Îran û Amerîkayê çi ye?
Hêmin Hewramî: Em pêşwaziya vê peymanê dikin û em bawer nakin ku alî bi şer karibin armancên xwe yên stratejîk bi dest bixin. Sînorekî me yê hevbeş ê dûvdirêj li gel Îranê heye. Her çend mixabin Îranê di dema şer de zilm li Herêma Kurdistanê kir, bi wê yekê ku êrişî hinek cihan kir û hejmarek Pêşmergeyên me şehîd ketin. Her çend pişt re ronahî dan ser mijarê. Daxwaz kirin û gotin ev yek bi xeletî hatiye kirin lê belê pêwendiyeke me ya kevnar li gel Îranê heye û sînorekî me yê diyarkirî û bi hêz heye û em dixwazin pêwendiyên me li gel Îranê asayî bin. Ti carî em nebûne piştgir ku ji axa Herêma Kurdistanê ve êrişî Îranê were kirin. Biryarên me yên siyasî yên pir mezin hebûne di dema şer de. Ew em bûn ku me rê neda ti hêz û aliyekî mixalefeta Îranê ku ji sînorên me ve vegerin nav Îranê, çimkî em pê wa nebûn ku Komara Îslamî ya Îranê bi şer birûxe, em li gel wê nebûn ku bi şer were rûxandin û em li gel rûxandinê nînin, belkî em li gel wê ne ku di çarçoveya Îranê de bi awayekî aştiyane Îran miamele û çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka Kurdan bibîne û ev mijareke din e lê belê em dixwazin pêwendiyên me li gel Îranê pêwendiyên asayî bin, li ser bingeha cîrantiyeke baş û hevsengiyê bin, çimkî pêwendiyeke me ya kevnar heye û em amade ne ji bo her cure baştirkirina pêwendiyan li gel Komara Îslamî ya Îranê.
Rûdaw: Birêz Dr. Hêmin Hewramî, Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê gelekî spas.
Hêmin Hewramî: Ji bo we jî gelekî spas.
.jpg&w=3840&q=75)

