Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Nicolo Fontana derbara sedema ku Nêçîrvan Barzanî xelata herî bilind a Îtalyayê standiye got:
“Ev xelatek e ku ji aliyê serokê dewleta me, Serokkomarê Îtalyayê ve tê dayîn û didin wan kesên ku bi awayên cuda di bihêzkirina pêwendiyên bi Îtalyayê re roleke girîng lîstiye. Serok Barzanî bi rastî jî yek ji wan e.”
Dewleta Îtalyayê îro di merasîmeke taybet a li bajarê Hewlêrê de, asta herî bilind a rûmeta fermî ya welatê xwe da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Nicolo Fontana di merasîmê de li ser navê Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella, "Madalyaya Stêrka Îtalyayê" da Nêçîrvan Barzanî.
Ev madalya asta herî bilind a madalyayên Îtalyayê ye ku didin wan kesên li jiyanê ne.
Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Nicolo Fontana derbarê vê madalyayê û xelatê te ji Rûdawê re axivî:
Rûdaw: Birêz Fontana, hûn bi xêr hatin Rûdawê. Kêfxweş im ku hûn li vir in.
Niccolo Fontana: Gelekî spas. Kêfxweşiyek e ku ez îro bi we re me. Spas.
Rûdaw: Ev demeke gelekî girîng e ku em diaxivin û ez bawer im qonaxeke nû ye di pêwendiyên navbera Îtalya û Herêma Kurdistana Îraqê de, ne tenê Herêma Kurdistana Îraqê, belkî Kurd bi giştî. Çawa çêbû ku dewleta Îtalyayê û Serokê Îtalyayê biryar da vê medalyaya dewletê bidin Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Îraqê?
Niccolo Fontana: Beriya her tiştî, em li vir behsa Nîşaneya Stêrka Îtalyayê (Order of the Star of Italy) dikin. Wekî ku we jî got, ev xelatek e ku ji aliyê serokê dewleta me, Serokkomarê Îtalyayê ve tê dayîn û didin wan kesên ku bi awayên cuda di bihêzkirina pêwendiyên bi Îtalyayê re roleke girîng lîstiye. Serok Barzanî bi rastî jî yek ji wan e. Ji ber vê yekê Serokkomarê me biryar da ku bilindtirîn pileya Nîşaneya Stêrka Îtalyayê ku (Şovalyeyê Xaça Mezin/Knight of Grand Cross) e, bide wî.
Rûdaw: Ez bawer im Şovalyeyê Xaça Mezin pileya herî bilind e.
Niccolo Fontana: Eynî wisa ye, bi temamî. Rast e. Di dema borî de, ev nîşane didan serkirdeyên din ên siyasî an jî bazirganî yên gelekî girîng. Tenê ji bo mînakekê, Ban Ki-moon, Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî.
Rûdaw: Îtalya çawa li rola Nêçîrvan Barzanî di bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê bi giştî yên li gel Îtalyayê dinêre?
Niccolo Fontana: Eger pêwîst be ez kurt bikim, ez dê bibêjim ku Serok Barzanî dostekî gelekî baş ê Îtalyayê ye. Ew hevalbendekî pêbawer e û her tim, destpêkê wekî Serokwezîrê Kurdistanê, paşê jî niha wekî Serok, piştgirekî asê bû ji bo zêdekirina pêwendiyên siyasî, çandî, civakî û aborî yên di navbera Kurdistan, Îraq û Îtalyayê de. Wî di anîna kompanyayên Îtalî yên ji bo vê bazarê de rolek lîst.
Ew kesayetekî sereke bû di biryara me ya vekirina konsulxaneyekê li vir û bilindkirina wê ya konsulxaneya giştî wekî ku îro li Hewlêrê heye û di dema borî de çendîn caran serdana Îtalyayê kir, herî dawî di meha gulanê de û civîn û gotûbêjên wî yên gelekî erênî li gel serokê dewleta me, Serok Mattarella hebûn.
Rûdaw: Hûn pêwendiyên niha yên navbera Kurdistan û Îraqê li gel Îtalyayê çawa pênase dikin?
