Youtuber û fenomenê Kurd Resûlê Bafeyî bû mêvanê Tora Medyayî ya Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Resûlê Bafeyî diyar kir ku wî ji bo dayîka wî û malbata wî fêm bikin dest bi girtina vîdeoyên Kurdî kiriye.
Fenomenê Kurd anî ziman ku medyaya civakî ji bo Kurdan bazareke mezin e û wî bi xêra vî karî xwe gihandiye her çar parçeyên Kurdistanê.
Resûlê Bafeyî destnîşan kir ku medyaya civakî Kurdan nêzîkî hev dike û got:
"Sînor hene û em nikarin herin serdana hev lê îro bi qasî xelkê me yên li Rojavayê kes li min temaşe nake.
Ez îro wekî birayekî malê me. Dema ez çûm Zaxoyê xelkê ji herêmên cuda yên Kurdistanê silav li min kir.
Ev hemû bi xêra medyaya civakî çêdibin."
"Bila bi zimanê xwe bikin"
Resûlê Bafeyî bangî ciwanên Kurd kir ku ew jî vîdeoyan bigirin û da zanîn:
"Bila bixwazin û ew jî bikin. Heger bikin jî bila bi zimanê xwe bikin.
Heger dixwazin dinya fêm bike dikarin jêrnivîsê jî lê zêde bikin. Bila netirsin û bikin."
Bafeyî eşkere kir ku wî “ti carî xwe şaş nekiriye ku bi Tirkî vîdeoyan bigire” û got:
"Eger dayîka min fêm neke, feydeya henekên min nîne."
Bafeyî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şêwaza xwe ya komediyê û diyar kir ku ew henekên xwezayî û malbatî dike.
Wî tekez kir ku ew ti carî naxwaze bi henekên xwe dilê kesî biêşîne û di paşerojê de jî dixwaze projeyên mezin ên wekî fîlman bi Kurdî çêbike.
Hevpyevîna Rûdawê ya bi Youtuber Resûlê Bafeyî re:
Rûdaw: Te li Umreyê duayek kiriye, te gotiye "Tu keçeke spehî û xweşik bikî nesîbê min". Bû nesîbê te?
Resûlê Bafeyî: Me duaya xwe şaş kir. Me got yeke spehî û xweşik lê me negot çi demê.
Rûdaw: Ha, te dem diyar nekiriye. Carekê yekî digot dema mirov dua dike, divê mirov hûrgiliyan bibêje.
Rûdaw: Belê, belê.
Resûlê Bafeyî: Ew jî kêmasiya me bû, me negot vî wextî yan wî wextî. Belkî 20 salên din bide, kî zane.
Rûdaw: Erê welle, wê demê jî êdî...
Resûlê Bafeyî: Belê.
Rûdaw: Resûl, ez dixwazim hema ji vê yekê dest pê bikim. Tu niha ji bo kar hatiyî Hewlêrê, tu dê li vir jî vîdeoyan bigirî yan tu ji bo gerê hatiyî?
Resûlê Bafeyî: Ez ji bo dawetekê hatim û her wiha kêfa min ji Hewlêrê re tê, dem bi dem ez têm hevalên xwe dibînim û dema ez têm jî vîdeoyên biçûk digirim. Niyeta min ew e bernameyeke dirêj li Hewlêrê çêbikim ji bo YouTubeyê lê niha dinya germ e.
Rûdaw: Tu bi Soranî dizanî?
Resûlê Bafeyî: Na.
Rûdaw: Hûn dê çawa ji hev fêm bikin? Hewlêrî piranî bi Soranî diaxivin.
Resûlê Bafeyî: Em çûne Misirê, yên li Misirê ji me fêm kirin bi Erebî, yên Soranî dê baştir ji me fêm bikin?
Rûdaw: Te ji wan fêm dikir yan wan ji te fêm dikir?
Resûlê Bafeyî: Wellehî ne me fêm dikir û ne jî wan fêm dikir lê karê me bi rê ve çû. Karê me çû.
Rûdaw: Li vir jî dê bimeşe, Kurmancî û Soranî gelekî nêzîkî hev in.
Resûlê Bafeyî: Înşallah wê bimeşe. Ez Soranî fêm dikim lê ew ji Kurmancî fêm dikin fêm nakin nizanim.
