Birêvebirê Çandiniyê yê Hisîçayê Hayel Keleş plana birêvebiriyê ya ji bo dayîna pereyên cotkarên genim ji Rûdawê re eşkere kir û diyar kir ku meha pêşiya me dê 4 navend ji bo vê mebestê werin vekirin.
Keleş derbarê rewşa çandiniyê got, "Rûberê çandina pembû îsal gihiştiye 7,835 hektaran. Her wiha, ji ber şewatan nêzîkî 500 heta 600 hektar zeviyan zerer dîtiye û me daxwaz ji cotkarên zererdîtî kiriye ku serdana navendên çandiniyê bikin da ku ziyanên wan werin tomarkirin."
Birêvebirê Çandiniyê yê Hisîçayê Hayel Keleş pirsên me bersivandin.
Rûdaw: Destpêkê, hûn demsala genim a îsal li parêzgeha Hisîçayê çawa dinirxînin û pêşbîniyên we ji bo berhemê çi ne?
Hayel Keleş: Rûberê ku bi genim hatiye çandin li seranserê parêzgehê 100,200 hektar genimê avî û 363,300 hektar genimê bejî ye. Barana ku li parêzgehê bariya û şert û mercên hewayê yên guncav, bandoreke erênî û rasterast li ser geşbûna berhemê kir. Vê yekê jî rasterast bandor li ser berhemdariyê kir, bi taybetî ji bo çandiniya bejî ku rûberê herî mezin pêk tîne. Ji ber vê yekê, tê payîn ku berhema parêzgehê ji milyonek ton genim zêdetir bibe.
Rûdaw: Cotkar li benda pereyên xwe ne piştî radestkirina berhemên xwe. Kengî dê fature werin dayîn?
Hayel Keleş: Di civîna malbata çandiniyê de bi amadebûna Alîkarê Wezîrê Aboriyê û Parêzgar, hate tekezkirin ku Banka Navendî were amadekirin û çar navend ji bo dayîna bihayê genim li Dêrik, Qamişlo, Hisîça û Amûdê werin vekirin. Tê payîn ku ev pêvajo meha bê piştî amadekirina van navendan dest pê bike.
Rûdaw: Derbarê demsala havînê de, bi taybetî jî çandina pembû, çi heye?
Hayel Keleş: Ji bo demsala havînê, plana çandina pembû 7,300 hektar bû lê rûberê ku hatiye çandin 7,835 hektar e. Berhem hê di qonaxên xwe yên destpêkê de ye û rewşa wê baş e. Bilindbûna germahiyê roleke erênî di geşbûna şitlan de dilîze, li gel hebûna ava avdanê. Dezgehên me yên çandiniyê û yekîneyên rêberiyê çavdêriya geşbûna berhemê dikin da ku di rewşa her nexweşiyê de destwerdanê bikin.
Rûdaw: Li herêmê şewat derketin û ziyan gihîşt hin zeviyan. Asta ziyanê çi ye û ji bo qerebûkirina cotkaran çi tedbîr tên girtin?
Hayel Keleş: Rûberê ku heta niha ji ber şewatan zerer dîtiye di navbera 500 û 600 hektaran de tê texmînkirin û dezgehên me hîn jî rûberên şewitî hejmar dikin. Daxwazname li hemû dezgehên çandiniyê hatiye belavkirin ku cotkarên ku berhemên wan şewitîne agahdar bikin ku serdana yekîneya rêberiyê ya herî nêzîk an jî dezgeha çandiniyê bikin da ku agahiyên xwe tomar bikin. Em texmîn dikin ku ev pêvajo di nava hefteyekê de bi dawî bibe.
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)