Niccolo Fontana: Ez dikarim bibêjim em behsa asteke gelekî baş dikin. Ez bawer im ku em her tim di qada siyasî û qada çandî de gelekî nêzîkî hev bûne lê eger ez bi we re rast bibêjim, em dikarin hinekî zêdetir bikin û em pêbend in bi wê yekê, ew jî di sektora aborî de ye. Ez bawer im gelek potansiyela girîng û bikarnehatî heye ji bo pêşxistina hevbeşiyên nû, anîna kompanyayên Îtalî ji bo Kurdistan û Îraqê û her wiha pêşxistina bazirganiyê. Ji ber ku li van welatan bi giştî, daxwazeke mezin li ser Îtalya û "Made in Italy" heye.
Rûdaw: Serok Nêçîrvan Barzanî her tim hewl dide ji bo peyman û çareseriyên aştiyane, li hundirê Kurdistanê, Îraqê û gelek caran di çareseriyên aştiyane yên li welatên din de jî rol dilîze, mebesta min li herêmê ye. Hûn çawa li vê yekê dinêrin û Îtalya çawa li rola Nêçîrvan Barzanî dinêre?
Niccolo Fontana: Rast e. Ew roleke gelekî girîng û pêwîst dilîze. Ew navbeynkarekî pêbawer e, serkirdeyekî pragmatîk e, li derveyî sînorên herêmê baş tê naskirin û li Ewropayê jî ji bo şiyana wî ya pirakirinê û her tim derbaskirina nakokiyan gelekî qedirgiran e. Ez hîn jî cara yekem tê bîra min ku min şerefa hevdîtina bi wî re hebû dema ez dîplomatekî ciwan bûm. Civîneke me bi Wezîrê Karên Derve yê me yê wê demê re hebû û tê bîra min piştî wê hevdîtinê em hemû matmayî mabûn ji zanyariyên wî, ne tenê li ser tiştên ku li vê herêmê diqewimin, ji zanyariyên wî yên derbarê dînamîkên siyasî yên Ewropayê jî mat mabûm.
Rûdaw: Birêz Fontana, dema em behsa Îtalyayê dikin, bê guman ez nikarim xwe bigirim û li ser tîma futbolê nepirsim.
Niccolo Fontana: Lê divê hûn bisekinin. Ez tenê henekan dikim.
Rûdaw: Bêhntengiyek e ku em tîma neteweyî ya Îtalyayê di Kûpaya Cîhanê de nabînin. Mixabin Îtalya tevlî tîma neteweyî nebû. Lê em wekî Kurd ji bîr nakin ku di sala 1991an de di dema koça bikom a Kurdan de, ji ber zilma rejîma Sedam, wê demê tê bîra me hemûyan ku hemû lîstikvanên tîma neteweyî ya Îtalyayê, tîma futbolê, wan îmzeyên xwe ji Serok Mesûd Barzanî re şandin da ku piştevaniya xwe ji bo Kurdan nîşan bidin û wê demê, em behsa 30 salan dikin, ev tiştekî mezin bû û ez bawer im ew kevirek bû jî ji bo avakirin an jî kûrkirin û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Kurd û gelê Îtalî de. Lê ez dixwazim bipirsim, çawa pêwendiya Herêma Kurdistana Îraqê û Îtalyayê, çawa dikare zêdetir bihêz bibe?
Niccolo Fontana: Beriya her tiştî, ew tenê yek ji mînakên dostaniya me ye. Ez bawer im ku girîng e em balê bikişînin ser pêşxistina hevbeşiyên aborî, lê tiştê ku ez dixwazim bikim ew e ku ez li ser derfetên ku dikarin ji zêdetir pevguhertina xwendekaran û hevbeşiyeke akademîk a baştir û bibandortir derkevin holê biaxivim. Hûn dizanin, her sal em bursa akademîk didin xwendekarên Îraqî û Kurd. Ne hejmareke gelekî mezin e, lê pêngaveke yekem a baş e û ez bawer im eger em dest pê bikin bi van pevguhertinên xwendekaran dema xwendekar hîn di zanîngehan de ne û li ber ketina kariyera xwe ya pîşeyî ne, em tovekî baş di bîra wan de diçînin. Ew çanda me baştir fêm dikin û em dikarin heman tiştî bi Îtaliyan re jî bikin ku li vir li Herêma Kurdistanê dixwînin û wisa di paşerojê de ew kesên me hene ku dikarin bibin balyoz ji bo her du welatan. Bi vî awayî hûn dikarin hevkarî û dostaniyê bihêz bikin.