Rûdaw: Gelek ji wan fêm dikin.
Resûlê Bafeyî: Belê, mala wan ava.
Rûdaw: Resûl, fenomenî hesteke çawa ye gelo?
Resûlê Bafeyî: Gelek xweş e. Yanî ku tu karê xwe baş bikî, qedr û qîmet hebe, li gorî min ev xêrek e, karekî wisa ye, ev ji bo min gelek xweş e, ez pê serbilind dibim. Taybetiya wê ya ku keyfê xweş dike, dema mirovên me li me digerin, dibêjin dayîk û bavê me, yan jî zarokên me li te temaşe dikin, gelekî kêfa min tê. Li gorî min tehma fenomeniyê ev e.
Rûdaw: Tu carî, mesela li kolanan, li Hezexê, Mêrdînê, Amedê bi rehetî dimeşî yan heyranên te te asê dikin, te aciz dikin?
Resûlê Bafeyî: Wellehî em bi rehetî dimeşin lê hevalên me yên ku bi me re dimeşin gazinan dikin. Dibêjin çima serê deqeyekê disekinin, çima sûretekî dikişînin. Mala wan ava, ew jî ji qedr û qîmetê tê, em pê kêfxweş dibin.
Rûdaw: Te kengî dest bi vî karî kir, Resûl? Yan hinek, mesela bûn pêşeng, rê nîşanî te dan, yan te çav li hinekan kir, yan hema wisa ji ber xwe ve?
Resûlê Bafeyî: Wellehî ez halo bibêjim, min dît ku... hinek camêr çêdikin lê bi zimanekî din çêdikin. Ê li mala me her tim televizyon vekirî ye, bernameyek bi Kurdî nebû em temaşe bikin. Min jî got "Resûl canê xwe feda bike, dest bi Kurdî bike, bernameyekê çêbike." Me bi vî rengî dest pê kir û gelekî xweş jî çêbû. Ji aliyê malbatê ve, dost û hevalan ve alîkarî dan, kêfxweşî jî dan. Ev jî ji min re bû alîkarî û min berdewam kir. Hema hemû xêra vê bû.
Rûdaw: Em dibînin mesela roj bi roj hesab li ser medyaya civakî, fenomen, kesên ku xwe wisa bi nav dikin bi Kurdî zêde dibin. Medyaya civakî, mirov dikare bibêje, êdî ji bo Kurdî bûye bazarek?
Resûlê Bafeyî: Belê, bazarek e ku gelekî mezin e jî. Bi xêra wê, îro min xwe gihandiye Rojhilat jî, min xwe gihandiye Başûr jî, min xwe gihandiye Kurdekî li Torontoyê jî, Kurdekî em bibêjin li Xorasanê jî. Ji her cihê dinyayê ez bibêjim peyam ji min re tên. Ev jî bazarek e, ev jî bi xêra medyaya civakî ye. Ez li mala xwe bûm, kî dê min bibîne? Yanî bi xêra vî karî ji her cihê dinyayê xelk li me digere.
Rûdaw: Kî ne zêdetir kesên ku te dişopînin? Ciwan in, extiyar in, navsere ne?
Resûlê Bafeyî: Hemû ne. Bi taybetî malbat in, vîdeoyên dirêj malbat gelek jê hez dikin. Hevalên min gelek dibêjin mesela "em bi malbatî dirûnin, dayîk û bavê min te dixwazin, an jî zarokên me te dixwazin." Ev ji bo min nîşanek e ku min dixwaze ev...
Rûdaw: Tu qezencekê te jê heye? Mesela tu dikarî mesrefên xwe jê derxî? Ji ber YouTube tu zanî piştî hejmarekê êdî pereyan dide.
Resûlê Bafeyî: Yanî qezenca me jê heye. Em nikarin bibêjin qezenceke gelek baş e lê heye. Yanî ku tu îdare dibe. Ku tu bikî wê baştir jî bibe. Ji xwe ez diwêrim edî da biçim, înşallah niyeta min ew e ku ne ez tenê, xortên ku li pey me jî tên, an jî yên li pêşiya me jî, ew jî weke deriyekî. Dinya alem îro ji YouTubeyê qezenc dike, ne pereyekî hindik jî. Çima em Kurd bi Kurdî jê qezenc nekin?
