Alîkarê Serokê Bicihhêner ê Kompanyaya Petrolê ya Sûriyeyê Ehmed Qubecî, hûrgiliyên projeyeke stratejîk a avakirina xeteke nû ya petrolê di navbera Îraq û Sûriyeyê de eşkere kir û tekez kir ku dê di demeke nêzîk de rêkeftina destpêkê were îmzekirin.
Ehmed Qubecî di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de ragihand ku xeta nû dê şûna xeta kevn a Kerkûk-Banyasê bigire ku êdî ji kar ketiye.
Ehmed Qubecî da zanîn ku kapasîteya wê ya rojane dê bigihêje du milyon bermîlan û tê payîn ku di nava 30 mehî de were temamkirin.
Rûdaw: Gelo projeya veguhestina petrola Îraqê bo parzûngeha Banyasê, nûjenkirina xeta kevn a Kerkûk-Banyasê ye, yan çêkirina xeteke nû ya petrolê ye?
Ehmed Qubecî: Wekî ku hûn dizanin, temenê xeta kevn 70 sal derbas kiriye û nema dikare bê nûjenkirin. Her wiha di dema şerê Sûriyeyê de rastî wêranî û destdirêjiyên mezin hat. Temenê wê yê xebatê bi dawî bûye. Ji ber vê yekê, dê xeteke nû bi kapasîteyeke mezintir li şûna wê bê çêkirin.
Rûdaw: Hûrgiliyên herî girîng ên projeyê di qonaxa wê ya niha de çi ne? Gotûbêjên teknîk gihîştine kû derê? Û kengî dibe ku pêkanîn bi awayekî pratîk dest pê bike?
Ehmed Qubecî: Di navbera her du aliyên Sûriye û Îraqê de, di destpêkê de di asta hikûmetan de û paşê jî di asta kompanyayan de gelek gotûbêj hatin kirin. Li gel kompanyaya SOMO û Wezareta Petrolê ya Îraqê gotûbêj hatin kirin û rêkeftineke hema hema destpêkê derket holê ku dê di demeke nêzîk de wekî memorandumeke têgihiştinê (MOU) bê îmzekirin. Nêzîkî şeş kompanyayan dê beşdarî projeyê bibin û em dê di rojên pêşiya me de navên wan eşkere bikin.
Rûdaw: Rêgeha pêşniyarkirî ji bo boriyê çi ye? Û kapasîteya texmînkirî ya xetê di dema xebitandinê de dê çend be?
Ehmed Qubecî: Ew dê li ser heman rêgeha kevn be: Kerkûk, Tenef, Hims, heta Banyas û Tertûsê. Dirêjahiya xetê ji destpêkê heta dawiyê 1,520 kîlometre ye ku nêzîkî 490-500 kîlometre di nav axa Sûriyeyê de ye û ji aliyê teknîk ve dibe ku em dirêjahiyê zêde bikin. Tê payîn 48 înç be û kapasîteya pompekirina rojane bigihêje du milyon bermîlan. Derbarê dema pêkanîna projeyê de, em texmîn dikin ku dê di nava 30 mehî de ji roja îmzekirina rêkeftinê were pêkanîn.
Rûdaw: Ji bilî petrolê, projeyên hevkariyê yên li gel Îraqê di warên gaz, elektrîk û enerjiya nûjen de çi ne?
Ehmed Qubecî: Lêkolînek ji bo ji nû ve avakirina xeteke nû ya veguhestina gazê di navbera Îraq û Sûriyeyê de heye, piştî ku xeta kevn ji ber bûyerên dawî rawestiya.
Rûdaw: Li gorî amarên herî dawî, qebareya petrola Îraqê ya ku di nav axa Sûriyeyê re derbas dibe çend e?
Ehmed Qubecî: Niha, sotemeniya balafirgehan a Îraqê bi rêjeya 1,000 tankerên rojane digihêje me. Her wiha, peymaneke nû ji bo petrola xav a Îraqê tê payîn ku dibe ku ew jî bigihêje 1,000 tankerên din ên rojane.


.jpg&w=3840&q=75)