Rûdaw: Min xwendekar dîtine û ez kesên ji Herêma Kurdistanê, ciwanên ku li Îtalyayê dixwînin nas dikim. Ew ji welat hez dikin û her tim pesnê gelê Îtalyayê didin û ew nêzîkbûnekê di navbera çandên me de hîs dikin û wekî ku em li ser nirxên malbatî axivîn, bi taybetî. Û we anî zimên ku ev ew qad e ku hûn dikarin li ser bixebitin. Planeke we heye? Gelo tîmek heye, wekî mînak, ji bo karkirina li gel zanîngehên Kurdistanê? Planeke pratîk di vî warî de heye?
Niccolo Fontana: Bi rastî em nû dest pê dikin. Hûn dizanin, aramiya vê herêmê tê naskirin û ewlehî heye. Loma em daxwazê ji zanîngehên Îtalyayê dikin ku pêwendiyên xwe bi zanîngehên baş ên li vir li Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin û ez serdana çend ji wan dikim û ez hêvîdar im em karibin di salên pêş de hevkariyeke me zêdetir hebe.
Rûdaw: Di warê çandî de û her wiha em arkeolojiyê ji bîr nekin. Arkeolojî yek ji wan qadan e ku ez bawer im Îtalya tê de alîkariya Herêma Kurdistana Îraqê dike û ev bi salan e didome û ew alîkariya ku hûn pêşkêş dikin mezin e. Tiştê nû di vê derbarê de çi ye? Di dema niha de, di warê çandî û arkeolojîk de, çi alîkarî hene ku Îtalya pêşkêşî Herêma Kurdistana Îraqê dike?
Niccolo Fontana: Spas ji bo anîna ziman a vê mijarê. Dema min got ku pêwendiyên me yên çandî di asteke gelekî baş de ne, di hişê min de, min bi taybetî behsa hevkariyên me yên arkeolojîk dikir. Em du welat in xwedî mîrateke gelekî girîng in. Şaristaniyên me yên naskirî hene ku divê em biparêzin û ewle bikin û her wiha bişopînin. Ew bi rastî tiştek e ku mîsyonên me yên arkeolojîk li Îraqê û li Herêma Kurdistanê dikin. Bila ez tenê agahiyekê bidim we. 22 mîsyonên arkeolojîk ên Îtalyayê li Îraqê hene, 11 ji wan li Herêma Kurdistanê ne. Ew hejmara herî bilind a mîsyonên arkeolojîk e ku li cîhanê me hene.
Rûdaw: Li Kurdistanê ye, asta herî bilind.
Niccolo Fontana: Na, na, mebesta min li temamiya Îraqê ye, 22.
Rûdaw: Ez dizanim, lê 22. Ev ya herî bilind e ku we li her welatekî cîhanê heye.
Niccolo Fontana: Li her welatekî cîhanê. Loma, bê guman, ev girîng e ji ber şaristaniyên borî û hemû tiştên ku li pey xwe hiştine. Tiştê em hewl didin bikin ew e ku wê mîratê biparêzin û li vir li Kurdistanê em gelekî serkeftî ne. Em li ber in ku di dawiya îlonê de yekem parka arkeolojîk a li nêzîkî Dihokê vekin û ez hêvîdar im em karibin hevdû bibînin di wê boneyê de jî, da ku hemû bînerên we jî li ser wê yekê zanibin.
Rûdaw: Konsulê Giştî yê berê yê Îtalyayê, li Hewlêrê da min, min hevpeyvînek bi wî re kir û wî da min, tê bîra min, pirtûkokek li ser projeyên Îtalyayê yên di warê arkeolojiyê de li Kurdistanê û xelk ez bawer im dikarin biçin serhêl û bibînin.
Niccolo Fontana: Belê, rast e. Pêwîstiya me bi versiyoneke nûkirî ya wê heye.
Rûdaw: Bê guman, bê guman. Ew gelekî baş e, bi rastî ez hinekî gelekî kelecanî bûm ji dîtina hemû karî.
Niccolo Fontana: Gelekî baş, ez qedirê wê digirim.