Rûdaw: Bêguman. Tiştekî baş e, tiştekî ne xirab e. Medyaya civakî niha di vê demê de ji bo ji hev nêzîkkirina Kurdan platformeke baş e. Mesela te behs kir te got ji Rojhilat, ji Başûr, ji her deverê peywendiyê bi te re dikin. Kurdan nêzîkî hev dike?
Resûlê Bafeyî: Belê, belê. Dema beriya niha hefteyekê, du hefteyan em hatin Zaxoyê, Festîvala Şal û Şepikan hebû. Yekî digot "Silav ji Rojhilat im", yekî digot "Ez ji Rojava me", yekî digot "Ez ji Soran im", yekî digot "Ez ji Zaxoyê me". Em hemû nêzîkî hev kirin, em hemû anîn ba hev. Ev hemû bi xêra medyaya civakî çêdibe. Û di nav Kurdan de jî li gorî min êdî em hev nas dikin. Naha ta di sînor hene, û ji ber ku sînor hene em nikarin herin serdana hev, em nikarin herin Rojava lê îro bi qasiyî Rojava min temaşe dike kes nake. Ez îro weke birayekî kî wame, roja derî vebe ez herim hemû dê bibêjin "Tu bi xêr hatî". Ez herim Rojhilat jî eynî bi vî rengî, camêrên ne pêşiya me dibêjin "Tu bi xêr hatî, were mala me". Yanî nêzîkatî û yekîtiyeke baş dixe nav Kurdan de.
Rûdaw: Xelkê me jî henekê çawa hez dikin, Resûl?
Resûlê Bafeyî: Xwedê hema çi henek be jê hez dikin. Ya bi taybetî dibêjin "Yê xozayî kêfa me jê re tê, yê bi malbatî". Her kes tarzê xwe cuda heye. Hinek jî yên absurt hez dikin, hinek jî yên wek min gotî malbatî. Ez bi xwe nizanim hema ez lê dixim çawa be wilo.
Rûdaw: Heta niha kes ji ber henekan ji te aciz bûyê?
Resûlê Bafeyî: Na, ez nahêlim kes ji min aciz bibe. Heta ji min re were, min gotiye, ez pê li demarê kesî nakim. Henekên min ku te aciz bike li gorî min ne henek e. Yek ku pê te biêşîne, li gorî min ew ne henek e. Heger ku min henek kir, ez û tu, hevalên derdorê kenîn, li gorî min ya baş ev e.
Rûdaw: Tu dixwazî çi bigihînî şopînerên xwe? Peyama te ya sereke çi ye?
Resûlê Bafeyî: Peyama min a sereke... yên bixwazin, bila ew jî bikin. Ne karekî zehmet e, ne rehet e jî. Heger bikin jî bila bi zimanê xwe bikin. Gelek ji min re dibêjin "Em fêm nakin", ez dibêjim "Ji kerema xwe re zimanê xwe piçekî lêkolîn bikin, hûn dê bibin". An jî dibêjin "Bila dinya me fêm bike", heger hûn dixwazin dinya fêm bike hûn dikarin jêrnivîsê jî çêbikin, dinya bi vî rengî jî te bi zimanê xwe bixwîne, ew jî çêdibe. Yanî bila netirsin, bikin.
Rûdaw: Te qet gotiye "Xwezî min bi Tirkî bikira" ne bi Kurdî?
Resûlê Bafeyî: Na, ne Tirkî, ne jî zimanekî din, min tu carî negotiye, min xwe şaş nekiriye. Niyeta min nîne xwe şaş jî bikim. Sibe dibe ku fîlmek be, projeyek mezin be, em bi Tirkî jî çêbikin, Îngilîzî jî, ne ku em ji zimanê dinyayê aciz in, em ji yê xwe hez dikin. Piştî ku dayîka min fêm nekir, armanca min a pêşî ev e, ez dibêjim ku dayîka min fêm nekir, çi feydeya wê heneka min heye? Armanca min ev e.
Rûdaw: Rast e. Ez gelekî spasiya te dikim ku tu hatî bûyî mêvanê me, Resûl Bafeyî, temaşevanên hêja, bloger û komedyenê xelkê Şirnexê mêvanê me bû. Zor zor spas.
Resûlê Bafeyî: Spas malê te ava.


.jpg&w=3840&q=75)