Rûdaw: Karekî balkêş e bi rastî ku hûn dikin. Projeyên avahîsaziyê li Herêma Kurdistanê niha kelûpelên avahîsaziyê ji Îtalyayê dikirin û kompanyayên Îtalyayê jî hene ku li Kurdistanê jî kar û xebat dikin. Lê di kîjan sektora de potansiyeleke bilind heye ji bo bihêzkirina pêwendiyên aborî yên navbera Îtalya bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re?
Niccolo Fontana: Rast e. Kompanyayên Îtalyayê hene ku li Herêma Kurdistanê kar dikin lê pêwîstiya me bi zêdetir heye û ev tam armanca me ye wekî balyozxane û wekî konsulxaneya giştî li vir li Hewlêrê. Eger em behsa sektoran bikin, hûn dizanin, heta demeke nêzîk, piraniya kompanyayên Îtalyayê li vî welatî di sektora enerjiyê de kar dikirin, ku ev baş e lê tiştê em dixwazin bikin ew e ku em amadebûna xwe curbicur bikin û dest pê bikin di sektorên cuda de çalak bin. Loma em dikarin li çandiniyê, bi taybetî hilberîna çandinî-pîşesazî ya bi pakêtkirin û her tiştê ku pê re tê binêrin.
Em dikarin li birêvebirina avê, binesazî, hilberîna teknolojiya bilind binêrin. Ez dibînim û ez pêwendiyan ji kompanyayên Îtalyayê di sektorên gelekî taybet de werdigirim û ez hîs dikim ku dilxweşiyek heye derbarê derfetên li Îraqê û li Herêma Kurdistanê û em dê piştrast bin ku alîkariya wan kompanyayan bikin ku serkeftî bin.
Rûdaw: Ev balkêş e. We qala çandiniyê kir. En li ser avahîsaziyê jî axivîn. Lê Îtalya ne tenê li ser vê ye. Îtalya li ser tiştên ciwan, xwarin, qehwe, û rûxweşikiyê ye wekî ku hûn in. Li ser van sektoran çi heye? Hûn daxwazekê dibînin? Xelk qehweyê vedixwe, belê, ew her roj dikin, wekî li Îtalyayê, û Îtalya gelekî naskirî ye ji bo qehweyê û her tiştên din. Di van waran de, ti potansiyel heye?
Niccolo Fontana: Belê, ez bawer im potansiyeleke mezin heye. Bê guman, ew berhem dibe ku ji bo vê bazarê gelekî biha bin lê ez dizanim ku daxwazeke mezin heye û em dest pê dikin zêdetir berhemên Îtalyayê di kategoriya xwarin, moda, mobîlyayan de li vir û her wiha li Bexdayê jî dibînin. Ez şahidê van eleqeyên zêdebûyî me û hejmarek mişteriyên nû ji bo wan hene. Loma hêvîdar im di paşerojê de em bikaribin qehweyeke Îtalî ya rastîn vexwin, firoşgehên mobîlyayên ciwan li vir li Hewlêrê bibînin û em hemû li benda wê kêliyê ne.
Rûdaw: Hûn dizanin ne tenê qehwe, qeşaşîr jî tê. Ez nizanim gelo haya we jê heye an na lê hevalekî min, ew karsaz e û wî nû dest bi hevbeşiyeke mezin kir, hevbeşiyeke bi milyonan dolar bi kompanyayeke qeşaşîrê ya Îtalyayê re û wî bi rastî nû dest pê kiriye.
Niccolo Fontana: Divê ez wê test bikim.... Temam, ez amade me ku bibim tamkerek ji bo gelatoyê, wekî em dibêjin.
Rûdaw: Me behsa veberhênanê kir û ev weberhênan û hevbeşî pêwîstî bi zemîneke baş heye û gendelî, ez bawer im, yek ji wan astengiyan bû ku her welatek li Îraqê rûbirûyî wê dibe. Serokwezîrê nû Elî Zeydî kampanyayeke mezin li dijî gendeliyê li Îraqê dest pê kir. Gelo ev yek dê rê ji bo berfirehkirina pêwendiyên bazirganî veke? Û gelo gendelî bûye astengiyeke sereke ji bo kompanyayên Îtalyayê ku li Îraqê kar bikin û bixebitin?
Niccolo Fontana: Beriya her tiştî, bila ez bibêjim ku min şerefa hevdîtina bi serokwezîrê nû re hebû û min peyameke pîrozbahiyê ji serokwezîra me, Giorgia Meloniyê gihand û hûn dizanin, hebûna baweriyeke qanûnî ya zêdetir bê guman dê alîkar be ji bo afirandina jîngeheke karsaziyê ya baştir û bi vî awayî zêdetir kompanyayên Îtalyayê bikişîne. Em wekî Îtalya piştgiriyê didin hikûmeta nû ya Îraqê û em bawer dikin ku tiştê ku ew dikin dê alîkariya Îraqê bike ku di kerta aborî de jî mezin bibe.
Rûdaw: Têkildarî Herêma Kurdistanê, hûn çawa li neçalakiya Parlamentoya Kurdistanê piştî hilbijartinê û her wiha têkçûna pêkanîna kabîneya nû li Herêma Kurdistanê dinêrin? Hûn bi kê re li ser vê mijarê axivîn?
Niccolo Fontana: Hûn dizanin, serdana min a yekem li Kurdistanê hema bêje du sal berê bû, yekser piştî hilbijartinan di dawiya sala 2024an de û ew encameke bi rastî balkêş bû bi beşdariyeke mezin û delîleke din a pergala demokratîk a Kurdî. Cihê mixabiniyê ye ku ne pêkan bû hikûmeteke nû were avakirin lê hûn dizanin, ji ber ku em Îtalyan in em hemû dizanin ku carinan dînamîkên siyasî çawa dibin sedema nakokiyên tûj di navbera partiyan de. Tiştê ez pê bawer im ew e ku serkirdeyên siyasî yên Kurd dê ji bo xizmetkirina welatiyên xwe berdewam bikin û di dawiyê de dê di pêşerojeke nêzîk de hikûmetekê ava bikin. Wekî civînan, ez her tim bi hemû serkirdeyên siyasî yên li vir û li Silêmaniyê re dicivim.
Rûdaw: Û Îtalya her wiha yek ji wan welatên gelekî çalak e di pêvajoya çaksaziya hêzên Pêşmerge de. Hûn heta niha pêvajoyê çawa dibînin? Û di warê ewlehiyê de, Îtalya niha çi piştgirî û alîkariyê dide Herêma Kurdistanê?
Niccolo Fontana: Hûn dizanin, di dîrokê de, em dikarin bibêjin hebûneke me ya leşkerî ya leşkerên Îtalyayê li vir wekî rahênerên Pêşmerge heye. Ji hevdîtinên dawî yên ku min kirin, ez bawer dikim ku di wê pêvajoyê de çend pêngavên erênî yên baş hatin avêtin, û di dawiyê de temamkirina vê çaksaziyê, wekî ku we got, dê zû be. Ji bo ewlehiya me, ez difikirim, wekî ku min berê jî got, ev herêmeke gelekî ewle ye û leşkerên me roleke girîng lîst di alîkarîkirina Kurdistanê de ji bo gihîştina pozîsyona niha.
Rûdaw: Hûn kêfxweş û erênî ne bi encama çaksaziya Pêşmerge?
Niccolo Fontana: Ez li ser vê yekê ne ew qasî amade me. Ez bawer dikim bi tiştên ku leşkerên me, serkirdeyên me yên leşkerî li vir ji min re dibêjin û tiştên ku hinek serkirdeyên siyasî ji min re gotin. Wan ji min re got ku hinek gavên erênî hebûn, loma ez hêvîdar im ku di paşerojê de hinek yên din jî hebin.
Rûdaw: Birêz Niccolo Fontana, ez bi rastî kêfxweş im ku hûn li vir in û hûn bi xêr hatin Rûdawê.
Niccolo Fontana: Gelekî spas.
Rûdaw: Hêvî dikim ez we gelek caran bibînim û dibe ku careke din em dê derbarê mijarên din û tiştên baş biaxivin.
Niccolo Fontana: Gelekî spas. Min bi rastî qedirê wê girt. Li benda vegera li vê derê me.
Rûdaw: Hûn her dem bi xêr hatin.
Niccolo Fontana: Spas.
Rûdaw: Hûn dîsa bi xêr hatin.
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
